DaxuyanîNûçeSlide

Kongra Star:Em Hêvî Dikin ku Cejın Bibe Destpêka Demeke nû ku Jin di Sûriyeyê de Azad Jiyan Bikin

Bi wesîleya Cejna Newroz û Remezanê Kongra Star daxuyaniyekê da û got: "Em hêvî dikin ev Newroz û Cejna Remezanê, bibe destpêka demeke nû ku jin di Sûriyeyê de azad jiyan bikin, gel bi hev re di nava aramiyê de jiyan bikin aştî û adalet li welatê me de serwer be."

Di dîrokê de gelê Kurd hertim di rewşên zehmet re derbas dibe bi taybet di heyva Adarê de gelek bûyerên bi êş li ser kurdan hatin meşandin, herçendî Kurd dil êş bin jî lê agirê Newrozê dadidin û pîroz dikin.
Îsal cejna Newroz û ya Remezanê di heman wextî de hatin ,bi vê munasebetê kongra Star bi daxuyaniyekê herdû cejin pîroz kir.

Daxuyaniyê wiha ye:

Di meha Adara 2026’an de ku Newroz û Cejna Remezanê rastî heman wextî hatiye ji bo me pir watedare. Em weke rêhevalên jin, cejna Newrozê a berxwedan û têkoşînê û cejna Remezanê a aşitî û wekheviyê, em li Rêber Apo pîroz dikin û baldikişînin ku rêya ku wî ji bo demokrasî, wekhevî û jiyana azad xêzkiriyî berdewam ji bo gelan dibe hêviya jiyanê.
Her wiha em di şexsê Şehîdên Şêx Meqsûd, Eşrefiyê, Ebu Zeyd, Dêr Hafir, Derazor de tevahî şehîdên şoreşa Rojava û Bakûr û Rojhilatê Sûrî bi rêzdarî bibîr tînin û bi hêza ku me ji wan girtî ve emê vê Newrozê pîroz bikin û bikin Newroza azadî û serkeftinê da ku em xwedî li armanca doza wan derbikevin. Ewê weke ronahiyêkê her tim rêya me ronî bikin û her tim wê di nava me de jiyan bikin.
Her wiha em herdu cejnên pîroz li tevahî dilgirtiyên Şoreşa Rojava teybet jî ên şerê vê dawiyê û malbatên wan ên dilşewat pîroz dikin û em dibêjin ku, ‘em êşa we bi hemû şaneyên xweve hîs dikin’ Ji bo azadkirina dîlgirtiyan weke rêhevalên wan ên jin emê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Kongra Star diyar kir ku dîsa ew her du cejnan li tevahî gelên Bakûr û Rojhilatê Sûrî, gelên Sûrî û gelên Rojavayê Kurdistanê pîroz dikin. Her wiha em cejna Remezanê li hemû civaka islamê; cejna Newrozê jî li gelê Kurdistana Rojava û deverên din ên Kurdistanê teybet pîroz dikin. Em hêvî dikin ku cejna Newrozê û cejna Remezanê, di Sûrîde demeke nû bi xwere bîne ku jin têde azad û bi îradeya xwe jiyan dikin, gel bi hevre di nava dilxweşiyêde jiyan dikin û edalet û aşitî di Sûrî û Rojavayê Kurdistanêde serwer be.
Herwiha destnîşan kir ku cejna Remezanê ji bo alema islamê wateya yêkitî, piştgirîkirina insanan, parvekirin, hûzûra civakê xurtkirine. Ji cihê derketina xwe Medîne’de weke rojên hevparbûyîn, keyfxweşiyê hatiye şekilgirtin. Ku Insan tên cem hev û girêdana xwe a civakî xurt dikin. Di vê çerçeveyêde cewherê islamê rêzdayîna li hemberê jiyana insanane, li dijî şiddet û neheqiyêye. Yanî bi hemû awayên xweve li dijî kiryarên çeteyên ku îro li ser vî navî li dijî hemû civakan hovîtiyeke di asta jorde rewa dibîne û pêk tîneye. Ji ber wê jî pêwîste gelên di nava Sûrîde teqez van kiryarên dij mirovî, dij hemû ol û baweriyan qebûl nekin û nehêlin ku ferasetên fitne û fesadiyê têxin nava gelan û li ser gelan bandor bibin. Cudawaziya di navbera gelande tê avakirin, nijadperestî, şovenizm û li hemberê qutupkirina gelan em bangavazî gelê Sûrî dikin ku em jiyana hevbeş û wekhev mezin bikin. Em neyên lîstokên dewletan an jî hêzên ku desthilatê, pere, sermayeyê çavên wan tarî kiriye, ji qetlîama insanan zewk digirin, şer û pevçûna di navbera gelande ji xwere dikin pêlekanên bilindbûyîna desthilatiya xwe.
Newroz û cejnku di meha Adarêde têne pîroz kirin, dihêle ku bawêrî û çandên cuda di heman hestên hêvî û nûbûnê de bi hevre bicivin û bi vî rengî sînerjiyeke civakî ya xurt biafirîne. Dema ruhê yekbûn parvekirin û biratiyê yê cejnê bi ruhê azadî û berxwedanê yê newrozêre têkildar dibe perspektîfeke pêşerojê ya ku herkes têde cih digire yê aştiyane û hêvîdar derdikeve holê. Meha adarê ji bo gele Kurd tuje êş û berxwedayîne. Lê rixmê hemû êrîşan jî gelê Kurd ev meh weke ji nûve welîdînê digire dest û Newrozê weke ronahiyeke hêviyê digire dest. Ev ronahî tenê tarîtiyê naşewitîne di heman demede mîzgînaya azadî û vejîna nû jî radigihîne.

Kongra Star bal kişand ku şoreşa Rojava û Bakûr û Rojhilatê Sûrî di 15 salên tecrûbeya şoreşê ê ku li pey xwe hiştîde da nîşandan ku hemû gel û bawerî dikarin bi hevre û bi îradeyeke azad ve jiyan bikin ango Sûriyeke bi vî rengî gengaz e. Lê belê mixabin hîn dewlet, hêz û hawirdorên berjevendîparêz şer û kaosa di navbera gelande weke amûrekê dîtin û li ser êşên gelan dixwazin desthilatiya xwe qewî bikin. li Rojhilata Navîn şer jî gelek deman bi tewazinên herêmî û kurevî ve li ser hesabên berjevendiyan kûr dibe û ev rewşe jî pevçûnan dirêj dike û nahêle ku gel di nava aşitîde jiyan bikin. Li hemberê vê jî bersiva herî mezin îradeya gelan a hevbeş û biryardariya bi hevre jiyankirinêye. Em weke navê xwe dizanin ku Sûriya azad wê tenê bi, bi hevre jiyankirina gelan ve pêk were û rejîma heyî bi vê zihniyeta xwe a şovenist wê nikaribe di navbera gelande aramiyê pêk bîne. Wê teqez dîsa ev gele vegere tecrûbeya 15 salan a jiyana hevbeş ku Şoreşa Rojava mîsaleke girîng a îspatkiriye. Em hêvî dikin ev Newroz û Cejna Remezanê, bibe destpêka demeke nû ku jin di Sûrîde azad jiyan bikin, gel bi hevre di nava aramiyêde jiyan bikin aşitî û adalet li welatê me de serwer be

Related Articles

Back to top button