
Komîteya Têkiliyan a Kongra Star îro li Parka Efrînê ya li taxa Eşrefiyê ya Helebê, civînek bi sernavê “Edaleta jinan garantiya destûra Sûriyeyê ya demokratîk e” li dar xist. Jinên ji taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, nûnerên partiyên siyasî, endamên rêxistinên civaka sivîl û kesayetên serbixwe beşdarî civînê bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtinê endama Komîteya Têkiliyan a Kongra Star Hêvîn Mûsa, li ser mijara civînê axivî.
Hêvîn bal kişand ser girîngiya beşdariya bi bandor a jinan di avakirina siberoja Sûriyeyê de, misogerkirina nûnertiya wan a rastîn di warê zagonsazî û rêveberiyê de, û pêkanîna edaleta zayindî di destûra nû de, ku şertek bingehîn e ji bo avakirina dewletek li ser hîmên hemwelatîbûnê.
Piştî axaftinê beşdarên civînê jî derbarê mijarê nêrînên xwe anîn ziman.
Piştî gotûbêjên berfereh, ji rêveberên Kongra Star Muna Kibik encamnameya civînê xwend, di encamnameyê de hat xwestin ku hevpeymaniyeke berferh a jinan li Sûriyeyê were avakirin û ji bo destûrek demokratîk ku wekheviya zayendî ya pêk bîne, têkoşîn were xurtkirin.





