Şevê din cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) êrîş birin ser her du taxên Kurdan li bajarê Helebê. Di encama êrîşan de HTŞ’ê jinek qetil kir û hejmarek ji sivîl birîndar kirin.
Ji bo berxwedana li hember êrîşan hatiye raber kirin û şermezarkirina êrîşan gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgiriya xwe nîşan da.
Îro jî gelê bajarê Zirganê yê Kantona Hesekê ji bo şermezarkirina êrîşan û silavkirina berxwedêran meşek li dar xist.
Meşa ku ji ber ofîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) destpê kir bi dehan jin û mêr û xwendekarên dibistanan tevî mamosteyên wan beşdar bûn. Di meşê de diruşmeyên piştgiriyê û hevgirtinê hatin berz kirin.
Meş li qada mizgefta bajêr rawestiya, piştî deqeyek rêzgirtin Rêvebera Kongra Star Mîliya Mano axivî.
Mîliya got ku êrîşa HTŞ’ê piştî serdana Wezîrê Parastinê Hakan Fîdan û serokê îstîxbarata Tirkiyeyê ji Şamê re cihê gumanê ye. Rêveberiya Xweser ji bo diyalogê pabend e û ji her demê bêtir bi biryar e ku Peymana 10’ê Adarê, ji bo Sûriyeyek nenavendî ku mafên hemûyan garantî dike hewl dide, bicih bîne.
Mîliya got ku Eşrefiyê û Şêx Meqsûd modelek ji bo jiyana hevbeş û berxwedana civakî bûne û dimînin û her hedefgirtina wan êrîşek li ser tevna herêmê ye. Îradeya jiyana hevbeş, rûmeta mirovan û rastiya ku taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd qet ne xalên pevçûnê ne, lê belê sembolên berxwedan û jiyana hevbeş in, îro têne hedefgirtin.
Mîliya li ser êrîşên şevê din yên ku cîhadîstên HTŞ’ê pêk anîn got: Ev hewldanek têkçûyî ye ji bo şikandina îradeya gelekî bi israr ku bi salan li hember şer, pevçûn û dorpêçê li ber xwe daye. Tiştê ku îro diqewime sûcek eşkere û berdewam li dijî sivîlên bêçek e û beşek ji siyasetek sîstematîk a zextê ye. Ku şikandina îradeya niştecihan, çandina tirsê, birçîkirina mirovan û têkbirina bingehên jiyana hevbeş, armanc dike.
Mîliya da zanîn ku tacîza niştecihan, gefxwarina li ser ewlehiya wan a rojane û hedefgirtina debara jiyana wan ne bûyerên takekesî an xeletiyên takekesî ne. Em bi zelalî dibêjin ku hedefgirtina sivîlan sûc e, bêdengmayîn hevkarî ye û rewakirina wê xiyaneta li mirovahiyê ye.
Mîliya da xuya kirin ku ew hemî aliyên çareseriyên aştiyane asteng dikin bi tevahî berpirsiyar dibîne. Em bang dikin ku aqil û diyalog serdest bibe, hemî şêweyên rageşiyê rawestin ku vegere zimanê çareseriyên siyasî û civakî.
Mîliya di dawî de ji rayedarên têkildar û rêxistinên mafên mirovan daxwaz kir ku berpirsiyariyên xwe di parastina sivîlan û garantîkirina mafên wan ên bingehîn de, bicih bînin. Rûmeta mirovan xeta sor e û ewlehiya taxên niştecîbûnê divê wekî kaxezek danûstandinê an jî qadeke pevçûnê neyê bikar anîn.
Meş bi diruşmeya “Bijî berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê” bi dawî bû.







