ÇalakîNûçeSlide

Kongra Star Bi Çandina Daran 4’ê Nîsanê  li Bajarokên Hîmo û Drbêsiyê Pîroz Kir

Bi Boneya Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan Li Qada Newrozê ya  Hîmo a Bajarê Qamişlo û Drbêsiyê darên Fêkî û Sinoberê hatin çandin.

Bi xwesteka Rêber Abdullah Ocalan Ku di Rojbûna wî de dar werin çandin, li tevahî rojavaye Kurdistan dar û şitlên cûr bi cûr hatin çandin.
Kongra Star jî bi tevlîbûna dehan kes bi deha darên Sinober çandin.
Bi dehan dar li qada Newrozê ya Hîmoyê bi silogana rojbûna te pîroz be rêberê me hatin çandin .

Beriya çandina daran bi deqeyeke rêzgirtin li ser giyanên şehîdan hate rawestandin.

Paşê li ser navê Kongra Star Hevseroka Nivîsgeha Rêxistinî ya Tevgara Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Şaha Xelîl axivî û wiha pêde çû ,roja 4’ê Nîsanê roja rojbûna rojê ,roja ronahiyê ji tarîtiyê,roja azadiyê li beramberî koletiyê ,roja tevahî jinên ku îro di bin durişmeya Jin Jiyan Azadî Xwe birêxistin dikin.
Rojbûna rojê em li rêber Abdullah Ocalan pîroz dikin,di heman demê de roja 4’ê Nîsanê salvegera damezrandin hêzên parastina jin YPJ’ê a ku têkoşîn û berxwedan di ber tevahî dunyayê de kir .
Di şoreşa rojava de hemû hêzên ku dihatin ser rojava bi navê munezema terorîst û ya Daişê ku xeterî li ser tevahî dunyayê dide meşandin, bi berxwedaniya YPJ’ê û qehremaniya keçên me yê çav reş û têkoşîna wan ew hêza ku xeterî li ser tevahî cîhanê dida şekilandin,ew hêz hat şikandin.
Şaha diyar kir ku di rojekî wek roja 4’Nisanê wiha girîng de di roja hebûn û ronahiyê de em rojbûna rêber Abdullah Ocalan û damezrandina YPJ’ê pîroz dikin.
Ji dîroka berê ta roja îro bi dehan serok û rêber derketin, lê rêber Abdullah Ocalan rêberekî navnetewî ye ku ji bo tevahî cîhanê û gelê bindest e.
Di dawiyê de careke din Şaha rojbûna rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û got rojbûna te rojbûna tevahî jinên azad e.
Di dawiyê de êdî dar hatin çandin.

Di heman çarçovê de li bajarê Drbêsiyê kongra star û PYD bi boneya salvegera 4 Nîsanê li baxçê Rêbertî darên fêkî  çandin bi beşdarbûna bi dehan endamên saziyên rêveberiya xweser, partiyên siyasî, rêxistinên jinan ,Meclîsa ermenî û hêzên ewlekarîya hindirîn tevlî çandinîyê daran bun.

piştî dar çandinê  endama rêvebir a partiya yekîtiya demokratî pyd a beldeya Sêgira Reca mihemed rojbûna rêber Apor li tevahiya mirovahî û  gelê kurdistanê pîroz kir herwiha da zanî ku çi destê dirêjî rêbertiya me bibe wê bê şikandin bi rêya qenalên ragihandinê li ser wêneyê rêbertiya me şêlû dikin ev tê wateya berdewamiya qomplo emê ticara serî ji van nêzîkatiyan re netewînin em îro li vir hatine ji bo rojbûna rêber Apo daran diçînin di şînbûna her darekê de wê fikir û ramanê rêber Apo şîn bibe kes nikare roja me tarî bike em bi taybet weke jin şopdarê rê serokê xwene .
çalakî bi diruşmeyê bê serok jiyan nabe jin jiyan azadî bi dawî bû.

 

Related Articles

Back to top button