Arşîv

‘Li dijî hişmendiya qirker divê hemû civak li ser piya be’

KOBANÊ – Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Almaz Romî di derbarê kiryar û êrîşên dewleta tirk de got: “Fikir û feraseta Erdogan û DAIŞ’ê yek e. Tu cudahî di navberê de tune ye. Loma her têkoşîn û berxwedan dikeve para gelê kurd.”

Endama Koordînasyona Rêxistina Kongreya Star ya herêma Firatê Almaz Romî derbarê helwest û kiryarîn dewleta tirk de diyar kir ku divê gelê kurd her dem li dijî plan û lîstikên qirêj hişyar bin û wiha got:”Erdogan ji Şengal, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û niha li Efrîn û Bakurê Kurdistanê pilanên qirkirin û tunekirina jinan dixe meriyetê. Loma li dijî van planan rêxistinek xurt a gelê Kurd divê.”

‘DAIŞ’ê jin bê îrade, bê maf û bê hêz kiribû’

Almazê di destpêkê de behsa kiryarên DAIŞ’ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û got:”Zihniyeta Çeteyên DAIŞ’ê gelek hov bû û ne cihê qebûlkirinê bû. Ya balkêş jî hemû kiryar û tundiya xwe li ser jinê didan meşandin. Di 2014’an de dema ku DAIŞ’ê komkujiya Şengalê pêk anî, hemû rêbazên qirêj û tunekar bi ser jinên Êzidî ve anîn. Her wiha çeteyan herêmên Bakurê Sûriyeyê weke Dêrezor, Reqa, Tebqa û Minbicê jî bi heman ferasetê dagir kirin. DAIŞ’ê zext û zordariya xwe li ser tevahî aliyên civakê dimeşand, lê di kesayeta jinê de cureyên herî hov bi cih dianîn. Di encama zagonên çeteyan de hêz û îradeya jinê hatibû çewisandin û mafê wê binpê dikirin. Lê bi saya bexwedana YPJ’ê û QSD’ê dawî li vê hovîtiyê hat.”

‘Li dijî hişmendiya dijmirovî yekîtiyek xurt pêwist e’

Di domandina axaftina xwe de Almazê bal kişand ser girêdana di navbera dewleta tirk û DAIŞ’ê de û wiha got: “Her wiha Bajarê Efrînê yê berxwedêr ku bi hêz û gelê xwe ve li dijî tank û balafirên dewleta tirk 58 rojan li berxwe da, îro rewşa wê li ber çav e. Erdogan ku behsa demokrasî û azadiyê dikir ku wê ji bo şêniyên Efrînê bibe rizgarker û ji bo wan ewlehiyê bîne. Di roja îro de artêş û çeteyên wî kiryarên herî dijmirovî li Efrînê dikin. Dewleta Tirk ku qaşo bi rengekî veşarî alîkarî û hevkariya çeteyên DAIŞ’ê dikir, dîtin ku hêzdayîna Çeteyan têrê nekir ku xeyalên wan bi cih bînin. Loma dewleta tirk êdî bi xwe daket meydanê û dest bi pêkanîna pilanên xwe kirin. Yek ji pilansaziyên Erdogan jî dagirkirina Efrînê bû, di roja îro de dewleta tirk zihniyeta çeteyên DAIŞ’ê li Efrînê jî dimeşînê. Li dijî hişmendiya dijmirovî yekîtiyek xurt pêwist e.”

‘Hişmendiya dewleta tirk û DAIŞ’ê yek e’

Almazê di dirêjiya axaftina xwe de bal kişand ser qetlîam û tundiya li ser jinan û wiha pêde çû: “Rojane jin bi qetilkirin, tecawiz û revandinê re rû bi rû dimîne. Rewşa ku niha jin li Efrînê dijîn, gelek dijwar e. Jinê bi vî awayî tespît kir ku hişmendiya dewleta tirk nasname û vîna jinê armanc digire. Jinên Bakur û Rojihlatê Sûriyeyê li dijî çeteyên DAIŞ’ê berxwedanek gelek mezin kirin û bi pêşengiya wê DAIŞ têk çû. Ji ber vê jî tirsa dewleta tirk a ji hêz û cesareta jinê eşkere ye. Têkiliya di navbera jin û xwezayê de, weke têkiliyê wê bi zarokên wê re ye, ji ber vê jî artêşa tirk rojane daristan û xwaziya Efrînê dişewitîne û li ser jinan êrîşên derveyî mirovahiyê pêk tîne. Fikir û feraseta Erdogan û DAIŞ’ê yek e, tu cudahî di navberê de tune ye. Dagirkeriya niha li ser Efrînê jî berdewamkirina hebûna DAIŞ’ê û ew zîhniyeta ku qirkirin û tundiyê ji xwe re bingeh digire ye.”

‘Li dijî hişmendiya qirker divê hemû civak li ser piya be’

Almazê herî dawî bang li tevahî jinên cîhanê kir ku li dijî hişmendiya tunekirina jinan rabin ser piyan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Îro li Bakurê Kurdistanê desteserkirina şaredariyên gel yên HDP’e ji aliyê AKP’ê û MHP’ê ve pêk hat, ev êrîş li ser hebûn û îradeya jinê ye. Dewleta tirk bi hişmendiya xwe ya tunekar, jineke xwedî hêz û nasname li ku derê bibîne, dibe hedefa wan. Li Bakurê Kurdsitanê jî jinên Kurd pêşengiya avakirina pergala demokratîk dikin. Erdogan vê yekê ji bo hilweşîna sîstema wî ya desthilatdar û zayendperest xeteriyeke mezin dibîne. Ji ber vê jî ketiye liv û tevgerê ka wê çawa desthilatdariya xwe xurtir bike. Bê gûman ev kiryarên dewleta tirk hemû jî nayên qebûlkirin. Loma divê îro jinên hemû cîhanê yên azadî, aşitîxwaz, jinên rêxistinên parastina mafên mirovan û her jineke ku ji bo azadiya xwe têdikoşê li hember vê hişmendiyê rabe ser piyan. Li dijî hişmendiya qirker divê hemû civak li ser piya be.”

Back to top button