ÇalakîNûçeSlide

Li Bajarê Hesekê Girse Daketin Qadan û Daxwaza Azadiya Fîzîkî ya Rêber Ocalan Kirin

Şêniyên Hesekê û koçberên Efrîn û Serêkaniyê daketin qadan û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kirin.

Gelê Hesekê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullh Ocalan û pêkanîna mafê hêviyê û daxwaza bidawîkirina tecrîdê, îro li bajarê Hesekê meşek li dar xist.

Bi dirûşma “Ji bo Rêber Apo azadiya fîzîkî” bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê, endamên saziyan, gaziyên şer, malbatên şehîdan û koçberên Efrîn û Serêkaniyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daketin qadan.

Meşê ji Çerxerêya Sînalko dest pê kir, heya Parka Rêber Apo ya li taxa Nasira ya bajêr dom kir. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin bilindkirin û dirûşmên Bijî Serok Apo”, Bê serok jiyan nabe” û “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey serok” hatin berzkirin.

Piştî ku girseya meşê gihaşt qadê, ji rêveberiya Kongra Star a bajarê Hesekê Beyan Xelîl axivî. Beyanê diyar kir ku daxwaza tevahî pêkhateyan azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e û wiha got: “Mafê Rêber Apo yê azadiya fizîkî heye. Divê mafê hêviyê pêk were û tecrîd rabe.”

Beyanê destnîşan kir ku ji bo pêkanîna banga aştiyê û pêkanînan diyalogiyê divê Rêber Abdullah Ocalan azad bibe.

Hevserokê Meclisa Bajarê Hesekê Faroq Tuzo jî wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker naxwaza diyalog û banga aştiyê bigihêje serî ji ber vê jÎ her tim astengiyan derdixe. Em jî di wê baweriyê de ku Rêber Abdullah Ocalan wê ev pêvajo bi ser bikeve û her pêkaheteyek bigihêje. Hêviyên mezin em dijîn, ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan di banga xwe de her carê hêviyê dide gelê xwe. Em ê jî her li qadan bin ji bo azadiya Rêber Apo.

Related Articles

Back to top button