HevpeyvînNûçeSlide

Rîhan Loqo:Bi Çalakiyên Bîrdozî û Zanista Xweparastinê,Emê Dawî li Tundiyê Bînin

Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo nirxandina 25ê mijdarê kir û got ku îsal me xwest di kurahiya wateya banga Rêber Abdullah Ocalan de bi hemû hurguliyê wê ve dîrokî pêşwazî bikin.

 Berdevka Kongra Star Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rîhan Loqo di derbarê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser jinê axivî û da zanîn ku ew ê li dijî tundiyê têkoşînê mezin bikin û wiha gotdema em behsa tundiyê dikin , yekser mijarên ku hîn bêhtir di asta navnetewî û di asta cîhanî de taybet yên ku rija têkoşînê li hember tundiyê didin diyarkirin , ew bûyera hersê xuşlên mîrabel tê bîra mirov, lê belê em ne tenê dikarin bêjin dîroka tundiyê di 60’î de hatiye destpêkirin bi van hersê xuşkan hatiye destpêkirin,  dîroka tundiyê em dikarin bibêjin bi salên dem dirêj hişmendiyên nijadperest , netewperest, zayendperest, olperest ku bi salên dem dirêj xwestin ku tevahî hişmendiya xwe yî desthilatdar bi awayekî qirker li ser jinan bidin meşandin, dema ku em dîrokê dixwînin û lê dinêrin di şerê cîhanê yê yekem û duyem de ku di encama wan şeran de bi hezaran jin hatin revandin,windakirin ,qetlkirin û hi sedan jin ketin zindana bêyî ku agahiyê kesekî hebe dayik û zarok ji hav qut kirin û tevahî cureyê tundiyê  ji kuştin,  lêdan,revandin ,destdirêjî û bûyerên herî hişk li ser jinan hatin meşandin, lê belê me nedît ku têgîn li her tiştî hate kirin di şer de , piştî şerê cîhanê yekem û duyem de hem ji bo avakirinê hem jî di şer de me nedît kese lêkolînvanek derket û got di encamê şerê cîhanê  yekem de bi hezeran jin hatin windakirin û destdirêjî li wan hate kirin.

Ji kêliya ku dîrok serberjêrî hev bû edî cihê jinan li cîhanê nema

Rîhan’wiha got me nedît ku ev şer wekî şerê qirkirinekî li ser jinan bibînin ,ji bona wê jî hertim  bê navber desthilatdarî  û qirkirin li ser jinan hatiye meşandin lê belê nehatiye binavkirin,Ev yek ku wek pêdiviyekê nabînin ku ev şer ne şerê li ser jina ye dixwazin jina tune û qir bikin di bêdengiyê de.

Ji bona wê jî belkî ji nava van revandin,qirkirin, êrîşan û bûyerên tevahî cureyên tundiyê ku li ser jinan hate meşandin, em dikarin bibêjin bûyera ku navnetewî , mafê mirovan dengê xwe jê re derxistin ev bûyera xuşkên mîrapal bû.

Ji bona wê jî em wan bibîrtînin, jinên tekoşer bûn û heya kêliya dawî liberxwe dan li hember hişmendiyekî desthilatdar, hişk û xwest îradeya wan tune bike, ew jinên berxwedêr bûn û serî netewandin û heya kêliya dawî li ber xwe dan, ev bûyerek ji bûyerên di dîrokê de hatiye kirin, bûyerên mîna van bûyeran bi sedan niha em dikarin bêjin di sala 2025’an de 2024’an de û em vegerin ev bûyer hatin qewmandin, di salên destpêka şoreşê de û heya niha de balafirên bê mirov bê navber jinên pêşeng  , endezyar  ên ku bandora wan li ser civakê de , ên di qadên siyasî de, civakî, leşkerî û rêxistinî de hatin hedefgirtin , mîna heval Zeyneb , Rîhan û Zehra çawa hatin armancgirtin , ev jî bûyerên qirkirina li ser jinan e, em dikarin bibêjin ji şerê cîhanê yê yekem heya niha hertim bê navber qirkirin li ser jinan hatiye kirin, lê belê rêber Abdullah Ocalan vî şerî ji dema mêr xwest zanebûn , zanista jin ji xwe re dizî û xwe pê kir desthilatdar  ji wê derê digere dest .

Hişmendiya serdest bi hemû acaureyê tundiyê êrîşî jinan kir û jin hebûnek ji nedîtî hesiband

Rîhan bal kişand li ser cureyên tundûtûjiyê û wiha pêde çû ‘gelek cureyê tundiyê hene  mîna fîzîkî, piskiyolojî,aborî,siyasî,civakî, ziman,deronî hene, ev cure bi giştî ji aliyê hişmendiya qirker li ser jinan tên ferzkirin.

Dema ku bav , bira û hevjîn ji jinên di mala xwe de dibêjin nabe hûn derkevin ango bixwînin , ev bixwe cureyê tundiyê de , dundiya deronî û fîzîkî li ser tê meşandin, ne tenê lêdan dundiyê li ser jinê dide nîşan , dibe bi têgînekê , bi awirekî ku mesajna dide tundî lê were kirin, tundiya li ser jinê tundiya li ser civakê ye, ji bo wê jî kirîzên heyî , kirîzên siyasî , aborî, civakî yên ku li ser jinan tên meşandin ev hemû cureyên tundiyê ne ku her yek bi awayekî li ser wan tê ferzkirin .

Bê navber ji dîroka kevnar heya roja îro jinan li hember tevhî cureyên tundiyê, hişmendiyên desthilatdar, qirker,dagirker û nijadperest  berxwedaneke dîrokî dane meşandin ,ev berxwedana dîrokî ku bi felsefeya Jin,Jiyan, Azadî û bi paradîgmaya neteweya demokratîk taybet  êdî jinên kurd pêşengtiyek li hember van hişmendiyan di Kurdistanê de dane destpêkirin.

Bi felsefeya jin jiyan azadî ,zanista jineolojî û paradîgmaya netewa demokratîk wê tekez Konfederalîzma jinan bi ser bikeve

Rîhan di berdewamiya nirxandinên xwe de îşaret bi mezinbûna Têkoşîna ku jinên Kurd dane destpêkirin kir û got êdî kirin têkoşînekî hevpar û têkoşîna tevahî jinan û pêkhateyên ku baweriya wan bi doza azadiya jin tê û bi jiyana azad û demokrat tê , dildar û dilsozên azadiyê bi hev re kirin têkoşînekî hevpar , ne tenê jinên Kurd jinên Ereb,Suryan,Turkmen,Çerkez,Êzîdî , Durzî û Elewî , ev tekoşîn bû tekoşînekî hevpar ya jinan.

Têkoşîna hevpar ewe ku ji hişmendiyên heyî em çawa karibin  encam derxin xwe birêxistin û biparastin bikin, û ev bi zanebûna zanista jineolojî bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî û bi paradîgmaya neteweya demokratîk pêşengtiyekî mezin di Kurdistan ,rojhilata navîn û cîhanê de ev têkoşîn hate meşandin û em dikarin bêjin ku roj bi roj guhertin û veguherînên têne jiyankirin êdî her kes dizane , wekî rêber Abdullah Ocalan binavkir sedsala 21’an sedsala azadiya jina ye ku wê bi dehan şoreşê jinan bên lidarxistin.

Niha jî li bakur û rojhilatê Sûrî şoreşa jin heye ne wekî  didin  danasînkirin jin tevlî nava şoreşê bûn, berovajî vê jinan bixwe şoreşa xwe avakir,xwe birêxistin kir û li hember van qirkeran û hişmendiyên nijadperest, netewperest têkoşînekî dîrokî dane meşandin.

Êdî dengvedana jinên Kurdistanê da rojhilata navîn û cîhanê û bi hev re li hember qirkirinê,dagirkeriyê ,komploya,desthilatdariyê û înkarkirinê têkoşîneke mafdar û rast ya dîrokî ya jinan û civakê tê meşandin.

“Tundiya li ser jinê,Tundiya li ser hemû zindiyan e “Me xwest di kurahiya wateya vê hevokê de têbikoşin.

Rîhan  destnîşan kir ku 25 ê Mijdara 2025’an de me xwest bi awayekî cuda em bigrin dest, piştî banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan,  bi rastî ev banga dîrokî bi tevahî hurguliyên xwe ve bangeke dîrokî bû , ji bo wê jî xwedî wateyeke dîrokî ye , bandora wê li ser giştî Kurdistan, rojhilata navîn û cîhanê kir û taybet li ser bakur û rojhilatê Sûrî û li ser jinan ji ber ku di vê baga aşitî û civaka demokratîk de careke din sedsal hate nîqaşkirin û berçavgirtin , sedsal hayanî ku  bi çi rengî bê meşandin.

Rêber Apo banga aşitî û  civaka demokratîk wiha pênase dike “heta ku tundî li ser jinê hebe li ser civakê jî heye” lewra  divê têkoşîna hevpar bê meşandi.

Me jî wekî rêxistin , tevger û saziyê jinan di bi navê piltforma  hevpar ya Tevger û rêxstinên jinan li bakur û rojhilatê Sûrî me bi diruşmeya “werin em bi hevre li dijî tundiyê civaka demokratîk û komunal ava bikin” dest bi kampaniya xwe ya rêzeçalakiyên li dijî tundûtûjiyê kir.

Pirojeya ku em niha hîn bêhtir li ser kar dikin , Pirojeya civaka demokratîk û komunal e, wê ev civak bi çi rengî bê avakirin ,divê ku bi rastî jî tekoşîneke parastinê,zanistî,felsefî,rêxistinî û hevpar ya li hember tundiya ku li ser jinan tê meşandin divê ku em bi hevre vê têkoşînê bidin meşandin.

Bi çalakiyên bîrdozî,zanista û xweparastinê,emê dawî li tundiyê bînin

Rîhan wiha domand’Ji bo ku em ji vê tundiyê bibhurin divê herkes li hember cureyê tundiyê bi awayê zanstî û xweparastin têbikoşin.

Îsal bi vê durişmeyê girte dest ku em bikaribin di aliyê îdeolojî,civakî û rêxistinî de em guhertinên berbiçav bikin.

Ne tenê di riya çalakiyekê, mêtîn û meşekê de , ev mijar mijarê diyalogê û guhetin û veguhertinê be ku em bi hev re vê berpirsyartiyê bigrin ser milê xwe û karibin di sedsala 21’an de û di avakirina Sûryeke nû de em jin pêşengtiyê bikin .

Bangewaziya me ku di 25’ê Mijdarê de ku tevahî rojên me roja têkoşînê be roja xwepêşandana be roja ku em dengê xwe ji bo azadiyê , wekheviyê ,demokrasiyê , aşitiyê li her derê dengê xwe bilind bikin û têkoşînekî hevpar bidin meşandin  bi yekîtî ,hevgirtin û hevaltiya jinan emê karibin bighên armanca xwe û serkeftinê bi dest bixin.

Berdevka Kongra Star li bakur û rojhilatê sûriyê Rîhan Loqo wiha bi dawî kir û got’bangewaziya me ji bo her jinekê dilê wê ji bo azadiyê lêdide û her rêxistin û tevgerekî jin dilê wan ji bo doza azadiya jin û civakeke demokratîk lêdide , werin em bi hev re li qadên têkoşînê û qadên jina azad têkoşîna xwe mezin û xurt bikin û jiyanekî azad û civakekî komunal ava bikin.

Related Articles

Back to top button