
Bi boneya roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jin li Navenda Çandê ya Osman Sebrî a Şamê, bi hevkariya Kongra Star û Meclisa Jinan a PYD’ê panelek bi navê “Jin, Ewlehî û Aştî” li dar xist. Panel di heman demê de bi boneya salvegera 25’an biryara 1325’an a Konseya Ewlekariyê ku balê dikişîne ser girîngiya beşdarkirina jinan di dayîna biryaran û pêvajoya aştiyê de hate lidarxistin.
Berdevka Têkilî û Tifaqê siyaseta Demokratîk a Kongra Star Ronahî Hesen banga pêkanîna erkên exlaqî û qanûnî yên parastina jinan ji tundiyê kir û got, beşdariya jinan di diyalogan û avakirina biryaran de hêmana bingehîn a pêkanîna aştiyeke mayînde ye.
Di rûniştina yekemîn a panelê de hevseroka Nivîsgeha Têkiliyan a PYD’ê Sema Begdaş behsa biryara 1325’an a Neteweyên Yekbûyî, rêbazên pkanîna wê û astengiyên sereke yên li Sûriyeyê kir.
Di rûniştina duyemîn de çalakvana jin û lêkolîner Sewsen Zekzek rewşa bicihanîna vê biryarê li Sûriyeyê, pêşketinên hatine kirin, qadên ku pêdiviya wan bi desteka mezin heye, her wiha girîngiya beşdarkirina jinan di pêvajoya aştiyê de vegot.
Di dawiya panelê de beşdaran banga hewldanên hevbeş ên jinan û pêşxistina hemahengiyê kir da ku beşdariya wan di avakirina biryar û aştiyê de werin mîsogerkirin.



