ÇalakîNûçeSlide

Kongra Star a Bajarê Til Temir di Derbarê Wateya 8ê Adarê de Semînerek da

Di semînera li bajarê Til Temir bi boneya 8'ê Adarê de rola siyasî û leşkerî ya jinan di parastina civakê, pêşxistina nirxên azadî û wekheviyê de hat vegotin. 

Rêzeçalakiyên Kongra Star ji bo pêşwazîkirina 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê di bin dirûşma “Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî em ê şoreşa jinan biparêzin” didomin.

Îro jî li bexçeyê Kinêr ê bajarê Til Temirê yê Kantona Cizîrê, Kongra Star ji bo jinên Til Temirê û gundewarên wê civînek li dar xist.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, rêvebera Kongra Star Sena Tamir axivî û wiha got: “Divê em gotinên xwe formule bikin û pratîkên xwe li ser bingeha têgihîştina ku jiyana hêjatir û xweşiktir tenê bi jinên azad ên hêzdar û bi rûmet in dikare were bidestxistin, pêşve bibin. Lê belê modernîteya kapîtalîst ku li ser înkarkirina jinan û evînê, înkarkirina civakê, rûmetdarkirina takekesî û belavbûna zayendperestiyê di hemû warên jiyanê de hatiye avakirin, jinan ji bingeha azadiya civakî derdixe. Ji ber ku bêyî koletiya jinan, ne mimkun e, koletî li ser civakê were ferzkirin. Ji ber ku hêzdarkirina jinên azad tê wateya civakek azad, ji ber ku azadî dijberiya koletiyê ye.”

Sena Tamir di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ji ber vê yekê, şoreşa jinan temînata avakirina civakek exlaqî, siyasî û demokratîk e. Her wiha felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” nêzîkatiyek bingehîn û stûna hebûna jinan e. Ji destpêka dîrokê ve û bi baweriya girîngiya azadiya jinan, di hemû warên jiyanê û qadên têkoşînê de jin têkoşiyan û berxwedan raber kirin.”

Sena Tamir got ku tevî van hemûyan, di nav civakê de pirsgirêkên neçareserkirî mane û wiha bilêv kir: “Mijarên weke wekhevî, tundî û mijarên siyasî, zagonî û civakî. Pirsgirêka azadiya jinan pirsgirêkeke civakî ye. Çawa ku em hewce ne jin ji bo azadiyê têbikoşin, hewce ye mêr jî ji bo azadiyê têbikoşin. Em niha li ber avakirina Sûriyeya nû ne û ev yek hewldanên hevgirtî yên hemû endamên civakê hewce dike.”

Sena Tamir di dawî de got ku bi baweriya bi guhertin û avakirinê û ji bo guhertina şêweyên çandî û civakî yên ku gel û civak hê jî ji wan dikşînin divê her kes, jin û mêr, têkoşîna xwe ji bo bidestxistina cîhana dadmendtir di Sûriyeya nû de xurt bikin.

 

JINHAGENCY
JINHAGENCY

 

Related Articles

Back to top button