Konferans û KongreNûçeSlide

Jinên ji Abya Yala û Kurdistanê li Bogotayê Konferans lidar dixin

Di konferansa ku ji Abya Yala û Kurdistanê zêdetirî 400 delege beşdar bûne de, jin li dijî mêtingerî, baviksalarî û kapîtalîzmê xeta têkoşîna hevpar nîqaş dikin.

Konferansa bi navê “Em ê bişkivîn Ji ber ku Şer Nikare Kokên Me Tune Bike”, ku ji aliyê tora “Jin Pêşerojê Dihûnin” û tevgerên jinan ên Amerîkaya Latîn ve hatiye birêxistinkirin, li paytexta Kolombiyayê, Bogotayê dest pê kir.

Ev civîn wekî berdewamiya Konferansên Jinan ên Cîhanê yên Frankfurt (2018) û Berlînê (2022) tê dîtin. Ji bilî parzemîna Abya Yala, nûnerên gelên xwecihî û tevgerên li seranserê parzemînê jî beşdar dibin. Di konferansê de nûnerên kolektîf, tevger û konfederasyonên rêxistinkirî yên ji welatên wekî Meksîka, Honduras, Guatemala, Haîtî, Nîkaragua, Kosta Rîka, Panama, Venezuela, Kolombiya, Ekvador, Brezîlya, Bolîvya, Perû, Şîlî, Arjentîn û Ûrûguayê; her wiha delegeyên ji Kurdistan, Ewropa, Tirkiye, Kanada û Awustralyayê, bi giştî zêdetirî 400 delege cih digirin.

Piştî amadekariyeke nêzî salekê, daxwazên beşdariyê pir zêde bûn; lê organîzasyonê pêşî cih da gelên xwecihî, tevgerên femînîst, tevgerên civakî, sendîka, tevgerên ekolojîk û kolektîfên çapemeniya alternatîf.

Di konferansa ku dê heta 15’ê Sibatê berdewam bike de, jin dê polîtîkayên wêranker ên mêtingerî, baviksalarî û kapîtalîzmê nîqaş bikin û li ser wê yekê bisekînin ku berxwedana civakî ya li ser bingeha azadiya jinê çawa dikare were rêxistinkirin. Bername dê bi sê rûniştinên giştî û rojek atolyeyan berdewam bike.

Konferans diyarî Alîna Sanchez, Berta Caceres, Rosa Luxemburg û Sakine Cansiz hat kirin.

Konferans êvara 11’ê Sibatê bi rîtueleke ku ji aliyê rêberên manewî yên gelên Mapuche, Quechua, Lenka, Aymara û gelên din ên resen ve hatî kirin, destpê kir. Di civînê de her gelek bi reng û cilên xwe yên netewî amade bû; delegasyona Kurdistanê jî bi cilên xwe yên netewî di rîtuelê de cih girtin.

Vebûna fermî ya konferansê dê di 12’ê Sibatê de, saet 08:30’an (bi dema herêmî) bi performanseke çandî were kirin. Piştî vebûnê, dê nirxandineke li ser rewşa heyî ya êrîşên baviksalarî û dewletê were xwendin. Piştî analîza ku dê ji aliyê nûnerên Meksîka, Honduras, Kurdistan û Feministas Abya Yala ve were pêşkêşkirin, dê rûniştina yekem dest pê bike.

RÛNIŞTINA YEKEM: POLÎTÎKAYÊN MÊTINGERÎ Û TÊKOŞÎNA PARASTINÊ

Di rûniştina yekem a bi sernavê “Li Abya Yalayê polîtîkayên mêtingerî, êrîş û têkoşîna parastina axê” de; polîtîkayên ekstraktîvîzmê (talankirina çavkaniyên xwezayî yên wekî maden û petrolê, her wiha mêtingeriya zihnî û bedenî), kiryarên dewletan, şîrketên pirnetewî û hêzên paramîlîter dê werin destgirtin.

Di panela ku di bin moderatoriya nûnera MAT (Tevgera Têkoşîna ji bo Av û Axê) de pêk tê; nûnera tevgera Congreso de los Pueblos-Colombia Nadia Umaña, ji tevgera “Un Salto de Vida” ya Meksîkayê Jalisco û nûnerên Unión Comunera ya Venezuelayê dê encamên êrîşên li welatên xwe binirxînin.

Di bin sernavê “Berxwedanên li dijî van êrîşan, girêdanên di navbera wan de, şêwaz, rêbaz û xalên hevpar ên van têkoşînan” de; li ser navê OFRANEH (Honduras) Carmen Alvarez û li ser navê CONAIE (Ekvador) Aveline Rochel dê biaxivin.

Di mijara “Li dijî van êrîşan, bêyî ku mirov bikeve xefikên dewletê, pergaleke alternatîf çawa tê avakirin?” de jî, ji Kongra Star Bêrîvan Xalid û ji CRIC -Konseya Gelên Resen a Caucayê (Kolombiya) Roseli Finscue dê axaftinên xwe bikin.

ÊRÎŞÊN LI SER JIN Û AXÊ Û BERXWEDAN

Rûniştina bi sernavê “Corpo territorio de las mujeres” dê di saet 14:00’an de destpê bike û tê de êrîşên li ser jin û axê û berxwedanên li dijî wan werin nîqaşkirin. Di panela di bin moderatoriya Adriana Guzmán a ji Bolîvyayê de; nûnera Feministas del Abya Yala, keça Berta Caceres a hatî qetilkirin Bertita Zuniga Caceres ji COPINH (Honduras) û Meryem Fatihî ji KJAR’ê (Kurdistan) dê biaxivin.

Di panelê de dê krîmînalîzekirina têkoşîna jinan û polîtîkayên dewletê werin nirxandin; li ser kuştinên jinan û tundiya di malbat, civak, qada siyasî û cihê kar de rapor werin pêşkêşkirin. Di heman demê de dê li ser pratîkên berxwedanê yên jinan jî were sekinandin.

‘RENGÊ JINAN TEVLÎ BERXWEDANÊ KIRIN’

Rûniştina sêyem bi sernavê “Rengê jinan tevlî berxwedanê kirin” di forma maseya girover de pêk tê. Di vê beşê de dê gavên ji bo xurtkirina rêxistiniya jinan, astengî, fersend û hewcedarî werin nîqaşkirin. Armanca hunandina tora konfederalîzma demokratîk a li ser bingeha hevparî û cudahiyên têkoşînan dê derkeve pêş.

Di bin sernavê “Hevpeymaniya di navbera baviksalarî, dewlet, mêtingerî û kapîtalîzmê de”; Vanesa Mendoça (Brezîlya), Vidalina Morales (El Salvador), Vanesa Jeudi (Haîtî) û li ser navê Tevgera Jinên Kurdistanê Dengîr Guneş dê biaxivin.

Di mijara “Zanist û kevneşopiya jinê çawa dibe bingehek xurt ji bo berxwedanê” de; Machi Betiana (Mapuche), Lolita Chávez (Guatemala), Sleydo (Kanada), Aveline Rogel (Ekvador) û li ser navê Jineolojiyê (Kurdistan) Dîrok dê pêşkêşiyên xwe bikin.

Li ser mijara “Rêxistiniya xweser wekî rêgêzeke bingehîn”; Julia Rodríguez (Kolombiya), Claudia Torres (Meksîka), Lourdes (Perû), ji TJA’yê (Kurdistan) Jiyan Dogan û Claudia (Kolombiya) dê binirxînin.

ATOLYEYÊN BI 8 TEMAYÊN CUDA

Di 13’ê Sibatê de bi sernavê “Ber bi Konferansa Jinan a Demokratîk a Cîhanê ve”, dê rêya ber bi konfederalîzma demokratîk a jinên cîhanê ve were nîqaşkirin. Piştre atolyeyên bi 8 sernavên cuda werin lidarxistin: Parastina Cewherî, Konfederalîzma Demokratîk, Aboriya Komunal, Tenduristî, Kultûr û Huner, Perwerde, Komunîkasyon û Medyaya Alternatîf, Jineolojî.

Di 14’ê Sibatê de dê encamên atolyeyan werin nirxandin û nûnerên atolyeyan dê pêşniyarên xwe ji bo çareseriyê pêşkêş bikin. Di 15’ê Sibatê de jî dê deklarasyona encamê ya konferansê ji bo erêkirina delegeyan were xwendin. Konferans dê bi bazara gelan û çalakiyên çandî bi dawî bibe.

Di roja duyemîn a Konferansa Abya Yala de bal kişandin ser ‘Konfederalîzma Jinan’

Roja duyemîn a konferansa jinan a li Abya Yala bi pêşandan sinevîzyona ji bo bîranîna pêşengên dîroka têkoşîna jinan û kesên ku jiyana xwe ji dest dane hatibû amadekirin dest pê kir.

Ji Tora Jinê Pêşerojê Dihûnin Zîlan Diyar di çarçoveya bernameya roja duyemîn de li ser rêgezên Konfederalîzma Jinan a Cîhanê pêşkêşiyek berfireh kir.

Zîlan Diyar di axaftina xwe de diyar kir ku ezmûnên ku di seranserê konferansê de hatine bidestxistin bal dikşîne ser berxwedanek hevpar û bîra biêş.

Zîlan Diyar anî ziman ku polîtîkayên dagirkerî, talankirin û krîmînalîzekirinê ne tenê li Kurdistanê, di heman demê de li deverên cûda yên cîhanê jî bi heman rengî têne jiyîn û bal kişand ser şewitandina gundan, koçberî û polîtîkayên asîmîlasyona çandî yên li Kurdistanê. Zîlan Diyar li mînakên wekî birîna darên zeytûnê yên li Efrînê û êrîşên li Rojava, wêrankirina ekolojîk û demografîk bi bîr xist.

Zîlan Diyar destnîşan kir ku têkoşîna jinan karekterek enternasyonalîst dihewîne û da zanîn ku navên wekî Alina, Ronahî, Amara û Sara nirxa gerdûnî ya têkoşînê temsîl dikin.

Diyar wiha axivî: ”Em dixwazin van ramanên têkoşînê di bin navê konfederalîzmê de bikin yek. Li her derê hewceyî bi vê yekê heye. Em ne yên yekem in ku vê yekê pêşniyar dikin. Lê divê em bifikirin ka çima înîsiyatîfên jinan di dîrokê de bi ser neketin.”

Zîlan Diyar banga xurtkirina hevgirtin û hevrêtiya li dijî pergala ku hewl dide di navbera jinan de pêşbaziyê çêbike kir.

Diyar di axaftina xwe de metafora “dara banyanê” bi kar anî û diyar kir ku konfederalîzma jinan toreke ku kok digire û li her derê belav dibe û divê bi bawerî, hêvî û ruhê hevpar tevbigerin.

Zîlan Diyar wiha pê de çû: “Heke em ruhê hevpar biafirînin, her hevalek dikare bibe şaneyek konfederalîzmê. Ya girîng ruhê wê ye. Em ê li ser vê yekê bifikirin û bi awayekî dogmatîk nêzîkî wê nebin. Em ê li ser tiştên ku me guhertine û em ê çi biguherînin û tiştên ku divê em bikin bifikirin. Di vê rêwîtiyê de em ê bi hev re bikin, em ê bi wekheviyek mutleq nêzîkî wê nebin û em ê nehêlin ku kes li paş bimîne an jî ji hev were veqetandin.”

Piştî pêşkêşkirinê,  peyama dîtbarî ya tevgerên jinên Somalî hat pêşandan. Piştre, li ser mijarên aborî, çandî, tenduristî, xweparastin, perwerde, ragihandin-medya, konfederalîzma jinan û jineolojiyê komên xebatê hatin avakirin. Tê plankirin ku encamên nîqaşên ku li deverên cûda hatine lidarxistin, werin berhevkirin û pêşkêşî delegeyên konferansê werin kirin.

Related Articles

Back to top button