Rêber Abdullah Ocalan: Rêgeza hêviyê gavek e ku divê dewlet biavêje
Rêber Abdullah Ocalan got "Rêgeza hêviyê gavek e ku divê dewlet biavêje. Divê vê bagajê rake. Ev yek meseleyek e ku bandorê li hezaran mirovî dike. Bi çi rengî dinirxîne binirxîne, divê ev yek bê rakirin. Ji aliyê hiqûqî ve divê ev bê kirin.”

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî serdana 13’ê Cotmeha 2025’an a li Îmraliyê ku bi Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din re kir, daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Di 13’ê Cotmeha 2025’an de me li Girtîgeha Girava Îmraliyê bi birêz Abdullah Ocalan û muwekîlên xwe yên din re wek parêzerên wan hevdîtin kir. Di vê serdanê de li ser şert û mercên muwekîlên me û rewşa wan a hiqûqî dan û standin kir, agahî dan û wergirt. Bi vê wesîleyê em dixwazin nirxandin û nêrînên birêz Ocalan ên li ser avakirina aştiyê bi raya giştî re parve bikin.
Di hevdîtinê de rewşa hiqûqî ya birêz Ocalan, di çarçoveya biryara mafê hêviyê ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) de bû yek ji mijarên sereke û girîng ên nîqaşê. Wekî ku tê zanîn, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê piştî rûniştina xwe ya dawîn a 15-17’ê Îlonê careke din bang li Tirkiyeyê kir û jê xwest mafê hêviyê li gorî biryara DMME’yê bi rengekî qanûnî çareser bike.
Li ser vê bingehê birêz Ocalan destnîşan kir ku rêgeza hêviyê (Mafê hêviyê) gelekî girîng û esasî ye. Bi dewamî got ’Rêgeza hêviyê gavek e ku divê dewlet biavêje. Divê vê bagajê rake. Ev yek meseleyek e ku bandorê li hezaran mirovî dike. Bi çi rengî dinirxîne binirxîne, divê ev yek bê rakirin. Ji aliyê hiqûqî ve divê ev bê kirin. Polîtîka jî, edalet jî vê ferz dike’. Bi vî rengî pêwîstiya hiqûqî da pêş.
Di çarçoveya Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibatê de ragihand ku bawerî û mezheb hemû divê bikarin bi rengekî azad xwe îfade bikin, her wiha her kes xwedî wî mafî ye ku neteweya xwe îfade bike û bi rengekî azad bijî. Anî ziman ku divê Kurd bi rengekî yekbûyî li nava hiqûqê bên vehewandin û got aştiya esasî ev bi xwe ye. Diyar kir ku hiqûqa Kurdan heta niha tune hate hesibandin, li derveyî hiqûqê hatin hiştin, lê belê divê êdî hiqûqa entegrasyona demokratîk bê avakirin.
Dema ku dervehiştina li hiqûqê û ragirtina fikrî û zîhnî nirxand, ev tespît kir; ‘Jiyan dema ku azad be, bi wate ye. Min berê jî gotibû. Ey jiyan, yan ez ê te bi rengekî azad bijîm, yan jî ez ê te qet nehatiye jiyîn bihesibînim. Motoya min a jiyanê ev e, dirûşma min ev e’.
Tespîta birêz Ocalan tê zanîn ku digot di bingeha pirsgirêkên siyasî û civakî de newekheviya jin û mêran heye. Destnîşan kir ku ev çareseriya vê newekheviyê bi pratîka jiyaneke azadiya jinan û fikreke sosyalîst dibe. Anî ziman ku ew karên jineolojiyê ji nêz ve dişopîne, gelekî hêja dibîne û silavên xwe yên taybet ji jinan hemûyan, ji girtiyên li girtîgehan re şand.
Kesên ku dixwazin wî fêm bikin vexwend ku vê pêvajoya aştî û civaka demokratîk kûr bikin û tev li pêvajoyê bibin. Diyar kir ku karê ji bo azadiyê ji aliyê pêşvebirin û bicihanîna pêvajoyê ve girîng e.”



