NûçeSlide

Şandeya Hunermend û Rewşenbîrên Kurd ku Derbasî Rojava Bûbû, Serdana Kongra Star kir.

Di Demên Dawî De Gelek Hunermendên Kurd Ji Çarparçên Kurdistanê Ji Bo Piştgirî û Bilindkirina Moralê Gel û Şervanan Berê Xwe Dane Rojava.

Ji Bo Berxwedana Rojava Hunermendên Kurd Ên Kurdistan ê Berê Xwe Dane Rojava

Di Demên Dawî De Gelek Hunermendên Kurd Ji Çarparçên Kurdistanê Ji Bo Piştgirî û Bilindkirina Moralê Gel û Şervanan Berê Xwe Dane Rojava.

Vê carê jî Hunermendên navdar Diyar Dêrsim û Şemdîn di nav de zîrekên Tîma Amed Spor kesên bi bandor ên Kurdistan ê bi dilekî germ berê xwe dan rojavayê Kurdistanê
Hunermandan doh bi meşa girseyî ya bajarê Qamişlo gera xwe destpêkirin, îro jî serdana Kongra Star kir. Şande ji hêla berdevka Kongra Star Rîhan Loqo û endamên wê Star Gulistan Gulo, Ronahî Hesen û Rûken Ehmed ve hate pêşwazîkirin.

Rîhan Loqo bixêrhatina şandeya hunermed û rewşenbîran kir.

Hunermed Diyar Dêrsim jî got: “Her ku em diçin cihekî em kelecaneke nû dibin. Wateya wê kelecanê heye. Nirxên vê şoreşê hene, ez bi xwe jî wek hunermend her daxwaza min ew e hunermendê gelê xwe bim. Şoreşa me şoreşa jinan e û bi fikira Rêbertî ye. Hêviyeke pir mezin heye û em jî ji fikra ku Rêbertî daye jinan, fêr dibin.”

Her wiha Hozan Şemdîn jî diyar kir ku ev hemû destkeftî ji fikrên Rêber Abdullah Ocalan in.

Hunermend Luqman Salim Fattah jî diyar kir ku jin di her qadê de cihê xwe digirin û got: “Ev yek serkeftin e ji bo me. Şoreşa Rojava dê bi têkoşîna jinan bi ser bikeve.”

Gulbahar Rahîm jî destnîşan kir ku hêza jinan dihêle civak li derdora hev kom bibe. Ev cihê şanaziyê ye. Şoreşa Rojava, bi şoreşa jinan tê naskirin û ev yek jî bûye nimûneyek ji bo cîhanê.

Related Articles

Back to top button