DaxuyanîNûçeSlide

Kongra Star Û Mecilsa Jin A Malbatên Şehîdan:Em Demildest Cenazeyê Şehîdan Û Serbestkirina Zarokên xwe Dixwazin

Cîhadîst ango daişiyên girêdayî hikûmeta demikî ya Sûriyê derheqê Jin,malbat ,şervan û gorên şehîdên Kurd , sûcên dijmirovahiyên pêk tîne.

Ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bigre ta Kobanê, Reqa , Tebqa û gundên derdora wan cîhadîstên girêdayî hikûmeta demikî ên ku bi zihniyeta daişê lê bi cilên guhertî ,wekî gurên dev bi xwîn hemû cureyên bê exlaq û dijmirovahiyê bi serê Kurdan de pêk anîn.

Hema ji avêtina cenazeyê şervanên Jin ji qatên avahiya, ji qutkirtina keziyên wan , ji derxistina dil û çavên şervanan ku li ti devera dunyayê bi vî awayî hovîtî pêk nehatiye.,

Bi hezaran malbatên Kurd ji deverên kontrolkirina cîhadîstên girêdayî hikûmeta demikî koçber bûn , di riya koçberkirinê de jî li ser riyan hatin qetilkirin û cenazeyên wan li erdan man .

Êrîşên ku têne kirin li ser hebûna gelê Kurd bi temamî ye , bi sedan şervanên Kurd di destên cîhadîstên girêdayî hikûmeta demikî ya Sûriyê de ne , bi sedan jî termê şehîdan li çolan mane û rê nadin ku kes bîne .

Lewra Kongra Star û Meclîsa Jin A Malbatên Şehîdan bi daxwaza serbestkirina dîlgirtiyên ku zarokên vî gelî ne herwiha radestkirina cenazeyê şehîdan , daxuyaniyek dan.

Daxuyanî di saet 11’an de li goristana Delîl Saroxan ji aliyê Fatma Mamo hate Xwendin.

Daxuyaniyê xîtabî rêxistin û komîteyên hiqûqî û mirovî, û dosran kirin ,û wiha got’em wek Meclisa Jin a Meclisa Malbatên Şehîdan, ji dilê “Cizîrê” yê ku bi berxwedanê lê dide, bi keder û fikarên mezin geşedanên lezgîn û êrîşên pergalî yên ku destkeftiyên şoreşa me ya li Rojava dikin armane, dişopînin. Ev êrîş di bin bêdengiya navneteweyî ya ku tê wateya şirîkatiyê de pêk tên. Tiştê ku îro diqewime ne tenê şerekî leşkerî ye, lê qirkirina vîna jinê û şikandina vîna civaka ku bi saya fedekariya kur û keçên me bêhna azadiyê girtiye.

Daxuyaniyê wiha domkir’dilê me dişewite dema ku em dibînin cenazeyên şehîdên me têne parçekirin û bi hemû şêweyên ku ji mirovahiyê şûştî ye li hemberî van şehîdan bi kar tînin.Goristanên şehîdan li wan herêmên ku hêzên me jê vekişiyane, tên bêhurmetkirin. Ev şehîdên ku canê xwe di ber mirovahiyê de feda kirin li hemberî çeteyên herî hovane. Êrîşên ser goristanan, rûxandina kêlên goran û derxistina laşê lehengên me kiryarên bê exlaqî û sûcekî şer ê ku rûyê mirovahiyê reş dike. Ev goristan rûmeta gelê me û bîra têkoşîna me ne; destdirêjiya li ser wan, hedefgirtina rasterast a her dayik, hevjîn û zarokên vî welatî ye.

Di daxuyaiyê de, bang li civaka navneteweyî hat kirin ku divê eşkerekirina çarenûsa windayan, parastina tavilê tevbigere ji bo canê dilan û parastina rûmeta şehîdên me. Divê cenazeyên şervanên me yên ku cara duyemîn bûn mertal ji bo parastina civakê li diji hovitî û zordariya komen terorîst, radestî me bikin

Di daxuyaniya Meclisa jin de hat diyar kirin ku, bi zelalî nêzîkatiya tolhildanê û pêkanînên sovinist ên ku ji aliyê “Hikûmeta Demkî” û komên wê ve têne meşandin, dibînin. Kesên ku qebûl kirine bibin amûr di destê kesen din de, nûnertiya daxwazên gelê Sûriyeye nakin; berovajï vê , ew hewl didin polîtîkayên tirsandin û talankirinê bi cih bikin, bi taybetî li dijî jinên ku di Şoreşa Rojava de pêşeng bûn
Li ser vê bingehê, em wek dayik, zarok û hevjînên şehîdan di Meclisa Malbatên Şehîdan de:

Daxwazê ji aliyên garantor ên peymana agirbestê dikin ku bixebitin ji bo radestkirina cenazeyên kur û keçên mẹ yên şehîd ku hîn li erdan mane; ev yek binpêkirina rûmeta şehîdan e a li dijî exlaqê şer e.

Daxuyaniyê eşkere kir ku ev binpêkirin nikarin vîna me bişkînin berevajî vîna me ya ji bo parastina piroje û destkeftiyên me xurttir dikin.

Em tekez dikin ku xwîna sehîdên me vala naçe. Em ê kesên ku sûcên bêhurmetkirina goristanan parçekirina cenazeyan û îşkencekirina dîlan dikin, di hemû qadên navneteweyî de bidin pey wan û wan darizînin.

Banga me ji bo hemû rêxistinên mafen mirovan da ku destwerdanê bikin û çarenûsa girtiyên me diyar bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû jinên cîhanê hat kirin ku li dora doza me bicivin rûmet û mafên me yên rewa biparêzin.

Related Articles

Back to top button