Emîna Omer: Ypj Hebûna Meye Emê bi Ypj Nasname û Mafê Jinan di Suriyeya Nûde Mîsoger Bikin
kampaniyaya piştgiriya Ypjê ku ji aliyê platforma tevger û rêxistinên jinan hatiye despê kirin di vî derbarî de Endama koordînasyona meclisa jin a bakur û rojhilatê Sûriyê Emîna Omer ji malpera mere nirxand

Endama Kordînasyona meclisa jin a bakur û rojhilatê Sûriyê Emîna Omer wiha da zanîn,Di 26’ê Nîsanê de weke rêxistin û tevgerên jin ên rojava me dest bi kampanyekê kir, ev kampanî jî ji bo piştgitiya YPJ’ê bi durişmeya “Em hemû YPJ’ê ne, YPJ’ê nasnama me ye.Armanca me ji vê kampanyê em dixwazin destûreke fermî ku YPJ’ê bibe hêzeke leşkerî serbixwe ya jinan ku were erêkirin di wîzareta parastinê ya hikumeta demikî de herkes dizane piştî lihevkirina 21 heyva 1’ê rêveberiya xweser û hikûmeta demikî lihevkirin ku integrasyon çêbû lêbelê heta niha ji aliyê leşkerî em dibînin QSD’ê çawa tevlî vê integrasyonê bû û çend lîwa hatine avakirin û bi hikûmeta demikî re ew itîfaq dimeşin , beşa ypj’ê îro di nîqaş de ye hîn ti îtîfaq li ser çênebûye û nehatiye erêkirin weke hêzeke serbixwe bimîne ya jinan ku ew jî cihê xwe bigre di wezareta parastinê ya hikûmeta demikî de ji ber ku ji ber ku YPJ’ê jî beşek ji QSD’ê ye îro dema ku naskirin bi QSD’ê kiribe ev naskirin li gorî me jinan seqet dimîne.lewra bi riya vê hemleyê em dixwazin zextekê li ser asta Sûrî , rojhilata navî û cîhanê bi giştî ku em karibin bandorê li ser hikûmeta demikî bikin ku naskirineke fermî bi ypj’ê bike weke hêzeke jin serbixwe di Sûrî de.
Emîna diyar kir ku nerîn û nêzîkatiyê hikûmeta demikî ji ypj’ê re ne wek nêzîkatiya tevgera me ye ew dibêje em jinan di nava xwe de erê nakin û di Sûriyê de arstêşa jin tune ye, di destûrê de tiştekî ku artêşa jin hebe tune ye û rola ypj’ê şerê terorîstê kir îro jî şerê terorîst nema lewma pêwîst nake ku artêşeke serbixwe ya ypj’ê hebe, gereke ypj’ê tevlî wîzaretê bibe û wekî hêzeke hundirîn mîna asayîş tevbigere , lê em weke jin û YPJ’ê napejirînin li ser vî esasî hevdîtin jî çêbûn û ji bo vê mijarê gelek nîqaş hate kirin ji ber vê yekê erê nakin ku hêza wan di hundirê artşa Sûriyê de , pêwîste weke jinan ew hêz bimîne serbixwe ji ber ku jin di riya artêşa jinan parastina jinan û mefê jinan dike weke garantiyeke ji bo mafê jinan di destûra pêşerojê de. Ta niha ti erêkirin nehatiye ku Ypj’ê dê bimîne artêşeke serbixwe lê belê meyla hikûmeta demikî xuyaye ku qebûl nake .
Emîna tekez kir ku ji bo me weke jinan û tevgerê jinan ji bo me tiştekî gelekî bi nirxe , YPJ’ê ji 2013’an ta roja îro gelek qurbanî dan di şerê Daiş de bi hezarê jin û zarokan rizgar kirin , di nava civakê de guhertineke mezin li ser asta cîhanê çêkir , mejî rizgar kir. Ji dema ava bûye heta îro di cavakê de guhertineke kokî çêbû, berî damezrandina YPJ’ê ticarî nedihat qebûlkirin ku jin tevlî artêşê bibe. Emîne bibîr xist ku YPJ’ê li Kobanê berxwedaniyeke bêhempa kir û qehremantiya ku kirin eniyên şer berndan û canê xwe feda kirin heta ku bûne sembola li ser asta dunyayê tevî ku çawa jinên Kurd ku bi qehremantiya xwe bûne sembol lewra em weke jin nikarin bi xwe bidin erêkirin ku dé rola ypj’ê nemîne di civakê de ji bo wê emê berxwebidin û têkoşîna xwe xurtir bikin ji bo YPJ’ê bimîne .pêwîste em vê kampaniyê xurt bikin tevlîbûna jinên Sûriyê , rojhilata navîn û cîhanê pir girînge . Li ser asta cîhanê artêşê jinan hene me tensîq bi wan re çêkirye ku ew jî bersiva wan jî hebe li ser vê mijarê û wek artêşê jinan destek bidin vê kampanyê dema em dibêjin deste ji tevahî Sûriyê rojhilata navîn û cîhanê ji ber ku dema artêşa jinan hebe li kîjan devera cîhanê be dibe garantiyeke ji bo tevahî jinan ku karibin parastina xwe bikin . Em dibînin ku di sedsala 21’ê de gelek komkujî têne serê jinan , ên hatibe girtin , siyasetên qirêj li ser tên bikaranîn ku wan dûrî siyaset û erkên wan bikin û was nekin hevkarê cihên biryarê.
Herwiha Emîna tekez kir ku di artêşa rêjîma Sûriyê ya berê jinan cihê xwe di astên bilind de digirtin lewra em dibêjin gereke jin dîsa cihê xwe bigre . Lê di îdeolojiya hikûmeta demikî de jin di hemû milê civakê de cihê xwe nagire nêzîkatiyên wan xirabin ji bo jinan .di dawiyê de jî got ku di riya vê kampanyê bi rengekî xurtbi piştgiriya hemû jinên cîhanê çi tevger , rêxistin û jinên artêş ku em vê kampanyê bi rengekî xurt bimeşînin ta ku em bighin armancin serkeftî ku
Di dawî de YPJ’ê were pejirandin bi rengekî ku em zextekî mezin li ser hikûmeta demikî çêbikin ku Yekîniyên Parastina Jin cihê xwe di wîzareta parastina Sûriyê weke artêşeke sereke cihê xwe bigre . Heta hikûmeta demikî bersiveke li gor dilê me nede emê kampanya xwe dem dirêj bikin.



