
Şêniyên bajarê Dirbêsiyê û zirgan bi xemla biharê ya cil û bergên xwe li qada pîrozbahiya roja 4`ê Nîsanê li hev kom bû. Şêniyan cil û bergên xwe yên kurdî li ber xwe kiribûn û dest bi pîrozbahiyê kir.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo şehîdan, bi navê Kongreya Star Ebîr Hesen axivî û got: “Gelê Kurd bi îradeya xwe komplo têk birin. Bi hezaran keç û xortên Kurd ji bo parastina fikir û ramanê Rêber Apo canê xwe feda kirin. Projeya Rêbertî ya neteweya demokratîk dê biserbikeve. Em ê hemû komployên li dijî îrade û azadiya gel têk bibin.”
Di berdewama pîrozbahiyê de hunermend Geşbîn Nebo ya ji Navend Çand û Hunerê ya Hesekê, hunermend Aycan Kobanê û Koma Şehîd Zîlan a Navenda Çand û Hunerê ya Dirbesiyê pîrozbahiya rojbûna Rêber Apo (4`ê Nîsanê) geş kir û beşdaran govend gerand.







