HevpeyvînNûçeSlide

‘Pirsgirêka Kirîza Sûriyê bi Pirsgirêka Jinan ve Girêdayî ye ‘

Çalakvanek Hiqûqî di nav civaka sivîl de Menal Hac Elî diyar kir ku pirsgirêka Sûrî bi parastina mafê jinan di destûr de dê were çareserkirin û got:” Jin di çareserkirin ,avakirin û parastinê de mînak in “

Di Kanûna yekem de ya sala 2024’an de sîstema Baas hate ruxandin êdî Heyet Tehrîr El Şam HTŞ’ê a cîhadîst  Şam birêve bir, HTŞ’ê a Cîhadîst di heyva 3’an de wek destûrek nû ragihand û got emê li ser vî bigehî Sûriyê bi rê ve bibin heta ku destûrek nû ji bo vê herêmê bê dayîn.Di vê destûra ku hat dayîn mafê jin, hebûn û rola wê hatiye paşguhkirin û tux al ku di riya wê de jinan taybetmendiya xwe misoger bike tune ye .

Yek ji xalên ku di destûra ku derketiye di bendekê de dibêje ku çêdibe hemû niştecihên vê derê wek hev bin , di aliyê maf û erk de  bêyî ku binêrin ku ev kes çi rengê wî ye , çi cinse û ji kîjan olî ye,hemû heman maf bidestdigre.Têkldarî vê mijarê Çalakvanek Hiqûqî di nav civaka sivîl de Menal Hac Elî nirxanidn kir .

‘li Şûna jinan biryara jiyana wan didin ‘

Menal Hac Elî  tekez kir ku zagonên ku ji aliyê hişmendiya baviksalarî derdikeve biryara jinan neyê girtin û wiha axaftina xwe dewam kir :”Civaka ku bi hezarê salan hatiye birêvebirin li ser hişmeniya desthiltdar û baviksalarî mezin bûye ,di hemû qadên jiyanê de mafê jinan xwarine mînak di zewacê de biryara jinê tine ye , bav û bira şûna wê biryar didin, heta di dema jihevqutkirina jin û mêr zarok divê li gel bav bin, ne bav be jî, bapîr an ap, heya ku mêrek di malbatê de hebe ew zarok nabin ji mafê dayikê.”

‘HTŞ’ê a cîhadîst tu guhertinê avakirinê bixwere neanî ‘

Menal balkişand li ser hatina HTŞ’ê a cîhadîst ku ji bilî du jin cihê xwe di nav qadên biryardayînê de negirtine û wiha anî ziman:” Di dema hatin HTŞ’ê a cîhadîst li Sûrî  tenê du jin cihê xwe di nav wan de digrin , ew jin jî ne aktîvin û li gor berjewendiyên wan tevdigerin.lê ne bi hişmendiya azadiya jinan û avakirina civakek demokratîk û exlaq tevdigerin .Di vê alî de em dikarin bêjin ku Sûrî ihtiyacê wê bi guhertina hişmendiyê heye , ji ber HTŞ’ê a cîhadîst tu guhertin ji bilî xerakirin û komkujiyan bixwere nanî .”

‘pêwîste di destûr û zagonan de mafê jin were parastin ‘

Menal tekez kir ku Şoreşa Rojava bi pêşengtiya jinan misoger bû û heya vê pêvajoya hesas de jin jib o parastina deskeftiyên şoreşa xwe li ser piya ne û wiha got :”li Rojavayê Kurdistan jin pêşengtiya Şoreşê kir , di hemû qadên jiyanê û taybet qada leşkerî cih girt û jib o parastina cîhanê ji Terora DAIŞ YPJ’ê mînak e . Di aliyê rêxistinbûyînê de gavên gelek girîng avêt heta ku gihşt hevgirtin û yekîtiya jinan li seranserî cîhanê .Di vê pêvajoya hesas de pêwoste jib o bidestxistina mafê jinan di aliyê zagonê û destûr de tekoşîn jib o wê were kirin .”

Menal di dawiya axaftina xwede got ku pirsgirêka Sûrî bi pirsgirêka jinan ve girêdayî ye ji ber ku bi hêz ,tekoşîn û berxwedaniya jinan wê pirsgirêka Sûrî were çareserkirin .

Related Articles

Back to top button