
Li Rojavayê Kurdistanê çalakiyên bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan dewam dikin. Di vê çarçoveyê de, Meclisa Aborî ya Jinan a Kobanê bi amadebûna bi dehan jinan çalakiya xwendina peyama Rêber Abdullah Ocalan li dar xist.
Beriya ku peyama Rêber Abdullah Ocalan were xwendin, hevseroka Desteya Aborî ya Kobanê Sewsen Daban axivî.
Sewsen Daban di axaftina xwe de 4’ê Nîsanê li şehîdan, gelên azadîxwaz û tevahî jinan pîroz kir û got: “Rojbûna Rêber Apo rojbûna mirovahiyê ye û roja vejîna gelê Kurd e. Bi saya Rêber Apo jin bûn xwedî hêz û li hember pergalên desthilatdar li ber xwe didin û tê dikoşin. Em ê jî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşînê bidomînin.”
Endama Akademiya Şehîd Viyan Amara a bajarê Kobanê Hêvîn Îbrahîm peyama Rêber Abdullah Ocalan ya di 27`ê Adara 2026`an de hatîbû parvekirin, ji beşdaran re xwend.
Bi heman boneyê, Navenda Çand û Hunera Baqî Xido û Tevgera Hîlala Zêrîn ên bajarê Kobanê çalakiyeke hunerî li dar xist. Çalakî bi amadebûna hejmarek hunermendan, endamên rêxistinên jinan û saziyên sivîl li hola Navenda Çand û Hunerê pêk hat. Helbest hatin xwendin û stran hatin pêşkêşkirin.




