NûçeSlide

Ji Bajarê Drbêsiyê Peyama Newrozê“Newroz Vejîna Ruhê Têkoşîna li Dijî Zilm û Desthilatdariyê ye”

Di Newroza Dirbêsiyê de endama Kordînasyona Kongreya Star Jiyan Hemo axivî û got: “Newroz vejîna ruhê têkoşîna li dijî zilm û desthilatdariyê ye. Serîrakirina gelan a ji bo azadiyê îfade dike. Newroz ji bo hemû gelan cejna nûbûnê ye, sembola berxwedana Mazlûm Doxan e. Agirê Newrozê her tim gur û geş dibe. Di Newrozê de yekitiya neteweyî xurt bikin. Doza Kurdî di rojeva tevahiya cîhanê de ye û divê mafên gelê Kurd werin dayîn.”

Ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber APO destpêkiriye wiha got: “Di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de em ê ji bo mafên gelê Kurd qanûnî di destûra Sûriyeyê de werin misoger kirin, têbikoşin

Piştî wê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê Hemîd Meîş axivî û wiha got: “Newroza îsal bi ruhê berxwedanê û fedakariya hatî kirin, tê pîroz kirin. Bi salan pîrozbahiyên Newrozê qedexe bûn û ji bo em pîroz bikin me şehîd dan. Bi têkoşîna ji bo azadiyê agirê Newrozê dê sal bi sal gurtir bibe.”

Ji bo dîlgirtiyên şer jî wiha got: “Di vê dema dawiyê de şervan di şer de dîl hatin girtin. Ez bang li civata navneteweyî dikim ku zextê li ser hikûmeta Sûriyeyê bikin da ku dîlên şer serbest werin berdan.”

Hemîd Meîş di dawiyê de wiha got: “Bi Newroza îsal re dê yekitiya kurdî xurtir bibe û hevgirtina navbera hemû pêkhateyan bi hêztir bibe.”

Di pîrozbahiyê de peyama Partiya Yekitiya Ermenî jî hate xwendin. Piştî wê komên muzîkê û hunermed derketin ser dikê.

Related Articles

Back to top button