ÇalakîNûçeSlide

Li Bajarên Qamişlo, Amûdê, Dêrik, Çilaxa, Girkê Legê Çalakiyên 4’ê Nîsanê

Di çalakiyên 4'ê Nîsanê yên li Rojavayê kurdistanê de hate destnîşankirin ku ramên Rêber Apo bingeha têkoşînê û avakirina civaka e û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî hate kirin.

Di çalakiyên bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo de hate gotin ku ramanên Rêber Apo bingeha têkoşînê û avakirina civaka demokratîk in, her wiha daxwaza azadiya wî ya fîzîkî hat kirin.

Li bajarên Qamişlo, Amûdê, Dêrik, Çilaxa, Girkê Legê yên bi ser kantona Qamişlo ve bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo semîner hatin dayîn, her wiha dar hatin çandin.

Bi heman boneyê Kongra Star li bajarokê Girbawî yê bajarê Qamişloyê, Parka Şaredariyê bi wêneyên Rêber Apo xemiland û dar lê çandin.

Li bajarê Amûdê jî di heman çarçoveyê de Kongra Star jî li nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a li bajarê Amûdê civînek organîze kir. Di civînê de şênî, endamên Kongra Star, PYD û Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê amade bûn.

Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endama Fermandariya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Viyan Efrîn axivî. Viyan Efrîn diyar kir ku ew her sal bi rengekî û di rewşeke cuda de rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz dikin û got: “Eger rojbûna yekemîn a Rêber Abdullah Ocalan tuneba dê şiyarbûna gelê Kurd û gelan jî çênebûbe. Em vê rojbûnê wekî vejîna mirovahiyê û zayîna mirovên azad dibînin.”

Viyan Efrîn bi domdarî got: “Kombûna me ya niha şînbûna dara ku Rêber Apo daniye, ev şînahî li Kurdistanê tê dîtin, yek ji şînatiyan jî şoreşa Rojava bû. Yek ji berhemên berbiçav jî niha nîqaşkirina hebûna gelê Kurd di destûran de ye.”

Viyan Efrîn destnîşan kir ku heta heqîqet tê dîtin, gelek berdêl tên dayîn û anî ziman ku dê têkoşînê bidomînin.

Di heman çarçoveyê de Kongra Star li Akademiya Meclisa Malbatên Şehîdan a li bajarê Amûdê 70 dar çandin.

Kongra Star bi hevkariya Şaredariya Dêrikê bi beşdariya bi dehan şêniyan û endamên saziyên sivîl 50 darên merxê li parka nêzîkî Firina Alî ya bajar çandin.

Tevgera Hîlala Zêrîn jî bi tevlêbûna bi dehan şêniyan çalakiyeke hunerê li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê li dar xist. Di çalakiyê de ji aliyê komên jinên ciwan ve stran li ser Rêber Apo hatin gotin û helbest hatin xwendin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmên bi daxwaza azadiya fîzkî ya Rêber Apo bi dawî bû.

Li bajarê Çilaxayê bi dirûşma “Rojbûna Rêber Apo vejîna jiyana azad e” çalakiyeke çandina daran ji aliyê Kongra Star ve hat lidarxisin. Di çalakiyê de bi tevlêbûna bi dehan şêniyan, endamên Kongra Star û saziyên sivîl dar li bendava Çilaxayê ya bajar hatin çandin.
Beriya ku dar werin çandin, endama Kongra Star Nizha Seyfedîn rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li tevahî gelan û malbatên şehîdan pîroz kir.

Nizha Seyfedîn Rêber Apo wekî mîlada tevahî gelên bindest bi nav kir û got bi saya ramanên Rêber Apo gel azadî nas kir.

Nizha Seyfedîn di dawiya axaftina xwe de banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir û got: “Em jin rojbûna Rêber Abdullah Ocalan wekî rojbûna xwe dibînin, ji ber ku bi saya wî me xwe nas kir û destkeftiyên mezin bi dest xistin. Bi vê boneyê, careke din em soz didin ku em ê têkoşîna li hemberî feraseta mêrêserdest û koledariyê bidomînin.”

Piştî axaftina Nizha Seyfedîn beşdaran dest bi çandina daran kir.

Meclisa Kongra Star a bajarê Girkê Legê jî semînerek li dar jiyana Rêber Apo organize kir. Semîner li avahiya Sendîkaya Karkeran a li bajarokê Rimêlanê bi beşdariya bi dehan şêniyan û endamên saziyan pêk hat.

Şêwirmenda Meclisa Kongra Star a bajarê Girkê Legê Rûken Qehreman semîner bi rêve bir. Rûken jiyana Rêber Abdullah Ocalan, ramanên wî û têkoşîna wan a ji bo rakirina zulmê li ser gelan, bi taybetî li ser gelê Kurd, belavkirina aştî û demokrasiyê vegot.

Rûken Qehreman diyar kir ku Rêber Apo banga belavkirina nirxên hezkirin û aştiyê di navbera gelan dike, her wiha girîngiyê dide azadiya jinan û azadiya civakê ji azadiyê jinan dibîne.

Di dawiya semînerê de dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.

 

Related Articles

Back to top button