ÇalakîNûçeSlide

Kongra Star 4’ê nîsanê bi Çandina Daran Pîroz Kir

Bi boneya Roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ,Kongra Star li rojavayê kurdistanê bi hezaran dar li park û daristanan çand .

li ser daxwaza Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ,îro kongra Star a li rojavayê kurdistanê ji serê sibê de Rojbûna Rêberêxwe bi çalakiyên dar çandinê despêkir  û rêvberên saziyên Civaka Sivîl berê xwe dan park û daristan û deverên navendî yên çandinê û li wir dar çandin.

Li ciyê ku dar lê hatin çandin axaftin ji aliyê rêvberên Kongra Star hatin kirin û li di axaftinan de Rojbûna rêbertî bi rojbûna tevahî gelan pênase kirin û wiha diyar kirin :”Em îro vê roja bi nirx bi çandina daran pîroz dikin . Rêber Apo rêberek navnetewî ye, rojbûna wî rojbûna tevahî cîhanê ye. Ji bo jinan ev roj roja zayîna zanebûnê ye .

Piştî çandina daran beşdaran kombûn û bi dirûşmeya “Bê Serok Jiyan nabe “ çalakiya xwe bi dawî kirin .

 

Related Articles

Back to top button