NûçeSlide

Şandeya Fransî Li Rojava : Me Gelek Sûdên Siyasî , Pergalî, Leşkerî Ji şoreşa Rojava Wergirt

Şandeya Fransî Bi Armanca Şopandina rewşa Herêmê Cara Duyemîn e Ku Serdana Kongra Star a Rojavayê Kurdistan ê Dike.

Îro şandeya Fransî di saet 30’an de serdana Navenda Peywendiyên Dîplomasî ya Kongra Star a Rojavayê Kurdistan ê Kir.

Şande ji aliyê endamên rêveber ya Kongra Star hate pêşwazîkirin, di rûniştana herdû aliyan de behsa rewşa Sûriyê ya aloz û bi taybet ya rojavayê Kurdistan  Ku têde kurd bi gevan re rû bi rû ne, hate kirin.
Şandeyê diyar kir ku ew ji sîstem , rêveberiya jin di nava şoreşa rojava de , wekheviya di navbera jin û mêr de gelek sûd girtin û xwestin ku li welatê xwe ve pergalê pêk bînin, ta niha li ti welatên Ewropî sîstemekî wiha demokratîk pêk nehatiye.
Herwiha şandeyê da zanîn ku em li vir ji nêz ve rewşa rojava dişopîndin da ku em ji hikumeta Fransî re parve bikin ku hîn zêdetir destekê bide şoreşa rojava, ew gelekî hewil didin di parlemanên xwe de nîqaş bikin ku kêsên kumkujiyan dikin werin muhasebekirin.
Ew gelekî hewildanan dikin ku ew kesên komkujî pêk anîne di deh salên borî de desteserbikin da ku di salên bê de careke din komkujiyan pêk neynin.
Herwiha tekez kirin ewê car caran civînan lidarbixin da ku rewşa pêkhateyê li herêmê raghînin.

Di rûniştinê de berdevka Kongra Star Rîhan Loqo jî destnîşan kir ku erkê jin li rojava pir zehmete , ji bo nasnama xwe bibparêze ew li hember ,destdirêjî,dagirgerî,hişmendiya baviksalarî li ber xwe dide.
Herwiha li ser xeteriya Daişê ku bi hatina hikûmeta demikî ve ji nû ve zindî bûye hate kirin.
Di nîqaş de hate tekezkirin ku derketina Daişê li holê ne tenê ji bo Sûriyê metirsîdar e, lê belê ji bo tevahiya cîhanê ev xeterî heye.
Şandeyê di dawiyê destekdayîna xwe ji bo rojava tekez kir û dê çi ji wan were bi erkê xweve rabin.

Related Articles

Back to top button