
Bi wesîleya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan Kongra Star û Desteya Ekolojiyê 500 darên sinober bi beşdarbûna bi sedan endamên saziyên rêveberiya xweser, partiyên siyasî, rêxistinên jinan û hêzên ewlekariya hundirîn li girê Miştenûr ê bajarê Kobanê çandin.
Piştî çandina daran li wir daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê endama Kongra Star Xunav Xelîl ve hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate gotin:
“Bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan gelek çalakî hatin kirin. Di nava wan çalakiyan de yek jî çandina daran bû. Em rojbûna Rêber Apo li malbata Rêber Apo, li hemû gelê Kurd, li gerîlayên azadiya Kurdistanê û li cangoriyên azadiyê pîroz dikin. Di rojbûna Rêber Apo de soza me ya têkoşîn û berxwedanê ta ku em civakeke demokratîk bibînin ku her kes tê de bi îrade û hebûna xwe bijî, em soza xwe dubare dikin. Em ê li gorî banga Rêbertî tev bigerin û ji xwe re bangên wî esas bigirin. Em soza xwe ya bilindkirina asta têkoşînê didin ku em ê li ber xwe bidin û tê bikoşin heta ku rêberê xwe di nava xwe de bi fîzîkî dibînin.”




