NûçeSlide

Hevdîtina parêzerên bi Rêber Abdullah Ocalan re bi dawî bû

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê li Girtîgeha Îmraliyê bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kir.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi miwekîlê xwe Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din re hevdîtin kir. Mazlum Dînç, Rezan Sarica, Sûzan Akîpa û Emran Emekçî di şandeyê de cih digirt.

Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî hevdîtinê daxuyanî da û got: “Ji parêzerên buroya me parêzer Emran Emekçî, parêzer Sûzan Akîpa, parêzer Rezan Sarica û parêzer Mazlum Dînç; îro (13’ê Cotmeha 2025’an) li Girava Îmraliyê bi birêz Abdullah Ocalan, birêz Hamîlî Yildirim, birêz Omer Hayrî Konar, birêz Mahmût Yamalak û birêz Ergîn Atabey re hevdîtin kir.”

Related Articles

Back to top button