HevpeyvînNûçeSlide

Kongra Star:Banga Demildest a Lidarxistina Kongreya Navneteweyî Kir

Rêxistinên Jin Ên Rojavayê Kurdistanê Ji Bo Misogerkirina Maf û Hebûna Jin Di Destûra Sûriyê De , Banga li Darxistina Kongreya Yekîtiya Neteweyî ya jinên Kurd kir.

Di destpêka şoreşa Jin de jinên Kurd pêşengyeke bi lehengî kirin, jinan roleke sereke li rojava lîst, di hemû waran de xebat kirin û mohra xwe li dîrokê xistin, bi taybet Yekîniyên Parastina Jin (YPJ)’ê , ji bo têkbirina Daişê pêşengtî kir û jinên Kurd ji bo terorîstan bûn armanca yekem.

Çawa têkbirina Daişê li Kobanê bi destê şervanên Jin hate pêkanîn ,ew têkçûna wan ta roja îro wekî xencerekê di dilê wan de maye.
Lewma di her êrîşekê de di serî de berê xwe didin jinan herwiha hatina hikûmeta demikî ya Sûriyê jî cîhadîstên girêdayî wê , her cûre tundî ,kuştin,destdirêjî û sûcên dijmirovahiyê derheqê Jin û şervanên Jin de pêkanîn.

Mirov dikare piştrast bike ku hikûmeta demikî ya Sûriyê hebûna jin di warê leşkerî, siyasî, rêveberî di destûra nû ya Sûriyê de napejirîn e, ev yek jî hêrsekî mezin ji aliyê jinan de derxistiye holê.

Têkildarî vê mijarê jinên Kurd demildest banga lidarxistina kongreya navnetewî ji bo jinên Kudistanê kir.

Berdevka kongra Star Rîhan Loqo jî li ser banga li darxistina Kongreya neteweyî kir û wiha got’Ji çirûska yekemîn ya şoreşê ku pêşengtiya wê jinên Kurd di Kurdistanê de kirin bi felsefeya Jin ,jiyan ,Azadî , jinên rojava pêşengtiyekî di şoreşa rojava de bi navê şoreşa jin ji bo şoreşekî azadî, demokrasî û wekheviyê hate lidarxistin.
Ev şoreş ta ku jiyanekî azad û bi rûmet tê de tevahî jin bi awayekî azad,demokras,aşityane jiyan bikin.
Lewma jî bi dehan destkeftiyên bi rûmet ku di sedsala 21 an de ji bo jinan bû mîrasekî têkoşîn û berxwedanê ku tevahî Kurdistan û cîhan li ser vî mîrasî hîn zêdetir têkoşî û berxwedaniya xwe mezin û xurtir bike.
Ev destkeftî ne tenê di aliyê siyasî , lê belê di aliyê civakî,rêxistinî,dîplomasî, huerî û di tevahî aliyên ku jinan pêşengtiya wê kir,bi taybet jinên Kurd li rojava pêşengtî û xebat netewî jî û yekîtiya yekrêziya jinên Kurd rol lîst.

Ji bo parastina destkeftiyên jinan demildest divê kongreya neteweyî bê li darxistin

Rîhan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser êrîşên dijmin yên dagirker ku çawa bi hişmendiyeke desthilatdar ku heya dawî  destkeftiyên şoreşa jinan û jinên pêşeng û şoreşger dike hedef û wiha pêde çû’ Ji 6’ê Çileyê de êrîşên hovane li ser herêmên rojava ttaybetji Şêxmeqsûdû Eşrefiyê destpêkir heya bakur û rojhilatê Sûrî,ev êrîş êrîşên qirkirinê ne ku bi komployekî navdewletî bi taybet li ser herêmên Rojava, li ser mîrasên têkoşînê yê ku bi salên demdirêj hatiye avakirin, li ser destkeftiyên şoreşa jin , hebûn û nasnama gelê azadîxwaz.
Rîhan tehez kir ku di van demên dîrokî de ku em tê re derbas dibin xeteriyên mezib li ser destkeftiyên şoreşa jin hene , hewildanin mezin hene ku carekw din jinan bê deng,nasname, hebû û maf bikin.
Lewma bangawaziya me wekî komîta jin Kurd ên netewî li rojava , ji bo tevahî Kurdistan û Ewropa ku em bi hev re têkoşîna gelê Kurd ya ku di Kordistanê û seranserî cîhanê de tê meşandin em bi hev re silav dikin,berxwedaniya ku ji bona piştgirtiya rojava em ji qadên şoreşê û têkoşînê silav dikin û dibêjin berxwedaniyeke pîroz bû ji bo ku em vê berxwedaniyê hîn bêhtir bi gavin bi kok,serkeftî û pêşerojekï misoger bikin, em pêwîstî dibînin ku kongirê netewî were lidarxistin û ev kongre hîn bêhtir gavin serkeftinê û bi kok ji bo misogerkirina mafê jinan û yê Kurdan pêk bînin,ji bo wê jî em bawerin ku lidarxistina vî kongreyî wê gavin serkftî ji bo jinan û gelê Kurd bi xwe re bîn e.

Rîhan di dawiyê de bang kir ku di sedsala 21’an de ji bo parastina nirxên şoreşa jin, destkeftiyên şehîdan, hebûna û nasnama YPJ ê , taybet ji bo ku em van pilanan vala derxînin û misogerkirina mafên xwr di destûra bingehîn ya Sûriyê de, werin bi hev re li qadên têkoşînê, bangawaziya me ji bo tevahî jinên Kurdistanî werin em hi hev re di qadên têkoşîn û berxwedanê de pêşengtiyekî kongrê netewî yê jinan bikin da ku em mafê xwe misoger bikin.

Related Articles

Back to top button