
Şêniyên bajarê Hesekê meşek ji bo piştgiriya şoreşa Rojava li dar xistin, bi dirûşmeya “Divê mafên me di destûrê de werin misogerkirin, zimanê me nasnameya me ye, Jin jiyan azadî ,em ê vê rojê bikin rojek piştgiriya Rojava”.Meş bi beşdariya endamên saziyên sivîl ,Rêxistina Kongar Star û leşkerî yên girêdayî Rêveberiya Xweser, û her wiha bi sedan niştecihên bajarê Hesekê li çerxa Kevokê dest pê kir û li çerxa Serhed a li taxa El-Muftî ya bajarê Hesekê veguherî mitîng .
Piştî deqyek rêzgirtin, endama Kordînasyona Kongra Star, Rûken Ehmed got, “Em di meha Sibatê de ne, meha ku bi komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocaln re hevdem e. Rêbetî dibêje ku armanca vê komployê tunekirina gelan e . Ew dixwazin carek din komploya navneteweyî a 1999 nû bikin. Ger îro hêzên mezin ji bo doza Kurd dicivin, ev ji ber berxwedana jinan û gelan e. Dema ku gel piştgirîya hêz û doza xwe dike kes nikare wê bişkîne”
‘Berxwedana gelê Kurd li hemû aliyên Kurdistanê hêzên mezin neçar kiriye ku li ser doza me nîqaş bikin’
Rûken balkişand li ser gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dema dibêje’ eger azadî bi hêsanî bi dest bikeve, Ronahî û Bêrîtan wê xwe neşewitandana’ û wiha axaftina xwe dewam kir:”Berxwedana gelê Kurd li hemû aliyên Kurdistanê hêzên mezin neçar kiriye ku li ser doza me nîqaş bikin. Ji ber vê yekê, ji hêza xwe bawer bin û li kêleka wan bisekinin. Divê gel bizanibe ku dorpêça ku li Kobanî şikest encama têkoşîn û berxwedanê bû, û em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Rûken da zanîn ku xeterî hîn jî li ser hebûna Kurdan heye Ji ber vê yekê banga li bilindkirina tekoşînê kir û got:” divê em têkoşîna xwe bidomînin da ku komploya navneteweyî ya ku armanca wê tunekirina me bû, bişkînin, mîna ku gel di sala 1999an de komploya navneteweyî ya li dijî rêbertî şikand. Îro, bi yekîtiya gel û têkoşîna berdewam.”
Meş bi dirûşmeya “bijî berxwedana gelê Kurd “bi dawî bû.
Di heman çarçoveyê de Li bajarê Dirbêsiyê jî bi sedan şênî beşdarî meşek girseyî bûn. Meşê li Qada Jina Azad dest pê kir û ber bi Qada Şehîdan ve çû, li wir beşdaran al û sembolên kurdî, li gel pankartên “Divê mafên me di destûrê de werin misogerkirin” û “Zimanê me nasnameya me ye” bilind kirin.
Li Qada Şehîdan, piştî deqeyeke rêzgirtinê endamê Însiyatîfa Gel a Dirbêsiyê Silêman axivî û got: “Meşa gelê me bi destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê li Rojava dest pê kir, ku ji aliyê jin û ciwanan ve tê birêvebirin û têkoşîna YPG/YPJ’ê destkeftiyên mezin bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin.”
Li ser navê Tevgera Jinan a Rojava û Kongra Star, Rexda Şihada daxuyaniyek xwend û diyar kir ku ev tevgera gel li dijî hemû proje û polîtîkayên ku maf û hebûna gelê Kurd hedef digirin pêk hat. Rexda diyar kir ku gelê Kurd ji bo azadî û rûmetê fedakariyên mezin kirine û dest ji destkeftiyên xwe bernadin.
Meş bi dirûşman bi dawî bû.





