ÇalakîNûçeSlide

Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan Û 13′ Emîn Salvegera Damezrandina YPJ’Ê Hat Pîrozkirin

Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan bi Merasîmeke Leşkerî ya YPJ' Li Stadyuma 12'ê Adarê bi Bşdariya Sedan Kes Hate Pîrozkirin.

Bi boneya rojbûna Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan Ku 28 sal ji temenê xwe bi komployeke navnetewî di girtîgeha Îmraliyê de qedandiye û hê jî ev komplo dewame , îro derbasî 78 saliya xwe dibe ku tevahî temenê xwe ji bo gelê Kurd û gelê Rojhilata navîn bi xebatekî kûr , zehmet û bê navber qedand.
Di heman demê de îro 13’mîn salvegera damezrandina Yekîniyên Parastina Jin YPJ’ê ye ku hêzekî jinan li hember xetertirîn terorîstên cîhanê (Daişê) şerekî bêhempa da meşandin û ji bo tevahî jinên azadîxwaz ên cîhanê mohra xwe li dîrokê xist û bi hezaran bedelên giran dan.
Hebûna û nûkirina sozan îro , YPJ’ê îsbat dike ku dewleta ku jinan û fedayetiya jinan nepejirîne ew ê wê dewletê qet qebûl neke .

Kongra Star û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi boneya roja rojbûna Rêber Abdullah Ocalan (4’ê Nîsanê) û salvegera damezrandina YPJ’ê li Stada Şehîdên 12’ê Adarê ya li bajarê Qamişlo yê Cizîrê şahiyek li dar xist. Şahî bi dirûşma “4’ê Nîsanê Roja Afirandina Azadiya Jin û Civaka Demokratîk E” pêk hat. Bi hezaran şêniyên ji Qamişlo, Tirbespiyê û Amûdê beşdarî şahiyê bûn.

Li qada şahiyê wêneyê Rêber Abdullah Ocalan, alên Koma Civakên Kurdistanê (KCK), Yekîneyên Parastina Gel (YPG), YPJ, Kongra Star û şehîdên YPJ’ê hatin daliqandin. Pankartek ku wêneyên şehîdên YPJ’ê û li ser nîvîsa “YPJ Dîrokek Ji Têkoşîn û Mîsogeriya Azadiya Jinên Sûrî Ye” hatibû nivîsandin hat danîn.

Şahî bi kêliyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan û torenek leşkerî ya YPJ’ê dest pê kir,paşê axaftina destpêkê ji aliyê fermandariya YPJ’Newroz Ehmed ve hate kirin.

Di torenê de fermandara YPJ’ê Newroz Ehmed axivî û got:“Rojbûna Rêber Apo ne tenê jidayîkbûna kesekê ye, di heman demê de zayîna gelekî ye. Rêber Apo ji bo krîza heyî dîsa çareseriyek dît û li ser bingeha entegrasyona demokratîk pêşkêş kir. Her wiha ji bo çareseriya pirsgirêka jinan jî heman rêbaz pêş xist. Ev çareseriya niha pêşketiye di serî de bi keda Rêber Apo ye. Her wiha gelê me yê berxwedêr ji bo azadiya xwe her tişt kir. Em minetdarên gelên ku li kêleka me sekinîn in. Li Rojhilata Navîn û cîhanê aloziyên derketine herî zêde bandor li jinan kir. Ji ber wê yekîneyên jinan xwe birêxistin kirin. Îro jin di hemû qadên têkoşînê de cih girtin û ev şoreş bû şoreşa jinan. Lê aliyên desthilatdar ku navenda wê mêr e dixwazin jinan di paş de bihêlin. Peyama me zelal e, çawa ku me di her qadên têkoşînê de pêşengî kir, em ê dîsa vê têkoşînê bidomînin. Ji bo Sûriye bibe Sûriyeyek demokratîk hebûna yekîneyên jinan tişteke ku nebe nabe. Xweparastina jinan mafek rewa ye. Hûn dizanin di demên dawîn de jî hevdîtinên me çêbûn, ji bo jin di nava parastinê de cih bigire dê hevdîtin bidomin. Şerên li herêmê jî didin nîşan ku divê em parastin û têkoşîna xwe biparêzin. Ji bo azadkirina hevalên me yên dîl jî têkoşîna me didome. Em soza xwe ya parastina vî gelî, soza me daye şehîdan nû dikin û em ê heta dawî têkoşîna xwe bidomînin.”

Piştî axaftina Newroz Ehmed dirûşmên ”Bijî Serok Apo”, “Jin Jiyan Azadî”, “Şehîd Namirin” û “Bijî Berxwedana YPJ’ê” hatin berzkirin.

Piştî torena leşkerî ji aliyê şervanên YPJ’ê hate pêşkêşkirin. endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hemo li ser girîngiya 4’ê Nîsanê wiha axivî: “4’ê Nîsanê rojbûna gelê Rojhilata Navîn em li Rêber Apo pîroz dikin. Îro rojbûna gelê Kurd e, rojbûna hemû gelan e, riheke şoreşa jinan pêş xist, şoreşa Rojava, şoreşa Kurdistanê pêş xist. Ev rih li tevahî cîhanê belav bû. Felsefeya jiyana azad li her derê belav bû, azadî pêş xist. Rihê berxwedana Denîz, Ziyad, li Tişrînê ye. Bi vî rihî têkoşîna azadiyê gihişt her cihî. Îro projeya Rêber Apo ku li çar parçeyên Kurdistanê ya mafê Kurdan bi vî rihî pêş ket. Lê li hemberî azadiyê, demokrasiyê hişmendiyek desthilat heye. Dixwaze vê rojê reş bike, nasnameya gelê Kurd û jinan nas nake. Ev hişmendî îro li Rojhilata Navîn nîjadperestiyê pêş dixe. Ji bo vê 4’ê Nîsanê ronahiye li hemberî tarîtiyê, olperestî û nîjadperestiyê. Dê ev ronahî hertim bimîne. Li hemberî fikrê Rêber Apo êriş hene. Di kanalan de li ser wêneyên Rêber Apo tarîtiyê çêdike, kes nikare fikrê Rêbertiyê û 4’ê Nîsanê tarî bike. Em vê nêzîkatiyê napejirînin. Ev hişmendî bû ku Efrîn û Serêkaniyê dagir kir. Em ê li hemberî ku nasnameya jinan, gelan napejirîne tê bikoşin. Heta em Sûriyeyek demokratîk ava bikin em ê têkoşîna xwe bidomînin. YPJ hêza parastina jinam e, heta em YPJ’ê bidin pejirandin em ê li ber xwe bidin. Em 4’ê Nîsanê li tevahî jinan, dayîkên şehîdan û gelê me yê berxwedêr pîroz dikin.”

Di dawiyê de Koma Stêrka Zêrîn a Tevgera Hîlala Zêrîn, hunermed Sumeya Mihemed, hunermed Kadar Husên û hunermed Mufîda Efrîn bi stranên xwe beşdarî şahiyên bûn û dîlan û govend hate gerandin.

Related Articles

Back to top button