Kongra Strar:Şoreşa Me Ji Nû Ve Xwe Vejîn Dike û Emê Têkoşîna Xwe ji Herdemê Zêdetir Xurt Bikin
Jinên bajarê Qamişlo û navçeyên wê bi pêşengtiya Kongra Star, ji bo meşa navneteweyî ya cîhanî ya ku ji aliyê Înîsiyatîfa Jinan ve hatibû destpêkirin, parastina destkeftiyên şoreşê û piştgiriya berxwedana gel, dest bi xwepêşandanê kirin. Ev gav mezinahiya berpirsyariya dîrokî ya ku jin di parastina şoreşa jinan û parastina destkeftiyên wê de hildigrin nîşan dide.

Rêxistina Kongra Star bi Xwepêşandanekê piştgiriya xwe ji bo meşa navnetewî ya cîhanî diyar kir.
Xwepêşandan bi beşdariya sedan jin li qada Çarxêreya Darê ya şehîdên 12ê Adarê a bajarê Qamişlo hate lidarxistin.
Di serî de bi deqeyeke rêzgirtin li ser giyanên şehîdan hate rawestandin
Beşdaran bi tevlîbûna xwe diyarkirin ku ew ê ji bo hebûna jin û bidestxistina mafê wê her têbikoşin û li qadan bin.
Paşê Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo axivî û got emê bi sekin, têkoşîn, rêxisyinbûyî û helwest xwe mafê xwe misoger bikin .
Ev êrîşê ku niha li ser me , êrîşên ku dixwazin sîstemekî bê nasnameya jin ava bikin, welatekî bê hebûna jinan ava bikin û civakekî bê rengê jinan ava bikin.
Ev êrîş , êrîşên ku naxwazin ku em di sedsala 21’an de modela ku jinan avakirî dixwazin vê modelê rabikin.
Ji bo wê jî em ji vê qada rûmetê , qada berxwedan û şoreşa jin bi dengekî bilind wiha dibêjin wê kesek nikaribe îradeya jina azad têk bibe , destkeftiyên şoreşa jinan têk bibe û nikaribe sîstemekî desthilatdar, qirker, netewperest, cinsiyetperestli ser hebûna jinan feriz bike.
Rîhan tekez kir ku sîstema ku ew yek alî dixwazin , emê wê sîstemê qebûl nekin , şoreşa me nû destpêdike , têkoşîna me wê li hember vê hişmendiyê dubarê bi cesaretekî xurt emê mezintir bikin.
Cîhanekî bê jinan ne azad e, bê hebûna jinan,bê îradeya jinan cîhanekî ne edaletlî ye û wê aşîtî tê de çênebe.
Niha hemû jinên Kurd û Kurdistanî ji bo paras destkeftiyên şoreşa jin li her deverê li Kurdistan û Ewropayê li qada ne.
Ji qadên ṣoreşa jin ,berxwedan û têkoşînê em berxwedana jin û ciwanan, jinên azadîxwaz ku niha ji bo parastina destkeftiyên şoreşa jin li qadan e, em ber wan silav dikin û dibêjin bijî berxwedana jinên azadîxwaz.
Emê bi rihê yekîtî û hevaltiya jinan emê sîstemekî ku layiqî têkoşîn û şoreşa me be ava bikin.



