
Bi hezaran gelê bajarên kantona Qamişlo bi armanca şermezarkirina êrişên komên çete yên dewleta Tirk ên di nava hêzên hikumeta demkî de li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên bajarê Helebê de xwepêşandan li dar xistin û piştgiriya xwe bi gelê re nîşan da.
ÇILAXA
Li bajarê Çilaxa, bi sedan şênî li Çerxerêya Jinan a bajêr kom bûn û pankartên “Bijî berxwedana Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê” û “Bi rihê berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê em ê destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin”, her wiha wêneyên qurbaniyên êrişan bilind kirin.
Meşa girseyî ber bi navenda bajêr ve bi dirûşmên şermezarkirina êrişan û silavkirina berxwedana gel bi rê ket, dema ku gihaşt Qada Şehîd Mesûm veguherî mîtîngê.
Di mîtîngê de, endama Meclisa Perwerdeyê ya bajêr Nezha Sêfedîn li ser êrişên berdewam ên çeteyên hikumeta demkî axivî. Nezhayê diyar kir ku ev êriş dê biryardarî û îradeya gelê rêxistinkirî û berxwedêr kêm nekin û şêniyên Çilaxayê amade ne tev li berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bibin.
Endamê Meclisa Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên Sadiq jî êrişên li ser her du taxan şermezar kirin û got: “Bi navê şêniyên Çilaxayê, em li kêleka berxwedana şêniyên her du taxan li dijî planên dagirkirin, qirkirin û koçberkirina bi darê zorê radiwestin. Em bang li rêxistinên mirovî û mafên mirovan dikin ku tavilê tedbîran bigirin da ku van binpêkirinên li dijî sivîlan rawestînin.”
TIL KOÇER
Li bajarê Til Koçerê, meşê ji çerxerêya nêzîkî şaredariyê dest pê kir û ber bi Qada Şaredariya Gel ve çû.
Li ber avahiya şaredariyê, meş veguherî mîtingê ku bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.
Ji rêveberên Kongra Star a Til Koçer Delal El Şibî axivî û diyar kir ku êrişa li dijî taxên sivîlan binpêkirina qanûnên navneteweyî û peymanên mirovî ye. Delalê got ew piştgiriyê didin berxwedana rewa ya şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê.
Ji rêveberên meclisa bajarê Til Koçer Hisên El Eyo jî êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin û wan wekî sûcê li dijî mirovahiyê bi nav kirin. El Eyo piştgiriya xelkê Til koçerê bo şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn anî ziman.
AMÛDÊ
Li Amûdê şênî bi berzkirina sloganên “Bijî berxwedana Şêxmeqsûdê” li Qada Jina Azad a Amûdê kom bûn. Piştî kombûyînê wêneyên birîndarên jin, zarok û mêr ên ku di encama êrişan de birîndar bûne, rakirin û dest bi meşê kir.
Di meşê de meşvanan pankartên “Bi can bi xwîn em te re ne Şêxmeqsûd”, “Şêxmeqsûd em bi te re heta mirinê”, “Em gelên cizîrê bi Şêxmqsûd re ne”, “Bendava berxwedanê”, “QSD hîmê artêşa neteweya gelê Sûriyeyê ye”, “Neteweya demokratîk rêça çareseriyê ye” rakiribûn.
Meşevan ji dema destpêkirina meşê ve heta gihaştina qada mîtîngê sloganên “Berxwedan jiyan e” û “Bijî berxwedanan Eşrefiyê û Şêxmeqsûd” berz kirin.
Meş li Qada Şehîd Cîhad veguherî mîtîngê, di mêtîngê de Endama Kongra Star Leyla Selman axivî bal kişand ser kiryarên dewleta Tirk a dagirker li hemberî pêşengên jin û da zanîn ku bila Erdogan bizane ew ê her li ser piyan bin, ji bo parastina û pêkanîna azadiya xwe dê her dem di nava têkoşînê de bin.
Leyla Selman diyar kir ku gelan li Bendava Tişrînê berxwedaneke dîrokî kirin. Berxwedan, têkoşîn û sozdayîna wan a bi şehîdên wan re wê bidome.
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk li Amûdê (PYD) Tariq Deqorî da zanîn ku nakokiyên ku di nava planên li Rojhilata Navîn derdikevin, herî zêde bandorê li gelê Kurd dike. Divê Kurd li ber xwe bidin û têkoşîna xwe ya azadiyê bidomînin.
Tariq Deqorî destnîşan kir ku çêkirin û pêkanîna planên li dijî berjewendiyên gelan li Sûriye hîn bi dawî nebûye. Dixwazin hevpeymanên di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta demkî ya Sûriyeyê tune bikin, tê xuyakirin ku ev plan ji bo dewleta Tirk a dagirker tê sazkirin û got: “Têkoşîna me wê bidome, em tu carî nasekinin.”
Meş bi sloganên “Bijî berxwedana gelan” bi dawî bû.




