
Rêber Abdullah Ocalan dipirse bê ka di artêşbûna gerîla de rastiya jinan çi îfade dike û wiha dibêjê: “Nêzîkatiyên kevneşopî yên bi vê şêweyê “gerîlatî zêdetir karê mêran e” di me de pir serdest e. Jin jî di vê mijarê de pir zêde biîdia nebûn yan jî herî kêm di aliyê fîzîkî, ruhî û siyasî de dema xwe tam tev lê nakin, rê li ber plana duyemîn tê vekirin û ji rêzê girtin dertê holê. Perwerde û rêxistin xwedî girîngiyeke mezin e. Bi taybet dema ku dor hat ser karê artêşbûnê divê zêdetir li serê kûrbûn çêbe. Dema em van bihaneyan tînin ber çavan, di serî de di gerîla de û di xebatên cur bi cur de artêşbûna jinan û birêxistinbûna wan pêş xistin; ji bo azadiyê girtina bin ewlehiyê bêyî ku taloqî siberojê were kirin, wek rojane hema niha pêkanîn, xwedî girîngiyeke mezin e.”
Rêber Abdullah Ocalan di dahûrandinê de tîne ziman ku kengî jin dikarin nasname, azadiya xwe bixwazin û wiha dibêjê: “Dema jin bûn artêş, pêkhatina daxwazên şexsî, rojevbûna nasname û azadiyê dê rasttir be. Ji ber ku ev ne bi xwestina maf û xwespartina yên nêzîkî xwe ve dibe, bi hêz tê girtin. Hûn neçar in van heta hestiyê mêjiyê xwe jî his bikin. Jin dê hinekî rizgariya xwe bi gerîla re bi dest bixin. Ev jî, bi artêşbûna jinan gengaz dibe. Artêşbûna jinan parçeyekî artêşbûna gerîla ye, di nava vê artêşbûnê de ye lê xweseriya wê jî heye. Ev xweserî jî dê rengê xwe bide artêşa gerîla. Artêşeke gerîla ya ne wekî di civakê de dibe ku di her wateyekê de di bin siya mêran de, bi zanebûn an jî ji ber xwe dikeve bin serweriya wan û siya wan, xwegihandina hêza artêşeke ku jin jî tê de dihizirin, nîqaş dikin, bi rê ve dibin, bi rêxistin dikin û çavdêriyê dikin.”
Rêber Abdullah Ocalan dibêjê bila nebêjin ku fîzîka jinan nikare li ber xwe bide û wiha dibêjê: “Divê rewşên fizîkî wek astengî nîşan nedin. Nabe ku were gotin “fîzîka jinan nikare li ber xwe bide yan jî jin bi karên zehmet nikarin. Di pratîkê de artêşbûna jinan divê çawa be? Mînak; li Eyaleta Botan di nava fermandariya giştî û konseya leşkerî de bi qandî ku hebûna jinan tê de temsîla xwe bibîne, endamên jinan tê de cihê xwe digirin. Di vir de jin jî mêr jî asta ku xwe tê de temsîl bikin, heye. Temsîlkirina eniyê jin jî dikin mêr jî dikin. Ber bi jêr ve di çêbûna yekîneyan de, yekîneyên jinan jî, yên mêran jî hene. Birêxistinkirina jinan ji mangayekê bigire, ger hebe heta alayekê jî dibe. Hinek şervan, hinek fermandar, hinek perwerdekar, hinek jî dikarin bi karê aboriyê ve mijûl bibin; anku arteşeke çawa tê birêxistinkirin, rêxistina jinan jî wisan bipêşxistin guncaw e. Divê xwe bi xwe perwerdekirin, birêxistinkirin û bi hêza cewherî çêbe. Ev tiştên ku hatine gotin divê veguherin çalakiyan û ev divê teqez ji hêla van yekîneyan ve werin birêvebirin.”
Rêber Abdullah Ocalan rêbazên birêxistinbûyîna artêşa jinan jî wiha vedibêje: “Çalakiyên hevbeş dibe ku hebin, lê hinek çalakî dê jin bi xwe bikin, divê ev jî neyê lomandin. Hinek çalakî jî dê yekîneyên mêran bikin. Di şer de hem çalakiyên hevbeş werin kirin hene, hem jî çalakiyên ji aliyê yekîneyên cuda ve werin kirin hene. Ev şêwaz carinan serkeftî dibe. Ger yekîneyên jinan bi gelemperî di bin baskên mêran de şer bikin, dema baskên mêran ji holê rabûn artêşbûna jinan jî dê ji holê rabe. Yan jî nêzîkatiyên wekî “qet pêwîstiya me bi alîkariya mêran nîn e, heta dawiyê em ê bi tena serê xwe şer bikin” jî nêzîkatiyên tûj in û ne rast in. Piştgirî û paralelî her timî pêwîst e. Lê di her alî de înkara xweseriyan, wek gopalê seqetan her tim li palgehekê gerîn, gotina “ger bin baskên mêran nebe, yekîneyên jinan jî nameşin û nikarin şer bikin” tê wateya înkarkirina azadiya xwe, nasnameya xwe û asta xwe. Bi van têgihiştinên qels mîsoger e ku azadî nabe. Ji ber vê sedemê divê nêzîkatiyeke ber bi artêşbûnê ve were pêşxistin.”



