ÇalakîNûçeSlide

Li Lubnanê Cejna Vejînê Hat Pîrozkirin

Kongra Star û PYDˊê yên Lubnanê bi boneya salvegera 47ˊan a Cejna Berxwedana Neteweyî şahiyek li dar xist.

Bi boneya salvegera 47ˊan a Cejna Berxwedana Neteweyî ku ji bo gelê Kurd ê li her deverê Roja Vejîna Neteweyî ye, rêxistina Kongra Star û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şahiyek organîze kir.

Şahî li hola Siwês a Beyrûtê bi amadebûna Kurdistaniyên li Lubnanê dest pê kir. Di şahiyê de endama Meclisa PYDˊê ya Lubnanê Rêvan Mihemed li ser navê komîteya amadekar axiv û ev bone li gelê Kurd pîroz kir.

Rêvan destnîşan kir ku ev roj beşek ji çîroska vejîna destpêkê ya ku beriya zêdetirî 50 salî dest pê kiriye, ye û diyar kir ku gelê Kurd ê berxwedêr ê li tevahî deveran têkoşîna û berxwedanê di oxira pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de didomîne.

Li kêlek wê jî ji hêla nûnerê Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Lubnanê Ebduselam Ehmed, nûnera Kongra Star Lemya Kobanê, Komeleya Newroz a Çandî û Civakî û ciwanên PYDˊê Şêro Efrîn ve, axaftin hatin kirin.

Related Articles

Back to top button