
29 tevger, rêxistin, yekitî û partiyên siyasî yên jinan, îro li Stadyuma 12`ê Adarê ya Qamişloyê, bi amadebûna bi dehan çalakvan, endamên rêxistinên jinan, rewşenbîr, siyasetmedar û parêzvanên mafên mirovan, daxuyaniyek da.
Daxuyanî bi zimanê kurdî ji hêla berdevka Kongra Star Rîhan Loqo, bi erebî ji hêla rêvebera Meclisa Jinên Sûriyeyê Muna Yûsif û bi suryanî ji hêla emdama Partiya Yekitiya Jinên Suryan Semîra Gewriyê ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em tevger û rêxistinên jinan li Rojava Kurd, Ereb, Suryan-Asûrî, Ermen û hwd piştrast dikin ku her destkeftiyek ku em îro diparêzin, sozeke dilsoziyê ye ji bo mîrateya wan ku em ê nehêlin ku were windakirin an jî têk biçe.”
Di dewamê de hate gotin: “Ji qadên jina azad bi hêrseke mezin û cesaretek xurt, dema ku em bi giyanekî berxwedanê, ne têkçûnê, nêzîkî Roja Jinan a Navneteweyî (8’ê Adarê) dibin, em ji qadên têkoşînê destpêkirina kampanyayeke mezin a neteweyî û navneteweyî radigihînin da ku têkoşînê di hemû qadan de dijwartir bikin û têkoşînê mezin bikin. Em ji bo mafên xwe lava nakin; berevajî vê, em civaka navneteweyî û hêzên demokratîk li ber berpirsyariyên wan ên dîrokî datînin. Em daxwazên xwe wek mafên ku nayên taloq kirin, pêşkêş dikin ku ev in:
* Parastina aşkera û bêguman a destkeftiyên şoreşa jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi giştî li Sûriyeyê hatine bidestxistin, di destûra nû de, da ku parastina wan ji zîhniyeta baviksalar, dûrxistin û selefîst ku di dîrokê de hewl daye jinan ji meqamên biryardanê dûr bixe, misoger bike.
* Bicîhanîna tevahî mijarên ku di 30’ê Çileyê de li ser hatiye lihevkirin, misogerkirina temamkirina pêvajoyên entegrasyonê û garantîkirina beşdariya bibandor û serbixwe ya jinan di hemû saziyên leşkerî, siyasî û îdarî de.
* Naskirina destûrî ya pergala “hevserokatiyê” û pejirandina kotaya jinan a herî kêm ji sedî 50 di hemû şaxên dewletê û komîteyên nivîsandina destûrê de wek garantiyek wekheviya tevahî.
* Têxistina bendeke destûrî ya zelal a pejirandina Fermana Hejmar 13 a der barê parastina mafên zimanî û çandî yên Kurdan de, di heman demê de garantîkirina parastina mafên hemû pêkhate û mezhebên Sûriyeyê û cihêrengiya wan a çandî.
* Avakirina komîteyên beşdar ên rastîn bi nûneratiya jinan a berfireh ji bo amadekirina destûreke nû ya demokratîk ku mafên jinan û hemû civakan diparêze û pergaleke demokratîk a nenavendî ava dike.
* Parastina karakter û avaniya bêhempa ya Hêzên Parastina Jinan (YPJ) û bi destûrî naskirina wan wek beşeke bingehîn û yekpare ya pergala parastin û berevaniyê, ji bo teqdîrkirina rola wan a dîrokî di têkbirina terorîzmê û parastina nirxên mirovan de.
* Pabendbûna mutleq bi Qanûna Jinan û destkeftiyên mafên qanûnî û sivîl ên bi destketî re û redkirina bi awayekî kategorîk her qanûnek ku bindestiyê didomîne an jî hewl dide ku rola civakî û siyasî ya jinan kêm bike.
* Aşkerakirina çarenûsa winda û windahiyên bi zorê, tavilê hesabpirsîna hemî sûcdarên sûc û binpêkirinên hovane yên li dijî jinan û bicîhanîna prensîbên edaleta veguhêz ji bo misogerkirina tezmînatê ji bo qurbaniyan û pêşîgirtina li bêcezatiyê.
* Garantîkirina vegera ewle û dilxwaz a hemû kesên ku ji hundir koçber bûne û kesên ku bi zorê hatine derxistin bo malên xwe bi peydakirina garantiyên navneteweyî ku wan ji tolhildanê diparêzin û debara jiyana wan misoger dikin.
* Em bang li civata navneteweyî dikin ku modela rêveberiya xweser û ezmûna pêşeng a jinan di nav wê de wekî modelek neteweyî ji bo çareseriyek berfireh a Sûriyeyê nas bikin, ku veguherînek ber bi Sûriyeyek demokratîk, piralî û nenavendî ve garantî dike.
Em vê bangê li hemî tevgerên femînîst û hêzên demokratîk ên cîhanê dikin: Têkoşîna me ya îro xeta dawîn a parastinê ye ji bo nirxên gerdûnî yên azadiyê li dijî tarîtiya selefîst û îdeolojiya baviksalar. Armancgirtina jinên Sûriyeyê kêrek li dilê demokrasiya gerdûnî ye. Ji ber vê yekê, em ji we dixwazin ku hûn hevpeymaniyên jinan xurt bikin û zexta navneteweyî zêde bikin da ku piştrast bikin ku destûra pêşerojê ya Sûriyeyê bi qelemên ku di nav mûreka dûrxistinê û marjînalîzekirina nîvê civakê de hatine şûştin, neyê nivîsandin.”
RÊXISTINÊN ÎMZEKAR
Kongra Star
Yekitiya Jinên Suryan li Sûriyeyê
Yekitiya Ewlekariya Jinan
Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundûtûjiya li dijî Jinan
Hîlala Zêrîn
Yekitiya Jinên Êzidî li Rojava
Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê
Partiya Kesk a Demokratîk
Yekitiya Parêzerên Cizîrê
Partiya Demokratîk a Kurd a Sûriyeyê
Partiya Avakirin û Geşepêdana Sûriyeyê
Komeleya Jinên Şawşkayê
Weqfa Jinên Azad li Sûriyeyê
Encûmena Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk
Desthilata Jinan
Partiya Demokratîk a Kurdistanê – Sûriyeyê
Partiya Peymana Demokratîk a Kurd a Sûriyeyê
Tevgera Pêşeroja Kurdistanê
Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanê
Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (El Partî)
Encûmena Dadê
Komeleya Balyozan ji bo Kesên Astengdar
Rêxistina Roz ji bo Piştgirî û Hêzdarkirinê
Rêxistina Rêberan a Aştiyê



