ÇalakîNûçeSlide

Bi Dayikbûna Rêber Ocalan Gel  ji Tarîtî Ber bi Ronahiyê ve çû

Bi boneya nêzîkbûna 4'ê Nîsanê, roja jidayikbûna rêber Abdullah Ocalan, li bajar û bajarokên Rojava û gelek gund û kampan çalakî hatin lidarxistin. Di nav wan de civîn, gotar û pêşkêşkirinên ku jiyan, felsefe û têkoşîna wî dihatin danasîn her wiha çalakiyên ji bo ciwanên şoreşger û rêveberiya dibistanan, ku pêşkêşkirinên xwendekaran û çandina daran jî di nav de bûn.

Îro bi boneya nêzîkbûna salvegera jidayikbûna Rêber Gelê Kurd  Abdullah Ocalan, Kongreya Star civînek berfireh li navenda Çand û Huner a taxa Miftî ya bajarê hesekê li dar xist. Di civînê de endam û rêvberên saziyên civaka sivîl amade bûn .

Piştî deqeyek rêzgirtin, Rêvberiya Kongra Star Çîçek Dêrik Rojbûna Rêber Ocalan pîroz kir û bi ronaghiya riya azadiyê pênase kir û wiha civînê birêve bir :” Jidayikbûna rêbertî wek ronahiyekê ye ku piştî salên dirêj ên tarîtî û koletiyê ku em tê de dijiyan, rêya me ya ber bi azadî û rûmetê ve ronî kir. Jidayikbûna rêber ronahiyek e û jidayikbûnek e ji bo hemû gelên ku ber bi azadî û rizgariyê ve diçin.”

“ famkirina pêvajoya aştî û civala demokratîk her wiha entegerasyon girîng e ‘

Çîçek behsa girîngiya pêvajoya heyî ku Sûrî têde derbas dibe kir û wiha anî ziman:”Em di qonaxa aştî û civaka demokratîk de ne ku Rêber Ocalan banga wê dikir, lê gelek komplo hene ku pêşî li pêkanîna wê bigirin. Ev qonaxa aştiyê ji bo jiyana bi aştî, ewlehî û rûmetê ye. Ev qonax ji bo me pir girîng e, û em nirxek mezin didinê.Divê em vê qonaxê, û her weha pêvajoya entegrasyonê ya ku rêbertî behsa wê kir, baş fam bikin, da ku em bikaribin wê bicîh bînin û bi tevahî Sûriyeyê biparêzin.”

Paşî sinvizyon li ser jiyana Rêber OCaln her wiha perspektîvên Rêbertî li ser gelê Kurd û jiyana hebeş hate pêşkêşkirin .

Civîn bi dirûşmeya “ Bêjî serok Apo “bi dawî bû

Di heman çarçoveyê de  Kongra Star li navçeya Dirbêsiyê û gundewarên wê Civînên têkildarî Fikir û Felsefeya Rêber Abdullah Ocalan Lidardixe.
Îro jî rêxistina Kongra Star civînek berfireh ji bo xelkê bajarokên Sêgir , Xas û Tilkermê yê girêdayî navçeya Dirbêsiyê lidarxist.
Bi dehan xelkên van bajarokan , endam û rêveberên hêzên Ewlekariya Hundirîn , endamên sazî û meclisên sivîl herwiha tevgerên jinan û ciwanan tevlî civînê bûn.
Di serî de bi deqeyeke rêzgirtin li ser giyanên şehîdan hate rawestandin , paşê bixêrhatina beşdaran hate kirin.
Paşê hevseroka Şaredariya Sêgir Îda El-Husên axivî û tekez kir ku rojbûna rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha pêde çû, şert û mercên dijwar ên ku gelê Kurd pê re rû bi rû maye , destpêka serdemeke nû û destpêkek nû di têkoşîna azadiyê de temsîl dike ye.
Li bajarokê El-Xas jî rêvebera Kongra Star Necma Xelîl axivî û got rojbûna rêber Abdullah Ocalan û pêşketina tevgera rizgariya Kurd rê li ber gel vekir ku bigihêjin azadiyê û têkoşîna rizgariya jinan ji bo mafên xwe xurtir bikin .
Herwiha li bajarokê Til Kermê, rêvebera Kongra Star Zeyneb Mihemed Ereb destnîşan kir ku jidayikbûna rêber Abdullah Ocalan piştî 28 serhildan û şoreşan hêvî xist dilê gelê Kurd û ruhê berxwedan û serhildanê di nav gelê Kurd de vejand da ku serkeftina şoreşê misoger bike.

Hewr wiha ji aliyê mamosteyan ve 4’ê Nîsanê ku rojbûna rêber Abdullah Ocalan ne bi daxuyaniyek hate pîrozkirin .
Daxuyanî li pêşiya dibistana şehîd Roza Cûdî ji aliyê endama rêveber a dibistanên Dirbêsiye Zozan Edebo ve hate xwendin .
Daxuyanî wiha ye:
Bi boneya roja vejînê ,roja azadiyê em vê rojê di serî de li rêber Abdullah Ocalan û şehîdên tevgera azadiyê pîroz dikin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji ber rêbaz û komkujiyên ku li serê Kurd û Kurdistanê de hatine pêkanîn û Kurdistan ji çar aliyan dagir kirine .
Lewra şevek ji şevên reş de , ronahiyek di 4’ê Nîsana 1949’an de li gundê Amarayê şewq da.
Bi navê Abdullah Ocalan ji dayik bû mîna heyva 14’e şevî bû.
Agirê serhildanê bilind kir û çavên di tariyê de vekir ku gelê xwe ji jiyana bindestiyê rizgar bike.
Di dawiyê de hate gotin ku bi rihê roja vejînê em jî weke qada perwerdê 77 darên hêviyê û aşitiyê diçînin.
Em dibêjin rojbûna te azadiya me ye , rojbûna te dilşadiya me ye

Piştî xwendina daxuyaniyê 77 dar li baxçeyê dibistanê bixwe hate çandin.

 

Related Articles

Back to top button