NûçeSlide

Agirê Newrozê bi Coşek Mezin li Hesekê Gur bû

Li Hesekê bi hezaran xelk berê xwe daye qadên pîrozbahiya Newrozê û bi dirûşma “Ji Rêber Apo re azadî û Newroza yekitiya demokratîk a Kurd” Newrozê pîroz dikin.

Di bin dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî û Newroza yekitiya demokratîk a Kurd” bi hezaran gelê Hesekê berê xwe dan qada pîrozbagjiya Newrozê û agirê wê geş kirin .Ji zarokan heya kal û pîran bi cil û bergên xweyî filklorî Newroza 2026’  bi dilekî gerim û coşek mezin pîroz kirin .

Piştî vêxistina agirê Newrozê ji aliyê Mlabatê Şehîdan , peyama Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ku têde Newroz li tevahî gelan pîroz kir, hate pêşkêş kirin .

‘agirê Newrozê her sal  bi berxwedaniyê  gur dibe ‘

Her wiha hevseroka Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed axivî û got: “Agirê Newrozê ev buye zêdetirî 2000 sal venamirê û gur dibe. Li Rojava îsal agirê Newrozê di pîrozbahiyên Newrozê de bi ruhekî nû hat dadan. Pîrozbahiyên Newroza sala 2026`an bi ruhê berxwedanê yê malbatên şehîdan, şervanan û girtiyan tê pîroz kirin.”

‘ji bo garantîkirina mafên gelê Kurd di destûrê Sûriyeyê de têkoşîn bikin’

Îlham Ehmed balkişand li ser doza kurdî ku bi ked û têkoşîna şehîdan êdî li ser asta navneteweyî ketiye rojevê  û wiha dewam kir :”Em bi saya fedakariya gelê Kurd ê Rojava gihîştin deskeftiyên mezin. Gelê Kurd dê her tim têkoşîna xwe berdewam bike û gav paşve nade. Li Sûriyeyê di vê pêvajoyê de em ê ji bo garantîkirina mafên gelê Kurd di destûrê Sûriyeyê de têkoşîn bikin. Divê bê nîqaş zimanê Kurdî zimanê dayîkê fermî di destûrê Sûriyeyê de were naskirin. Her wiha koçber vegerin warê xwe û bi taybet koçberên Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û Şehba vegerin. Dîlgirtiyên şer ên ku di girtîgehên hikûmetê de ne serbest werin berdan. Ji bo aramî li Sûriyeyê çêbibe divê ev dosya dîlgirtiyan zû were çareser kirin. Çi çêbibe dê dîlgirtiyên me vegerin.”

Îlham Ehmed axaftina xwe wiha bi dawî kir :”Ji bo Sûriyeyê ji nûve were ava kirin divê nasnameya gelê Kurd were naskirin û mafên gelê Kurd ên siyasî û çandî bidin. Eger hebûna gelê Kurd di destûr de neyê naskirin aramî li Sûriyeyê çênabe”

Paşî bernameyê hunerî hat dest pêkirin .

Pîrozbahiya neweozê bi dîlanên gerim li ber stranên şoreşgerî bi dawî bû .

 

Related Articles

Back to top button