Şêrîn Reşîd: Misogerkirina maf û temsîliyeta jinan di pêvajoya entegrasyonê de pêdiviyeke bingehîn e
Endama Kordînasyona Hîlala Zêrîn a Rojava, Şêrîn Reşîd,tekez kir ku naskirina statuya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di nav sazûmaniya Wezareta Parastinê de yek ji dosyayên herî girîng e û pêwiste were qebûlkirin û got:” tekoşîna jinan ji bo Naskirina YPJ’ê veguheriye tekoşînek gerdonî “.

Platforma Çalakiyên Hevbeş ên Rêxistin û Tevgerên Jinan ên Rojava bi armanca ku statuya YPJ‘ê were qebûlkirin, di 26‘ê Nîsanê de kampanyaya bi dirûşma “YPJ hebûna me ye, em hemû YPJ ne” da destpêkirin. Di çarçoveya kamanyayê de ku hîna dewam dike, çalakî tên lidarxistin. Heta niha gelek çalakî hatine lidarxistin. Her wiha ji cîhanê û Rojhilata Navîn gelek kesayet û tevgerên jinan piştgiriya xwe ji bo YPJ’ê nîşan didin.
Di vê çarçoveyê de Tevgera Hîlala Zêrîn a Rojava bi dirûşma “Em hemû YPJ ne, YPJ hebûna me ye” piştgirî da kampanyaya piştgiriya ji Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) re.
Hîlala Zêrîn dê konser, pêşandana şanoyê û pêşangehên wêneyan liHesekê,Dêrik,Qamişlo û Dirbêsiyê li dar bixe. Di van çalakiyên hunerî de dê jiyana şervanên YPJ’ê, têkoşîna YPJ’ê li hemberî DAIŞ’ê, destkeftiyên YPJ’ê bi jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dane qezenckirin, bên nîşandan.
Pêvajoya entegrasyonê û doza YPJ’ê
Endama Kordînasyona Hîlala Zêrîn a Rojava, Şêrîn Reşîd, tekez kir ku pêvajoya ku herêm niha têde derbas dibe pêvajoyeke entegrasyonê ye. Wê got ku naskirina statuya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di nav sazûmaniya Wezareta Parastinê de hîn jî yek ji dosyayên ku nehatiye çareserkirin e û niha di nava niqaşan de ye.
Şêrîn got ku zihniyeta hikûmeta demkî hîn jî bi awayekî tam hebûna jinan qebûl nake. Wê destnîşan kir ku ev zihniyet bi netewperestî û cinsiyetperestiyê ve girêdayî ye û nikare hemû pêkhateyên civakê di nava xwe de bi heman awayî qebûl bike.
Hemleya piştgiriya YPJ’ê
Şêrîn Reşîd diyar kir ku di 26’ê Nîsanê de Platforma Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan dest bi hemleyekê ji bo piştgiriya YPJ’ê kir. Wê got ku armanca hemleyê qebûlkirin û parastina statuya YPJ’ê ye, ji ber ku YPJ nîşana hêz û destkeftiyên jinan di herêmê de ye.
Wê zêde kir ku hemleya piştgiriyê heya niha berdewam e û dê dewam bike heta ku armancên xwe pêk bîne. Li gorî wê, berfirehbûna vê hemleyê nîşan dide ku gelek kes û rêxistin piştgirî didin maf û hebûna jinan di pêvajoyên siyasî û leşkerî de.
Rola huner û çandê di piştgiriya jinan de
Şêrîn anî ziman ku tevgera wan di vê hemleyê de bi rêya huner û çandê cih digire. Li ser vê bingehê, bernameyek hat amadekirin ku tê de konser, pêşandanên şanoyê û pêşangehên wêneyan li çar bajaran bên lidarxistin.
Wê got ku armanca van çalakiyan bilindkirina hişyariya civakê û piştgiriya maf û destkeftiyên jinan e.
“Hebûna jinan hebûna civakê ye”
Şêrîn Reşîd tekez kir ku civak bi yek destê nayê avakirin û hebûna jinan bingeha hebûna civakê ye. Wê got ku civak li ser du lingan dimeşe û bêparastina mafên jinan an jî astengkirina rola wan, zirarê dide tevahiya civakê û wiha got:”parastin û misogerkirina mafên jinan, di heman demê de parastina mafên civakê ye û pêdivî ye ku ev maf di çarçoveya destûrî de were parastin.”
Daxwaza temsîliyeta rastîn a jinan
Şêrîn bal kişand ser girîngiya misogerkirina mafên jinan di Destûra Sûriyeyê de û got ku pêvajoya niha derfeteke girîng e ji bo parastina destkeftiyên Şoreşa Jinan.
Wê diyar kir ku temsîliyeta jinan di hikûmeta demkî de pir lawaz e û asta beşdarbûna wan li qadên biryardanê têrê nake. Li gorî wê, bilindkirina asta tekoşînê di vê qonaxê de pêdiviyeke bingehîn e da ku hebûn, maf û rola jinan di Sûriya pêşerojê de bê misogerkirin.
Di dawiya axaftina xwe de, Şêrîn Reşîd got ku tekoşîna mafên jinan ne tenê tekoşîneke herêmî ye, lê tekoşîneke gerdûnî ye ku jinên cîhanê tevî hev ji bo misogerkirina mafên xwe û avakirina jiyaneke azad û wekhev tê de cih digirin



