ÇalakîNûçeSlide

Jinan li Silêmaniyê Tundiya li ser Jinê Guftugo kirin

Çalakvanên mafê jinan û aliyên siyasî li ser gelek mijarên taybet yên jinan li hev civiyan. Di civînê de jinan biryar girt ku avakirina pireke ku di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê û dîsa meclisek ya ji bo hevgirtina di navbera hemû rêxistinên jinan.

Li Nûnertiya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Silêmaniyê bi serokatiya Platforma Bone Hevpar ya li Herêma Kurdistanê di dirûşma ‘Em bi hev re li dijî tundiyê civakeke demokratîk û komînal ava bikin’ li hev civiyan.

Di civînê de rojnamevanên jin, çalakvan, parêzer, endamên partiyên Başûrê Kurdistanê amade bûn. Di civînê de li ser tuniya li jinê, biryara 1325 ya meclisa asayîşa navneteweyî, sererastkirina yasaya kesî, rêveberiya jinan ya li Bakur û Rojhilatê Sûriye, destkeftiyên yasayî û civakî nîqaş kirin.

Piştî civînê encama nîqaşan bi daxuyaniyeke rojnamevanî hate parvekirin. Daxuyanî ji aliyê Rûbar Ehmed ve hate xwendin.

Her wiha di civînê de gelek biryar hatin girtin û hinek ji wan wiha ne:

Belavkirina hişyariyên yasayî li dibistan û cihên cuda ji bo hişyarkirina ferdên civakê.
Sererastkirina yasaya rewşa kesî yek alî hatiye girtin û wê di pêşerojê de li ser jinên ciwan bibe bargiranî.
Çêkirina yasayek taybet û erêkirina wê ya li dijî tundiya teknîkê ya li dijî jinan.
Divê yasaya tundiya li ser jinê dubare bê sererastkirin, bi yasayên taybet ji bo jinan bên girtina dest û jin bên parastin.
Guhertina hişmendiya mêrsalarî, perwerdekirina civakê bi rêya xêzan û dibistanan.
Hişyarkirina civakê ya li hember tundiya li ser jinê.
Avakirina pireke têkiliyan ya di navbera rêxistinên Rojava û Başûrê Kurdistan ji bo sûd ji ezmûnên hev bên girtin.
Avakirina meclisekê ji bo hevgirtina di navbera saziyên jinan.

Related Articles

Back to top button