CivînNûçeSlide

Kongra Star Têkildarî 8’ê Adarê Li Taxa Qidûrbek Ya Qamişloyê Semînerek Da

Bi Rasthantina 8'ê Adarê Roja Jinan A Cîhanî Rêxistina Kongra Star Semînereke Berfireh Ku Tê De Dîroka Jin Ji Dema Borî Ta Roja Îro Şîrove Dike , Da

Rêxistina Kongra Star di çarçoveya rêzeçalakiyên 8’ê Adarê de îro di saet 1’an de li taxa Qidûrbek ya bajarê Qamişlo semînerk da.
Di semînerê de bi dehan jinên taxê beşdar bûn û berî destpêkirina semînerê keziyek ji rengên kesk,sor û zer hûnandin.
Paşê semîner bi deqeyeke rêzgirtin li ser giyanên şehîdan hate destpêkirin.
Di serî de bixêrhatina jinên beşdar ji aliyê rêvebera Kongra Star a taxa Qidûrbek Yusra Mihemed Şerîf ve hate kirin
Piştre dayîna semînera ku tê de behsa dîroka jin , fedekarî, afrînerên jinan di dîrokê de herwiha rola sereke ya jinê berî desthilata dewlet û mêran di nav de pêşengtiya jinan di gelek rewşên ku qewimîne de , ji aliye Şervîn hate dayîn û wiha pê de çû , di serî de em şehîdên ku ji bo vê rojê giyanê xwe feda kirine em bibîrtînin û bejna xwe li ber wan ditewînin.
Şervîn roja jinan a cîhanî li jinên hazir û şervanên YPJ’ê û tevahî jinên cîhanê pîroz kir û got em hêvîdarin ku ne tenê 8’ê Adarê cejina jinan be lê belê tevahî rojên me bibin cejin.
Di dîrokê de dayikên jin kedên pir mezin dane mirovahî, şaristanî di destpêka mirovatiyê de dayikê Jiyana hevbeş afirandiye û birêve biriye û pêşxistiye.
Lê di dîroka desthilatdar û mêrserwer de hertim mêran, zulm, bindestî, koletî û desthilatdarî li ser jinan ferz kiriye.
Lê belê jinên mîna xuşkên mîrapal ev bindestî qebûl nekirin û serî netewandin û serî li hember dîktatoran hildan.
Ew jin jî bi komployan hatin kuştin.
Şervîn diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan hertim Sakîne Cansiz bi sembila jina şoreşger pênase dike.
Di dîroka jinên kurd de gelek pêşeng û fedekar , têkoşer û zana derketin holê û. Bindestiya mêrserwer qebûl nekirin.
Hêjayî gotinê ye ku şehîd Bêrîtan piştî ewqas fedekarî û qehremantî qebûl nekir ji bo mêrekî xwe radest bike û xwe ji serê zinaran avêt.
Di roja îro de bi hezaran jin li ser riya jinên pêşeng ên Kurd pêşengtî kirin û bûn siyasetmedar , fermandar û ji bo azadiya jinan gelek xebat kirin .
Şervîn balkişand ser şerê ku niha li rojhilata navîn destpêkiriye û di vir de pêwîtî dît ku destkeftiyên xwe biparêzin û gelê kurd li seranserî Kurdistan yekdestiya xwe misoger bikin.
Di dawiyê de jî careke din 8’ê Adarê pîroz kir û tekez kir ku wê bi pêşengtiya jinan civak azad bibin.

Related Articles

Back to top button