Li Hember Kiryarên Hovane ku li Şêxmeqsud û Eşrefiyê tên kirin bê Helwest Nemînin
Kongra Star bi daxuyaniyekê ev bang kir “Bangewaziya me ji bo hemû raya giştî ya navneteweyî û saziyên mafên mirovan û hemû rêxistinên jinan; li hember kiryarên ku li taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê yên li ser jinan, zarokan, ciwanan û hemû pêkhateyan, bê deng nemînin.”

Dinava çend rojan de li herema Heleb taxên Şêxmeqsud û Eşrefîyê çeteyên xun mêj û çeteyên dewleta dagirker a Tirkî ber çavên gîştî cîhanê dijî jinan, zarokan û mirovahîyê tewanên mezîn dikin.
Di heremê da şeş rojan berxwedanîyek bê hempa hat meşandin. Dinava van şeş rojên dirêj û bi êş û azar bi hevalatîyeke pir xort bi riheke fedaîyane şeş hevalan bedena xwe kirin mertal jibo azadîya Gelên heremê. Ev her şeş heval, leheng, cengawer bê ku dudilî jîyan bikin lehengên weke Şehît Zîyad Heleb dema ferman da û got: dervî mirinê tu hêz me ji axa me nikare derxînin. Her wiha Gêl heta dawîyê di kozikan da mil bi mil bi şervanên azadîyê re berxwedanî kir. Qîrêna hemu dayikan, zarokan, şervnên azadîyê ew bu ku yan civaka exlaqî polîtîk û azad yan jî mirinek bi rumet bi wate.
Ev çete hebûna Gelan, wehevîyê, bi hevre jîyanê dinava aştîyane damezirandina pergala azadîyê qebul nakin.
Çeteyên ku sucên mirovahîyê kirine ne cara yêkeme dikin. Her wiha şehît Hevrîn Xelef, Barîn Kobanî û her wekê din hevala Jin ya ku li taxa Şêxmeqsud di avahîyê li tebeqeya sîsêyan de şehît ketibû cenazeyê heval ji qata sêyemîn da avêtin xarê.
Jibo tewanên şer yên li ser Gel, Jinan, zarokan û mirovahîyê wek em rêxistinên Jin sînuran nasnakin.
Bi zîhnîyeta baviksalarî ya mêrê serdest yêk rengî bedena Jinan dike armanc. Ev çeteyîn ku li Şengal, Rojava û hwd kuştin û firotina Jinan re dijminahîya mirovahîyê dikin, ev kiryarên niha jî têne kirin heman kiryarên zîhnîyeta serdestin.
Weke tê dîtin jî wêneyên ku li Şêxmeqsud nîşan didin çawa bi rumeta jinan tê leystin û teşîrkirin. Her wiha ciwanan direvînin. Buyerên ku li Şexmeqsu û Eşrefîyê kêlî bi kêlî di medya civakî da hovîtî û wehşeta dijî mirovahîyê raxist berçavên cîhanê. Beramber van kiryaran cîhan bêdeng ma. Şereke taybet yê psîkolojîk (derunî) li ser Gel û civakê tê meşandin. Di van dîmenan da tê dîtin kû zîhnîyeta baviksalar ya kû bi hezarî salane tolê ji Jinan radike radêxîne ber çavên hemê cîhanê.
Di dîrokên şeran da em dibînin ku her tim bedena jinan sereke tê hedef girtin. Em wê baş dizanin ku ev şere ne tenê dijî Jinan tê meşandin. Dijî tekoşîna wekhevî û yêkîtîya Jinan di diroka tekoşîna azadîya jin û di dîroka tekoşîna me da bi eşkere tên dîtin.
Hêza ku em ji mîrasa tekoşîna xwe digirin, bi hemu pêkhateyan, hemu bawerîyan, hemu nasnameyan, hebuna wana, hemu deskeftîyan, her wiha hemu sucên (tewanên) ku dijî Jinan têne kirin em tu caran bêdeng ne mane û bêdeng namînîn.
Jinên ku li taxa Şêxmeqsud û Eşrefîyê berxwedanîya rumetê dikin, îşkenceya ku li ser bedena wan tê kirin û teşîrkirin sucê (tewana) şere.
Bangawazîya me jibona hemû raya giştî a navnetewî yên mafê mirovan û hemû rêxistinên Jinan. Beramber kiryarên ku li taxên Şêxmeqsud û Eşrefîyê li ser Jinan, Zarokan, ciwanan hemê pêkhateyan bêdeng nemînin. Pewîste hemu civakên bi wicdan bikevin nava li û tevgerê. Ji hemu berpirsyarên van kiryaran hesap were xwestin û dadgehanda werin darizandin.
Jinan ku azad nebe, civak jî azad nabe.
Jina rêxistinkirî civaka rêxistinkirîye.
Hemê jinên li Surîyê dijîn pêwîstî tenî bi jîyana azad wekhevîyê heye.
Jibo jinanek azad û wekhev avabibe pêwîstî bi hevgirtina Jinan heye. Daku em jin bikaribin beramber zîhnîyeta baviksalarî tekoşîna xwe xort bikin.



