
Bi rasthatina rojbûna rêber Abdullah Ocalan ku di heman rojê de salvegera damezrandina ypj’ê ye kongra Star bi daxuyaniyeke nivîskî kefxweşiya xwe anî ziman û da zanîn ku ev roj ji bo jinan rojeke ji tarîtî ber bi ronahiyê ve bû. Daxuyanî wiha ye:
Em weke rêhevalên Rêber Apo ên jin li Rojavayê Kurdistanê silav û heskirinên xwe ên bêdawî û ji dil ji Rêbertiya xwere dişînin û em dibêjin bila rojbûna te pîroz be. Disa em Rojbûna Rêber Apo li tevahî gerîlayên azadiya Kurdistanê, şervanên azadiyê ên her çar perçeyên Kurdistanê, li gelê me ê her çar perçeyên Kurdistanê û dostên ku li dora fikrê Rêber Apo kombûyî pîroz dikin.
Kongra Star tekez kir ku rojbûna Rêbertiya me ku di meha Nîsanêde ye di asta azadiyêde watedar e. Li Nîsanê roj herî xweşik derdikeve li ser hemû cîhanê. Meha Nîsanê bi xwere şînî, reng û hêvî tîne. Di vê mehêde ax ji nûve nefes digire, jiyan xwe ji nûve avadike. Xweza ji xwewa xwe a giran radibe, bi zimanê xwe ji nûve di peyive, jiyan xwe ji nûve ava dike. Ev hişyariye ne tenê hişyariya demsalane, ji nûve şînbûyîna vîn, lêgerîna azadî û bîreweriyêye. Ji ber wê jî ev roje di heman demêde ji bo gelên bindest welîdîna fikrê azadiyê, ji bo gelê Kurd diyardeya hebûnê, ji bo jinan wateya îradebûyînê îfade dike. Rêbertiya me jî li çarê Nîsanê weke rojekê, ji bo gelê ku bê hinase mayî ava bû. Em vê rojê li hemû kesên ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide, jinên ku li pey jiyaneke birûmetin û herkesê ku di dilê xwede xeyalê, cîhaneke adilane mezin dikinre diyarî dikin.
Herwiha destnîşan kir ku çarê Nîsanê rojeke ku heqîqet di bedenekêde, di fikrekêde, di rêyekêde wate dibîneye. Rojbûna Rêber APO, tenê rojbûna kesekê nîne, îfadeya berbangeke ku ji nûve fikrandina gelekê, ji nûve afirandina îradeya jinêye. Di vê berbangêde jin tenê nakeve ferqa hebûna xwede di heman demêde vîna xwe jî ava dike, jiyana xwe diparêze, heqîqeta xwe di afirîne. Tam di virde Jin Jiyan Azadî ji sloganekê derdikeve dibe ji nûve pênaseya hebûnê. Jin dibe avakerê jiyana birûmet. İiradeya ku bi vê zanebûyînê derkete holê di tarîtiya demekêde tenê jiyana gelê Kurd neparast di heman demêde xetek avakir ku nirxên mirovatiyê pêre hatin parastin. Ew hêz yêk jî weke YPJ derket holê. Ku salvegera YPJ jî heman roj ango çarê Nîsane. YPJ bi wateyeke nirxdar ve di dîroka mirovahiyêde cihê xwe girt. Em bi boneya vê roja pîroz ku di rojbûna Rêbertiya me de YPJ jî avabû em li Rêber Apo û tevahî gelê me ê Rojavayê Kurdistanê pîroz dikin di şexsê şehîda yêkemîn a YPJ şehîd Silava de hemû şehîdên YPJ birêzdarî bibîr tînin.
YPJ di nava vê xetêde îfadeya herî berçav a parastina mirovatiyê derket holê. İidîaya bi qasî ku gelê xwe biparêze di heman demêde jiyaneke wekhev û birûmet bi berdelên giranbihave hate avakirin. Lê mixabin em îro dibînin ku ew jiyana mirovatiyê ku bi berdelên canî ve hatî parastin ku YPJ di vê oxirêde bi hezaran şehîd dan, ji hêla cîhadîstan ve ji nedîtîve tên. Em bi rastiyeke bi vî rengîre rûbirûne ku wateya YPJ ji hêla dijminê mirovatiyêve di bin êrîşên girandeye. Helbet em dizanin ku wê bîrewerî bi axive her tim wê rastiyan bîne ziman. Heqîqet bi bêdengkirinêve ji holê nayê rakirin. Lê erka mirovatiya ku li dijî zihniyeta daişêye ku di vê demêde YPJ biparaze. Xwedî li rûmeta YPJ derketin xwedî li rûmeta insaniyetê derketine. Jêkirina keziya şervaneke ku xaka xwe diparêze ve tenê bedenek nehat hedef girtin, dîrokek, danehevek, berdewamiyek hedef hate girtin. Lê ev jî hate dîtin ku bi hezaran keziyên nû hatin hûnandin. Vegeriya toreke kûr a piştgiriyê. Ji ber wê jî pêwîste em neqebûlkirina YPJ a ji hêla cihadîstan ve jî vegerînin dengeke bilind. Ji bo ku em jiyanê bi azadîyêre ji nûve ava bikin pêwîste em dengê xwe bikin yêk destê xwe bidin hev. Xwedî li derketina YPJ xwedî li derketina mirovatiyê, xwedî li derketina Rêber Apo ye.
Di dawîde em dibêjin ku weke jinên Rojavayê Kurdistanê emê hemû hêz û têkoşîna xwe weke ku me heta niha kiriyî emê ji vir şûnde jî ji bo azadiya Rêber Apo bidin.



