
Şahî li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê bi amadebûna bi dehan zarok û malbatên şehîdan hat lidarxistin.
Piştî deqeya rêzgirtin, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê Cîhan Bozan axivî. Cîhan Bozan di axaftina xwe de rojbûna Rêber Abdullah Ocalan di serî de li zarok, li tevahî malbatên şehîdan û gelên azadîxwaz pîroz kir. Cîhanê diyar kir ku gelê Kurd bi saya Rêber Abdullah Ocalan ji tarîtiyê derketin ronahiyê û wiha got: “Gelê Kurd bi saya têkoşîna Rêber Apo nasname û mafên xwe nas kir û ji koletiyê rizgar bû. Em ê jî her tim di nava têkoşîn û berxwedanê de bin, heta ku Rêber Apo fîzîk azad bibînin; ji ber ku azadiya Rêber Apo azadiya mirovahiyê ye.”
Piştre zaroka bi navê Kewser Bozî nameyek bi boneya 4’ê Nîsanê xwend û got: “Di rojbûna Rêberê Cîhanê de, em ji jiyanek dijî têkoşîn û legerînên rewşenbîrî bi bir tînin, jiyanek ku ji bo bicîhanîna nirxen azadî, edalet û rûmeta mirovan hatiye veqetandin, raman ji bo gelek kesan di legerîna wan a avakirina civakek dadmentir û ahengtir de bûye çavkaniya îlhamê. Ev roj ne tenê fersendeke pîrozbahiyê ye, lê belê wesîleyeke ku em hevgirtina xwe xurt bikin û soza domandina têkoşîna ji bo pêkanîna armancên xwe nû bikin. Ev nirx her sal di wijdanê mirovên azad de dijîn û her sal hêvî ji bo pêşerojek geştir û dadperwetin nû dibe. Bê Serok jiyan nabe. Em wekî zarokên şehîdan rojbûna Seroketî pîroz dikin û em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwazin.”
Piştî axaftinan stran û şano ji beşdaran re hatin pêşkêşkirin.
Di dawiyê de şêranî li zarokan hate belavkirin.




