DaxuyanîNûçeSlide

Kongra Star: Hevrê Şîlan Kobanê û Hevalên wê bi Bîranî û Soza Layiqbûna Xeyalên wan da

Bi boneya 21'emîn salvegera şehadeta têkoşer û pêşenga jinên şoreşger Şîlan Kobanê û her 4 hevalên bi wê re, Kongra Star daxuyaniyekê ew bi bîranîn,û soza xwedî derketina li xeyalê wan da.

Di salvegera şahadeta rêheval Şîlan Kobanê (Meysa Baqî), Fuat (Hikmet Tokmak), Zekeriya Toros (Zekeriya İbrahîm), Ciwan Kobanê (Hacî Cuma Alî), Cemîl Nebo (Nebo Elî)’de em her pênç rêhevalên xwe bi rêzdarî bibîr tînin û soza layiqbûyîna li bîranîna wan dûbare dikin.

Daxuyaniyê bal kişand ser ked û wêrekiya jina pêşeng  hevrê Şîlan ku çawa li ser xaka suriyê bi wêrekî ji bo civakeke azad û demokrat têkoşiya û wiha pê de çû;Ji beriya her tiştî em bi baldarî vê dibêjin ku, îro eger em li ser xakên xwe yên azad dijîn, bûne xwedî nasnameya xwe, di nava rojhilata  navînde û cihanêde bûne xwedî gotin,  wek jin eger îro em bi rêxistinkirine, em deyndarê rêhevalên weke Şîlan Kobanêne. Ji ber ku di demeke herî zehmet de ku êrîşên rejîma Sûrî bi hemû awayên xwe rasterast li ser gelê Kurd pêk dihat,  ku nedihişt yêk xebat ji bo demokratîkbûyîna Sûrî bimeşe van rêhevalan bi dildarî, wêrekiyeke mezin ve di nava van xakan de kar û xebat meşandin.

Rêheval Şîlan ji Helebê heta Şam’ê keda ku  dayî ve îro ji mere hîmê şoreşê avakiriye. Em dizanin ku Şoreşa Rojava li ser keda rêheval Şîlan ku kêlî bi kêlî  hatiye hûnandin ve hatiye avakirin.

Daxuyaniyê destnîşan kir ku ‘Rêheval Şîlan hîn di temenê xwe ê biçûk de pêwendiyeke ji bo fikrên Rêber Apo pêşxistibû. Ji xwere weke xeyaleke mezin didît ku ew li pey fikrên Rêber Apo bibe şervanek azadiyê. Dema ku ev derfet kete destê wê jî yekser ji Helebê heta Şamê tevlî kar û xebatan bû ku gelê xwe ji zilma rejîma Baas rizgar bike.  Di vê çerçoveyêde li Efrîn û Helebê di nava xwendekarande xebatên şoreşê dimeşîne. Di nava gel de her wiha di nava ciwanan de gelek tê heskirin û bi bandor dibe.

Sala 2004’an da dema ku ji bo kar û xebatên PYD pêşbixînin tevî çar rêhevalên xwe berê xwe didin qada Rojava. Lê di encama qomployekê ku ji aliyê rejîma Baas ve hatî kirin de li ser sînorê Rojava û Iraqê tên şehîd xistin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de îşaret bi sedema hedef girtina  van hevalan kir ku ew jî ev bû, da ku rejîm rê li pêşiya têkoşîna gelê Kurd ê Rojava bigirin. Şûna ku rejîma Sûrî guhertin û diyalogêre vekirîbuya, rewşa xwe a hindirîn bi gelanre di nava wekhevî û aşitiyêde çareser bike, rêxistinbûyîna xwe bi gelên di nava Sûrîre xurt bike, têkoşîna van rêhevalên me ji xwere xeterî dît. Lê belê dîmenê îro derketî holê nîşan dide ku bi  hezaran Şîlan, Fuad, Ciwan, Zekeriya, Cemîl mezin bûne lê navê rejîma Baas jî di holêde nemaye. Ango bi têkoşîna van rêhevalên me ve îradeya azad bi serket dîktatorî têk çû.

Daxuyaniyê wiha domand ku rola van rêhevalên me di gihandina lûtkeya têkoşînêde tu caran nayê ji bîr kirin. Her yêk ji wan di demên herî aloz de kar û xebatê  ku meşandî û hiştiyî ku şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûrî hîn mezintir bibe, wê bibe mînakek ji dîrokê re. Bi hezaran kes îro li ser mîrateya wan dimeşin û şoreşê mezintir dikin.

Kongra Star di dawiya daxuyaniya xwede li ser hîmê rêheval Şîlan û hevrêyên wê ve  soza mezinkirina rêxistinbûyîna xwe da,her wiha ji bo ku layiqê têkoşîna wan bibin bi tevahî hêza xweve Şoreşa Rojava mezintir û xurttir bikin.

 

 

 

 

 

 

Related Articles

Back to top button