
Di çarçoveya çalakiyên Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan de, Kongra Star li bajarê Derbesiyê Komxebatek, bi beşdariya nûnerên rêxistinên civaka sivîl li dar xist.
Di Komxebatê de 2 mijarên sereke hatin gotûbêjkirin: Ya yekem li ser şêweyên tundiya li dijî jinan, di nav de tundiya fîzîk, psîkolojîk û civakî.
Mijara duyem jî li ser rola jinan di Îslamê de û ka Îslam çawa cihekî girîng dide jinan û mafên wan diparêze, bû. Ev mijar ji aliyê yek ji rêveberên Meclisa Jinan a Kongra Îslama Demokratîk de, Zibêda El Hisên ve hate birêvebirin.
Di Komxebatê de, di navbera beşdaran de gotûbêjin berferh çêbûn. Beşdaran bal kişand ser girîngiya têkoşîna li dijî tundiya li dijî jinan û xurtkirina rola wan di avakirina civakê de.
Di dawiya Komxebatê de, ji rêveberên Kongra Star li bajêr Silava Simo, diyar kir ku rizgarbûna jinan ji desthilatdariyê bi pêşxistina jinan dest pê dike, û da zanîn kir ku jin ew in ku civakê birêve dibin, û berpirsiyariya wan e ku edaletê di nav malbatê de pêk bînin û li seranserê civakê belav bikin.






