DaxuyanîNûçeSlide

Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan Dest bi Kampanya Piştgiriya YPJ’ê Kir

Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Rojava ji bo piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û beşdariya wê di wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de kampanyeke da destpêkirin.

Yekîniyên Parastina Jin YPJ’ê ku di şerê li dijî Daişê rolekî sereke lîst û ji bo parastina jin û civakê bedelên giran dan û mohra xwe li dîrokê xist, îro ji aliyê hikûmeta demikî ya Sûriyê tê redkirin û hebûna YPJ’ê wekî hêzekî sereke nagire dest.
Bêguman ev nêzîkatî bi tundî tê şermezarkirin , herçiqas hin erêkirin di nav herdû aliyan de çêdibin , lê belê mijara esasî a girêdayî YPJ’ê nehatiye çareserkirin .
Di vê çarçoveyê de Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li RoJava ji bo parastina destkeftiyên şoreşa jin herwiha misogerkirina mafê YPJ’ê di destûra nû ya Sûriyê de kampanyeke çalakiyan û bi hin şert û mercan destpêkir.

Kampanî bi daxuyaniyekê li stadyoma 12’ê Adarê hate raghandin.
Daxuyanî bi Kurdî ji aliyê Berdevka Kongra Star A Kantona Qamişlo Rîhan Temo , bi Erebî ji aliyê Cîgira Desteya Jinan Wesayif Dendih û bi Suryanî ji aliyê Yekîtiya Jinên Suryanî Semîra Hena ve hate xwendin.
Di sedan rêbever û endamê saziyên jin herwiha fermandarên YPJ’ê tevlî daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî wiha ye:

Xweparastina rewa û parastina civakê li dijî terorîzm û şîdeta rêxistinkirî mafeke ku ji hêla zagon û hevpeyimanên navneteweyî ve, li ser bingeha peyimana Neteweyên Yekbûyî û Peyimanên Cinêv, û Biriyara 1325 an û peymana Neteweyên Yekbûyî ya derbarê aştî û ewlehiyê de hatiye garantîkirin,nemaze dema ku jin û zarok dibin hedefên sereke yên kuştin, revandin, koçberkirin û kolekirinê.di van salên bûrîde li Sûriyê gelek tawanên mezin ji milê rêxistinên terorîst di derheqê sivîlan de hatin kirin , ku jin rastî binpêkirinên herî kirêt hatin, jin û zarok bi her cûre binpêkirinan re rûbirû man. Bû sedema ku berpirsiyariya parastina xwe û beşên hrî zêde di metirsiyêde li ser milê civakê ferzbibe.
Di van şert û mercan de, pêwîstiya bi hêzên ku bikaribin jin, zarok û civakê biparêzin û li hember terorîzma ku mirovahiyê, rûmet û mafê wê yê jiyanê ermanc digire, raweste derket holê. Li ser vê bingehê Yekîneyên Parastina Jin hatin avakirin.
Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Ji dema ku li Rojava hatî damezrandin ve, îspat kiriye ku hêzek herî bibandor û sembola herî bilind a rêxistina jin li seranserê Sûriyê ye.
Di salên bûrî de, YPJ yek ji hêzên herî berbiçav yên ku li hember terorîzmê şerkiriye û di parastina mirovahî, rûmet û azadiyê de mînakek bêhempa pêşkêşkir. YPJ di şerê li dijî DAIŞ û rêxistinên din ên tundrew de di rêfên pêşîn de cih digirt û bi awayek rasterast beşdarî parastina sivîlan bû, bi hezaran jin û zarok rizgar kir û bergirî diber civakên herêmî û tevahiya pêkhateyê wê de kir.
Ji bo parastina civaka Sûriyeyê û tevahiya mirovahiyê, Şervanên van yekîneyan berdelên giran danîn, di şerên parastina gundan û bajar de û di rûbirûbûna li dijî terorîzma ku jin ji her tiştî bêtir hedef digirt de şehîd û birîndar dan.
Rola van yekîneyan ne tenê leşkerî bû; belê di heman demê de hêzek exlaqî û civakî jî pêk anîn ku beşdarî parastina jin ji tundî û tundrewiyê bû û nirxên beşdarbûn, wekhevî û edaletê xurt kirin.
●Hebûna yekîneyên parastina jin di nav artêşê de garantiya pabendbûna artêşê bi prensîbên xwe re di şiyana parastina aştî û ewlehiyê de ye. Ev yekîne pusûla wê ya exlaqî temsîl dikin, hişmendiya înkara yên din derbas dike û di ramanên pêşverû de kokdare.
-●Hebûna jin di artêşê de erkên xwe yên bergiriyê hene û di heman demê de jî erkên xwe yên têkoşeriya di guhertina zîhniyeta ku îrade û mafên jinan red dike de heye.
Parastina taybetmendiya van yekîneyan wekî hêzek jin a pispor pêwîstiyek neteweyî ye, ji ber ezmûna wan a berfireh a di Şerê li dijî terorîzm, parastina jinan û beşdarbûna di parastina ewlehî û aramiyê de, Her weha naskirina rol, dîrok û qurbaniyên wan misogerdike.
Em, wek Platforma Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Rojava, destpêkirina kampaniyak piştgiriya Yekîneyên Parastina jin, bi durûşma, Em tev YPJ ne, YPJ nûnertiya me ye ” Radighînin û daxwazên me evin:
1-Naskirina yekîneyên parastina jin YPJ wekî hêzek leşkerî brêkûpêk di nav Wezareta Parastina Sûriyê de.
2- Parastina pêkhateya Yekîneyên Parastina Jin wekî beşek yekgirtî ji pergala parastina Sûriyeyê ya tayîbet bi herêmên Rojava.
3-Parastin û sepandina destkeftiyên jin li Rojava, ku jina Kurd û Sûrîyeyî li herêm û cîhanêwergerandiye mînakek pêşeng.
4- Serbest berdana girtiyên jin, radestkirina cenazeyên şehîdan û eşkerekirina çarenûsa jinên winda û çarenûsa wan ne diyar.
5-Em bang li hevpeymaniya navnetewyî û hêzên bi bandor dikin ku biştgirî bidin beşdarîkirina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di pergala Wezareta Parastina Sûrî de û naskirina statuya wan.
6-li ser asaê ku Danezana makezagona Sûriyeyê tu bendek ku xizmeta leşkerî bi mêran sînordar bike nagire nav xwe, derfet dide xurtkirina beşdariya jin di saziyên leşkerî û ewlehiyê de.
Li ser vî asasî, em girîngiya garantîkirina rola jin û rêxistinkirina beşdariya wê di nav formasyonên jinan ên pispor yên wekî Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), de li gorî prensîbên wekhevî û ne-cudakariyê, tekez dikin.
Em bang li tevahî tevger, rêxistinên jinan û hêzên demokratîk û raya giştî li Kurdistan û Cîhanê dikin ku piştgirî bidin hemleya me û li kêlek Yekîneyên Parastina Jin YPJ ku bûye sembola berxwedan parastina azadiya jinan û sepandina aştî û demokrasiyê rawestin. Her weha em bang li tevahî ragihandin û mediyaya navnetewî dikin ku, piştgirî bidin vê kampaniyayê ku wek dengê têkoşîna azadiya jinê ye.

YPJ ne tenê şervan in; belê ew hilgirên ala azadî û wekheviyê ne. beşderbûna wan di nav artêşa Sûriyeyê de gavek pêwîst e ji bo zêdekirina beşdariya jinan di saziyên dewletê de û ji ezmûna berfireh a ku van şervanên jin di salên şer de berhev kirine, sûdwergirin, bi ermanca avakirina saziyek parastina neteweyî ku cihêrengiya civaka Sûriyeyê û qurbaniyên keç û lawên wê nîşan dide.

Related Articles

Back to top button