NûçeSlide

Nirxandinên Rêber Ocalan di Derbarê Komploya 1

Rêber Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe yên têkildarî komploya navneteweyî de, balê dikişîne ser hêzên ku rola wan a sereke heye. Rêber Abdullah Ocalan diyar dike ku komplo beşek ji siyaseta hêzên hegemonîk-kapîtalîst ên bi serêkêşiya DYA, Îsraîl û Ewropayê bû.

Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Rêber Abdullah Ocalan di asta navneteweyî de komployek hat destpêkirin. Ji ber vê yekê Rêber Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derket û roja 15’yê Sibata 1999’an bi hevkariya gelek hêzên navnetewî li Kenyayê radestî dewleta Tirk a dagirker hat kirin. Ev 26 sal in jî li Girava Îmraliyê di bin sîstema îşkence û qirkirinê de tê girtin.

Rêber Abdullah Ocalan di pêvajoya Îmraliyê de li ser komployê nirxandinên girîng kirin û di paraznameyên xwe yên bi navê “Şaristanî” û “Parastina Kurdên Di Nava Pencê Qirkirina Çandî De/Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk” de gelek xal zelal kirin.

Bi minasebeta salvegera 27’an a komploya 15’ê Sibatê, em van nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan wekî 4 beşan di weşînin.

DI ŞEXSÊ MIN DE NIKARÎBÛ XWE LI ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD RAGIRE

Hevkêşeya rê li ber pêvajoya derketina min a ji Sûriyê vekir, hîn balkêştir e. Têgihiştina ez ji Sûriyeyê derxistim, ya rastî xwe dispêre şerê nakokiya di navbera payedana min a dostaniyê û siyaseta Kurd a Îsraîlê de ye. Nemaze Îsraîl piştî şerê cîhanê yê duyemîn di pirsgirêka Kurd de bi patrontiyê rabûye. Ji lewra di şexsê min de li çareseriya duyemîn a pirsgirêka Kurd nikarîbû xwe ragire. Li hemberî vê rewşê gelekî nazik bû. Ji sedî sed ev rewş li hesabê wê nedihat. Divê ez heqê wê nexwim; MOSSAD yekser nebe jî ji bo ez riya wê qebûl bikim ez vexwendim. Lê ji bo vê jî ez ne ji alî exlaqî ve û ne ji alî siyasî ve vekirî û amade bûm. Rêveberiya Ereb a Sûrî nexwest em ji têkiliyeke giranî taktîk bibihurin. Jixwe rêbertiya Hafiz Esed bi saya şerê hegomonîk ê DYA û Sowyetê peyda bûbû. Piştî ku Sowyet ji hevdu ket ji Sûrî nedihat ku ti têkiliyeke taktîk di vê qonaxa nazik de biparêze. Sûrî bi min re –bi PKKê re- tewazunek bi Tirkiyê re datanî. Mîna ku ji bo gefxwarina Komara Tirkî ya di salên 1958’an de li ser Sûrî û meyla wê ya zêde ji bo têkiliyan bi Îsraîlê re dixwest bersivekê bide. Ji bo têkiliyeke taktîk a demdirêj PKK weke amûrekî baş rê û derfet dida. Nedixwestin bibînin ku wê ev têkilî rê li ber polîtîkayeke duyemîn a Kurd veke. Bi tevahî hewldanên rêveberiyên Tirk nikarîbûn pêşî li vê yekê bigirin.

HÊZA KU EZ JI SURIYEYÊ DERXISTIM ÎSRAÎL E

Ji vê bibîrxistina kurt jî tê fêhmkirin ku hêza rastî ya ez ji Sûrî derxistime Îsraîl e. Bêguman, rola hêza siyasî ya DYE’yê û zora eskerî ya Tirkiyê jî di vê de heye. Divê neyê ji bîrkirin ku Îsraîlê hînê ji salên 1950’î ve bi Tirkiyê re peymanên veşartî mohr kirine û di sala 1996’an de jî bi navê ‘antî-terorê’ peymaneke din li vê zêde kiriye û bi vê yekê, hevgirtina dij-PKK a DYE-Îsraîl-Tirkî temam bûye.

TÊKILIYÊN PDK, YNK ÊN BI DYA Û ÎSRAÎLÊ RE

Faktoreke din a girîng ku divê em li vê pêvajoyê zêde bikin ew e ku rêveberiyên PDK û YNK’ê yên bi DYA û Îsraîlê re di nava têkiliyê de bûn, bi rêveberî û Meclîsa Federe ya Kurd a di sala 1992’an de hat avakirin bi Komara Tirkiyê re li ser hîmê dij-PKKê hevkarî dikirin. Bêguman, di şert û mercên wê demê de hukûmetên Komara Tirkiyê û Artêşa wê bi têgihiştineke taktîkî tevdigeriyan. Lê dîrok jî meşeke xwe ya xweser heye. Têgihiştinên pirrcure bûyerên girîng diyar dikin. Ji mêj ve, aliyê Tirkiyê ku pê xapiyaye û îro jî herî zêde her kes lê hêrs dibe, egoîstî, tengî û yekalîtiya wê ye.

ERKA DOSTANIYÊ EV YEK LI SER MIROVÎ FERZ DIKIR

Di sala 1998’an de ji ber van faktorên dijber ên gihiştin hevdu, ez ji Sûrî derketim. Divê ez eşkere bibêjim; ez jî li xwe hayil bibûm ku derketina min a ji Sûrî hewce dikir. Ez demeke zêde dirêj li wir mam. Lê belê balkêşiya pêşketina xeta polîtîk a ji bo Kurdistanê û helwesta min a dostaniyê ku min dixwest bigihînim asteke stratejîk, hema bêje min kiribûn êsîrê xwe. Rêveberiya Sûrî di asta herî jor de fikarên xwe yên ji ber vê yekê bi taybetî destnîşan kiribûn. Divê ez di vî warî de li xwe mikur bêm. Lê ez hînê jî li girîngiya dostaniya gelan di asta stratejîk de xwedî derdikevim û dibêjim; dev jê nayê berdan. Heman têgihiştinê ez birim Yewnanistanê. Bi dewleta Yewnan re nebûya jî di asta duyemîn de danîna dostaniyeke qedirbilind bi gelê Yewnan re bala min dikişand. Bi çanda wan a klasîk û dîroka wan a trajîk re danûstendin gelekî girîng bû. Jixwe erka dostaniyê ev yek li ser mirovî ferz dikir.

JI BER DU PÊDIVIYAN MIN XWE JI RÊYA ÇIYÊ KIR

Rêyeke din a ku min karîbû pêde biçûma çiyayên Kurdistanê bûn. Dema ez zarok bûm navê, ‘Dînê Çolê, dînê Çiyê’ jî li min kiribûn. Lê ji ber du sedeman min ev plan weke alternatîfa duyemîn dihişt. Li çiyê, li devera ez bimama wê bi her cureyê sîlehan bombe bikirana, zirareke mezin wê li heval û gelê me bibûya. Wexta min ji vî alî ve li mijarê temaşe dikir, eşkere min didît ku tenê rê û rêbazên eskerî wê bikevin dewrê û bi tevahî rêya eskerî wê xwe li ser me ferz bikira. Ya din jî ew bû ku ciwan pir bêperwerde bûn û ji sedî sed diviyabû min ew perwerde bikirana. Ji ber baweriya bi van her du pêdiviyan, min xwe ji rêya çiyê kir.GELO HIKÛMETÊN KOMARÊ JI HER ENCAMÊ RE AMADE NE?

Xulase, li Tirkiyê gelek derdorên fermî û nefermî digotin; ‘Me ew di quncikê de asê kiriye, binêrin me çawa encam girt.’ Îdîayên bi vî rengî ji rastiyê dûr bûn. Jixwe heman polîtîka tengavkirinê gelekî li ser Îran û Iraqê dihat ceribandin. Encamdana van polîtîkayan bidin aliyekî, berevajî dibûn sedem ku bi çavkorî di nava mijar û çiravê de bist bibin, biçikin. Têkiliyên taktîkî yên bi Îran û Sûrî re ji niha ve nediyar in, wê bi xwe re çi encaman bînin. Mirov dikare bibêje polîtîkayeke welê ye, bi gelek encaman avis e. Kengî dualîteya DYA-YE-Îsraîl an jî Îran-Rûsya-Çînê zelal bibe, gelo hukûmetên komarê ji her encamê re amade ne?

DERSÊN DÎROKÎ

Dersên min ji serhatiya xwe ya sê mehên di navbera Atîna-Moskow-Roma de girtine, bêguman dersên dîrokî ne. Têgîna modernîteya kapîtalîst ku hîmê parêznameya min e, di nava hezar û yek zirx û maskeyî de nas kir. Bi vê serhatiyê min ev têgîn nas kir. Eger ev serhatiya min nebûya, bihêlin min ev analîz û tehlîl bikirana, ez ê yan bibûma milletperest û dewlet-neteweparêzekî çor an jî weke bi sedan mînakên xwe, heta bi yên dewlet jî avakirine, min ê weke tevgereke çepgir a klasîk çarenûsa xwe bi dawî bikira. Weke prensîbeke civaknasiyê ji sedî sed û vebirrî napeyivim û vê prensîbê her li ber çav digirim. Lê hiseke min a xurt heye ku dibêje; tu yê ti carî negihiştibûya hêza xwe ya analîzê ku tu niha gihiştiyê.

Ji bo min têra xwe eşkere ye: modernîteya kapîtalîst hêza xwe ya esas ne ji pereyê xwe digire û ne jî ji sîlehên xwe; utopya sosyalîst a herî dawî û herî bi hêz jî di navê de, bi tevahî utopyayan bi rengan dixemilîne û ji sihêrbazê herî zîrek jêhatîtir hemûyan di nava lîberalîzma  xwe de difetisîne û ev yek hêza wê ya esasî ye. Heta baş neyê analîzkirin û jihevderxistin, ka çawa utopya hemû di nava lîberalîzma xwe de xeniqandine, bihêlin li ber rabûna kapîtalîzmê, ekola fikrê ya herî ji xwe razî jî wê jê neyê nebe xizmetkarê wê. Kesî bi qasî Marks kapîtal analîz nekiriye, kêm kes bi qasî Lenîn li ser dewlet û şoreşê ponijî ne. Lê îro eşkere bûye ku herçend xwe weke dijberê wê nîşan dabin jî rêûresma Marksîst-Lenînîst mane û materyalekî têra xwe diyarî kapîtalîzmê kiriye. Ji ber ku li ser bendewariyên îradeyên me yên ji koma têgihiştinên cihê yên dîrokî pêk tên, weke ku gelek caran hatiye dîtin, encam dane. Ez vê yekê weke têkiliyeke diyalektîk û çarenûsa ku mirov neçarî wê ye, destnîşan nakim. Berevajî, encama ez digihîjimê ew e ku mirov divê bêhtir serê xwe bi utopyayên azadiyê re biêşîne.

Eger civak û ferdê Lîberalîzmê ji rê derxistiye neyên analîzkirin û mirov wan nexîne mecraya wan a insanî, encam wê ji kansêra civakî wêdetir tiştekî din nebe. Ez ê vê yekê dûrûdirêj bînim ziman.

PÊVAJO JI ALIYÊ ÎSRAÎL-DYA-YE Û RUSYA VE HATİYE AFIRANDIN

Ez dixwazim gotinê bînim vir: nûnera Konseya Ewrûpayê ya li Gîrteha Îmraliyê xêrhatina min kir, heta ez sîstema sêhrî ya li pişt vê xanimoka heftê salî yanî modernîteya kapîtalîst ji hev dernexînim, diyar e, ez ê çarenûsa xwe jî ji hev dernexînim. Pêvajo ji serî heta binî ji aliyê Îsraîl-DYA-YE û Rûsya Sowyetê ya ji hevketî hatiye afirandin. Rola hukûmetên Sûrî, Yewnanistan û Tirkiyê jî ji xizmetên burokratîk ên destên duyemîn zêdetir tiştekî din nîne.

Di pêvajoya jêpirsînê de min ji rayedarên Tirk –yên çar saziyên bingehîn; nûnerê Îstîxbarata Fermandariya Giştî, Teşkîlata Îstîxbarata Millî, Mudîriyeta Giştî ya Polêsan û Îstîxbarata Jenderme- re got; ti maneya wê nîne hûn bi girtina min kêfxweş dibin. Bi awayekî rezîl û bêbextiyeke Bedewiyên li çolan jî li xisletên xwe yên mirovane daneynin, bi têkiliyeke dostaniyê û bi komployeke nedîtî, ez avêtim balafirê û piçikîn ser min, ev yek di ti şêwazê şer ê egîdiyê de tine. Ev rastî bi xwe jî mînakeke baş e, û eşkere nîşan dide ku modernîteya kapîtalîst a DYA hegomonê wê ye, xwedî lîbaralîzmeke çawa ye. Sîstema di zordestî û îstîsmarê de sînornenas. “

 

Related Articles

Back to top button