HevpeyvînNûçeSlide

Henan Mihemed:Rojbûna Rêber Ocalan Rêya Serxwebûn û Azadiyê Ronî Kir

Bi boneya roja 4ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan endama komeleya Newroz li Lubanê Henan Mihemed ji dayikbûna rêbertî pîroz kir û da zanîn ku hebûna Ocalan mîna axake tîî û ziwa av bide bû çavkaniya henaseya azadiya gelê kur û tevahiya bindestan.

Akademiya Mahsum Korkmaz kampeke perwerdeyê ya Partiya Karkerên Kurdistanê (P*K*K) ye. Ew di sala 1986an de li Helwe, gundekî li Geliyê Beqaa li Lubnanê, hatiye damezrandin. Navê wê ji Mahsum Korkmaz, fermandare gerîla yê leşkerî ku piştrejî li çiyayên kurdistanê Akademiyên bi nave Mahsum Korkimaz hatin ava kirin.

Di Kongreya Sêyemîn a Partiya P*K*Kê ya Cotmeha 1986an de biryar hat dayîn ku Akademiya Mahsum Korkmaz were damezrandin.Cihê wê yê yekem li geliyê Beqaa li Lubnanê bû nêzîkî 10 hezarî zêdetir kadro lê dihatin dihatin perwerde kirin him di ware leşkerî him jî di ware bîrdozî de di van perwerdeyan de ev dihat esas girtin ji bo pêşengtiyeke rast ji gelê bi hezarê salan êş û azar jiyaye ji bo bi dest xistina azadiya wî pêdivî bi xwe nas kirin û xwe rêxistin kirin û ava kirinê heye ew jî bi şerê herî mezin a di kesayeta xwe de ye lewma beriya hertiştî pêwîstî bi xwe perwerde kirinê heye ,ew pêvajo jî bi pêşengiya Rêber Apo ve dihat meşandin.

Bi boneya 4ê nîsanê roja rojbûna Rêber Apo li tevahiya kurdistanê û li welatên dost û heskiriyên Rêber Ocaln ev roj bi çalakiyên cur bi cur tê pîroz kirin ,her wiha di salê ku Rêber Abdullah Ocalan derbasî Lubnan dibe yek ji kesayetên ku şahidiya wan salên dîrokî li erdnîgariya Lubnanê kir Henan Mihemed bû Henan Mihemed ji malpera me re behsa wan deman dike:

Endama Rêvebir a Komeleya Newroz li Lubnanê Henan Mihemed,diyar kir ku roja rojbûna Rêber Apo rojeke watedar e, ji bo gelê kurd û jinan roja vejînê ye. Herwiha Henan dest nîşan kir ku fikr û ramanê wî azad in û hemû gelên azadî xwaz yên cîhanê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bang dikin.

Roja 4’ê Nîsanê ango rojbûna  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke rojeke bi wate ji aliyê gelê kurd ve tê naskirin. Herwihatêkildarî vê rojê Henan Mihemed wiha got:di serî de rojbûna Rêber APO pîroz kir û wiha got ,ku Rêber Abdullah Ocalan sembola fikir û felsefeya bingehîn a azadiya gelê blindest e,herwiha rojbûna Rêber Ocalan rojbûna netewaye,rojbûnaGelê ku ji destê rêjîmên desthilatdar ser hebûn û çand nasname û ziman û axa wan hatibû baton kirin ew ji xewa mirinê şiyar kir,bi taybet gelê kurd û tevahiya gelê rojhilata navîn û jinan ,ji berk u Rêber Apo ji bo azadiya gelan di asta herî şor de têkoşiya û xebat da meşandin,lewra em rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li tevahiya mirovahiyê û gelan bi taybetî li gelê kurd û hemû kesên û têkoşerên ku serxwebûn û azadiyê bawer dikin pîroz dikin.

Henan diyar kir ,ku Rêber Ocalan bi fikir û felsefeya xwe ya azadiyê û civaka demokratîk gemar û toza qalik girtî li ser mejiyan rakir ,ya herî girîng em weke bi giştî jin û bi taybetîjî jina kurd dive em di wê zanebûnê debin ku fikir û zanista Rêber Ocalan ji bo me jinan bû hêza xwe nas kirin û vîna têkoşîna azadiyê .

Henan bal kişand li ser bandora fikir û ramanê Rêber Ocalan li ser pêkhateya gelê Lubnanê û wiha got ,di salên beriya ku Rêber Apo derbasî Lubanê bibe gelek sazî dezgeh koperatîf komele ku ji partiyên siyasî yên li başûrê kurdistanê -Iraqê bandor bibûn xwe li vir saz kiribûn lê belê ew partî û saziyan gelek xizaniya fikir û bîrdoziyê dijyan,ne xwediyê wê dewlemendiya hêza bîrdozî û zanistî a ji bo têkoşîna serxwebûn û azadiya kurd û  kurdistanê bikin,tu kes nebû xwediyê wê insiyatîf û hêzê ku bibe pêşengê rast ji bo gelê li vir ber bi yekîtiyeke neteweyî ve bibe,gel pêkhate yên ku li vir dijyan xwediyê wê hêrsêbûn ku hema pêlek serhildanê bilive û tevlî bibin ji bo azadiya xwe têbikoşin ,di wan deman de gelek keç û xortên kurd cihê xwe di rêxistinên filistîn û lubnan di girtin  bi tenê  li benda pêşengekî bûn ku ji bo gelê xizan û blindest bikevin tevger û têkoşîna azadiyê ûdaxwaza mafê gelan,lewra di dema ku di salên 80an de kadroyên pkk bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan derbasî cihekî weke Lubnan bûn  weke ku gel li benda tiştek wiha bû mîna ku ti avê li axeke tîî byî bik û axeke tîî û ji tîna re terikîbe av bide gel ewqas dil şad û bextewer bûn .

Henan îşaret bi mijara ku dema Rêber Ocalan û hevalên wî  bi nave partiya Karkerên Kurdistan derbasî Lubnanê bûn kir û wiha pêde çû ,ji bo derfetên ava kirina kadroyên pêşen di têkoşîna azadiya civak û gelê blindest de were bi dest xistin pêdivî bi ava kirina akademiyeke perwerdeyê hebû lewra koma kadroyên ku bi nave partiya karkeran bi pêşengiya Abdullah Ocalan hatibûn Lubnanê li Beqayê kama perwerdehiyê a leşkerî bîrdozî hate ava kirin ew akademî jî bi nave Mahsum Korkimaz hate bi nav kirin li wir gelek keç û xort beşdarî nava van akademiyan bûn û bi mehan perwerdeyên bîrdozî leşkerî didîtin û di heman demê de di rojên munasebe şahî û civînan de gel bi girseyî tevlî van çalakiyan dibûn .

Henan di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku ez bixwe jî weke kes gelek çaran min hevdîtin bi Rêber Ocalan re da çêkirin û di gelek civînên ku wî bi xwe ji gel re çêdikirin ezjî li wir weke tercumanekî min rol digrt nirxandinên Rêber Ocalan dikirin û xîtabî beşdarvanên civînan dibûn min werger dikir ,gel bi awayekî bi kur ji fikir û ramanê Abdulla Ocalan bandor dibû ji berk u fikir û stratejiya bîrdoziya partiya karkerê Kurdistan ji bo serxwebûn û azadiya gelê bidndeste lewra fikir û felsefeya vê tevgerê weke dermanê birîna hezarê salan bû herkesê ku tiyê azadiyê bû xwe li vê fikir û felsefeyê girt û himêzkir,li vir tişta herî xweş jî ewbû ku ji axaftinê wêdetir Rêber APO li derdê gel dikarîbû bi rojan guhdar bikra dixwe fêm bike ku gel di nava çi bendewariyê de dijî û ewê çawa ji van daxwazan re bibe bersiv û tişta pêwîst bê kirin çi ye.

Li vir gel bi awayeke pir zêde bi van danûstandinên di navbera wan û Rêber Ocalan de ava dibûn bandor dibûn ,û ev dibû sedema ku gelê li Lubnanê roj bi roj himêz kirina wan ji fikra serxwebûn û azadiya gelê hejar û bindeste ku yek ji mijara herî stratejîk a bîrdoziya partiya karkerê Kurdistan bû herroj ev fikir û felsefe diçû Banora wê li ser gel berfirehtir dibû û jicivaka li vir re balkêş û ew dikşand nava xwe û êdî dibû evîndar û heskiriyên vê doze vê fikrê,bi taybetî jî partiyeke ku bi kadroyên ji bo azadiya gelê kurd bi taybet û tevahî gelên blindest bi taybetî  bi pêşengiya Rêber Ocalan zêdetir û bi xwe ve didan girêdan .

Henan wiha domkir ku Rêber Ocalan xwedî taybetmendiyên wiha ye ku ew dema dadiket nava gel herkes bi sebra xwe vîn û fikrê xwe heyanî bi livandina her tevgerînek di kesayeta wî de dibû çavkaniya ilhamê û hestekî ku mirov nikare bi lêv bike gek lê kom dibû û êdî di wan deman de bandoreke wiha li ser civaka Lubnanê hat kirin ku di her serhildan şahiyê de bi alên rengîn qada şahiyan şewq dida û her ku diçû girşe mezintir dibû û bîrdoziya partiya karkerê Kurdistan ji box we esas girt.

Henan da zanîn ku Rêber Ocalan gel û civak gihand asteke wiha ku ger jiyanek hebe ewjî dive ku azad be yan jî wê jiyan jiyan nebe wê tiştekî ku nave wê jiyan tunebe lewra hebûna Rêber APO çavkaniya ku mirovahî li pey azadiya xwe bikeve û ji bo jiyaneke azad û bedew pêdivî bi têkoşînê heye ger mirov evîndarê jiyaneke azad be pêwîste ku mirov ji zehmetiyê têkoşîna wê jî paşve gav neavêje bi israreke mezin ji bo gihandina jiyaneke azad û bedew  dive mirov xwe ji berdêlên wê re jî amade bike bi vî rengî mirov dikare kêlî bi kêlî azadiyê bi dest bixe .

Di dawiyê de Henan bal kişand li ser yek ji mijara stratejî yê bîrdoziya azadiya jin ku Rêber Ocalan cihekî mezin û girîng didê û got li gelek welatan wekî rusiya û gelek partî û rêxistinên bi sosyalîzmê xwe bi nav dikirin lê belê tê de maf û nasnameya jinan nedihat esas girtin,yanî mijarê têkildarî azadiya jinan dihiştin piştî şoreşê ,lê belê Rêber Apo di şoreşan de li ser hemû beşên jiyanê radiweste aliyê civakî ,çandî,dîrokî siyasî  û ya herî girngjî ewe ku şoreş bi azadiya jinan pêkan e.ev jî hişt ku bandore li gelek rêxistinên jinan yên ku ji bo azadiya jin û wekhevî û xwedî derketin li dîrok û çanda civak û gelan dikirin xwe li vê fikrê bigrin.em dikarin wiha bêjin ku çiyayê Beqa yê ne wek perçeyek erdnîgarî bigrin dest li ser vê erdnîgariyê Akademiyek ku her kesayetek ji şerbeta fikir û ramanê xwe vedixwar dibû dendikek ji pola û ji bo serxwebû û azadiya gelan şer kir ku heya roja îro ev têkoşîn bi saya fikr û felsefeya Rêber Apo xwe gerdunî kir.

Related Articles

Back to top button