
Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bernameya çalakiyên xwe yên ji bo 8’ê Adarê (Roja Jinan a Navneteweyî) bi dirûşma “Bi felsefeya jin, jiyan azadî, em destkeftiyên şoreşa jinan biparêzin” aşkera kir.
Daxuyaniya bernameyê ji hêla endama Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîna Umer ve, bi amadebûna nûnerên rêxistin û tevgerên jinan, li Stadyuma 12`ê Adarê ya Qamişloyê hat xwendin.
Bernameya çalakiyan wiha ye:
• Lidarxistina meşên girseyî ji bo piştgiriya zimanê kurdî û daxwaza bicihkirina wî di destûrê de.
• Meşeke jinan ji bo piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ).
• Xwendina daxuyaniyekê der barê Festîvala Wêje û Hunerê ya Jinan de.
• Ji bo piştgiriya mafên jinan di 8`ê Adarê de meş bêne lidarxistin.
• Çalakiyeke stranên şoreşgerî û pêşandana şanoyê.
• Civînên berferh ên giştî.
• Meşên jinan li bajaran ji bo piştgiriya şoreşa jinan.
• Civînek di navbera tevgerên jinan û rêxistinên civaka sivîl de ji bo avakirina lobiyeke jinan.
• Civînên online yên der barê destkeftiyên şoreşa jinan de.
• Destpêkirina kampanyayeke hashtagê li ser medyaya dîjîtal.



