ÇalakîNûçeSlide

Zarokê Şehîdan bi Çalakiyekê Daxwaza Azadiya Rêber Ocalan Kirin

Bi Rasthatina 4'Ê Nîsanê Rêxistina Kongra Star Ji Bo Pîrozbahiya Rêber Abdullah Ocalan Dest Bi Rêzeçalakiyan Kir

Bi boneya 4’ê Nîsanê roja hatina Rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan a li dunê, Kongra Star li Kantona Qamişlo dest bi çalakiyên cûr bi cûr kir.

Rêber Abdullah Ocalan di 4’ê Nîsana 1949’an de li gundê Amara yê bakurê Kurdistanê hate dinê.
Rêber Abdullah Ocalan tevahiya jiyana xwe bi xebata azadkirina gelê Kurd û misogerkirina mafê wan de derbas kir.

Tevî ku heya vî temenî jî di zindanê de ye lê hertim bi riya dayîna peyaman hewil dide ku gelê Kurd û cîranên wan bi hev re wekhev , azad û bi edalet jiyan bikin û aşitî û aramî li rojhilata navîn pêk were.
Lewra di 77’mîn salvegera rojbûna rêber Abdullah Ocalan, Kongra Star li goristana Delîl Saroxan ya bajarê Qamişlo ji bo zarokên şehîdan çalakiyek lidarxist.
Di çalakiyê de paçê spî hate raxistin û li ser de zarok û dayikên wan jî destê xwe di nava rengên kesk,sor û zer de kirin û nîşana destê xwe li ser paçê spî nîşan kirin.
Zarok bi vê çalakiyê gelekî kêfxweş bûn , di nava çalakiyê de kevokên ku nîşana aşitî û azadiyê ne bi destê zarokan ber bi azman ve hatin berdan.
Çalakî bi silogana bê serok jiyan nabe bidawî bû.

Related Articles

Back to top button