
Di çarçoveya Roja Jinan a Cîhanê (8 Adar) de rêveber û endamên Kongra Star a bajarên Dêrik û Girkê Legê vê êvarê serdana hejmarek bendên ewlehiyê yên Asayîşê kir.
Di serdanê de, rêveber û endamên Kongra Star spasiya xwe ji bo hewldanên endamên Asayîşê di warê xurtkirina ewlehî û parastina gel de anîn ziman û wekî nîşandana spasiyê gul pêşkêşî wan kirin.
Hêzên Asayîşê jî spasiya wan li ser vê serdanê kir û bi boneya 8ˊê Adarê roja wan pîroz kir. Hêzan anî ziman ku ew erkên xwe yên parastina ewlehî û aştiya herêm bidomînin.
Girêdayî mijarê, Kongra Star ji bo bibîranîna şehîdan li Navenda Hîlala Zêrîn a bajarê Hesekê bi amadebûna endaman, malbatên şehîdan û nûnerên tevgerên jinan çalakiyek li dar xist.
Piştî deqeya rêzgirtinê, Koordînasyona Kongar Nahid Silêman axaftinek kir. Nahid da zanîn ku bi hedefgirtinê vîna jinan nayê şikandin, berovajî hêz û îsrara wan a berdewamkirina rêya azadiyê xurttir dibe.
Di çalakiyê de mûm li pêş wêneyên şehîdan hatin vêxistin. Di dawiyê de hunermend Behiye Efrîn stran li ser fedakariya şehîdan gotin.
Kongra Star bi boneya 8ˊê Adarê çalakiyên xwe li tevahî bajarên Rojava didomîne.




