ÇalakîNûçeSlide

Rêzeçalakiyên 4’Ê Nîsanê Ji Aliyê Kongra Star ve Dewam Dikin

Bi Boneya Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan Gelek Semînerên Têkildarî Jiyan, Têkoşîn , Fikir û Felsefeya Rêber Abdullah Ocalan Hatin Dayîn

Ji ber ku em nêzî roja 4’ê Nîsanê ku roja rojbûna Rêber Abdullah Ocalan e ku di sala 1949’an de hate dinê , bi vê boneyê gelek çalakiyê curbicur hatin lidarxistin.
Di nava çalakiyan de piranî semîner , çandina daran û daxuyanî hatin dayîn.

Îro jî di 2’yê Nîsanê li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo semînerek hate pêşkêşkirin.
Semîner li Komîna Şehîd Hebûn hate lidarxistin, bi dehan xelkên taxê tevlî semînerê bûn.
Semîner ji aliyê birêz Koçer ve hate dayîn ku tê de behsa zaroktî , ciwantî û zîrektiya rêber Abdullah Ocalan hate kirin.
Koçer got ku bi hatina Rêber Abdullah Ocalan gelê Kurd ji nû ve zindî kir.
Herwiha bi kurtasî hîskirina Rêber Abdullah Ocalan û damezrandina wî ya Partiya Karkerên Kurdistan PKK anî ziman ku çawa di bin şert û mercên zehmet de bi tevlîbûna çend xortan pilana damezrandin partiyê dan û tevgera xwe berfireh kirin.
Di nav de rewşa siyasî a rojhilata navîn bi taybet ya Sûriyê nirxand û destnîşan kir ku gerekî em baldar bin ku çawa dewletên cîhanê di her şer û pevçûnî de dizivirin û Kurdan dikin navenda şerê xwe , li gorî wê em bi zanebûn tevbigerin.
Di dawiyê de careke din rojbûna rêber Abdullah Ocalan hate pîrozkirin.

Related Articles

Back to top button