ArşîvÇalakîNûçeSlide

Kongra Star li Bajarê Qamişlo Meşek Meşaleyî li Dar xist

Li bajarê Qamişlo di çarçoveya çalakiyên 8ˊê Adarê de meşek meşaleyî hat li dar xistin.

Kongra Star a bajarê Qamişloyê bi boneya Roja Jinan a Cîhanê ku dikeve 8ˊê Adarê meşeke meşaleyî bi amadebûna endamên kongrayê û jinên ji bajêr organîze kir. Meş ji Çerxerêya Efrînê dest pê kir, heta bi Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan çû.

Li ser rihê cangoriyan deqeyek rêz girt, li wir endama Koordînasyoan Kongra Star a Rojava Jiyan Hisên ev bone li jinan pîroz kir û diyar kir ku êrişên li dijî herêmê destkeftiyên jinan dikin armanc.

Jiyan Hisên di dawiyê de banga piştevaniya hêzên berxwedanê û sekna li kêleka wan kir û got têkoşîna hevbeş rêya yekane ya rûbirûbûna astengiyan e.

Related Articles

Back to top button