NûçeSlide

Li Kobanê ji bo piştgiriya yekîneyên Parastina Jin çalakiyek hunerî hat li Darxistin

Di çarçoveya çalakiyên piştgirî û xwedî derketina li Yekîneyên Parastina Jin , bajarê Kobanê çalakiyek çandî ku bi atmosfereke têkilî û hevgirtinê ve hate xemilandin, û peyamên ku tekez li ser rola yekîneyên parastina jin di pêşxistina aramiyê li Sûriyeyê de, û hewldanên wan ên ji bo parastina mafên jinan û hêzdarkirina wan di warên cûrbecûr de, dihewîne li dar xist.

Tevgera Hîlal Zerîn, bi hevrêziya Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xudo li Kobaniyê, li hola navendê çalakiyek hunerî li dar xist, ku şêniyên bajêr û hejmarek şervanên jin ên Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) beşdar bûn.

Di 26ê Nîsana 2026an de, Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Rojava kampanyayek ji bo piştgiriya YPJê bi dirûşmeya “Em hemû YPJ ne, YPJ nûnertiya me dike” da destpêkirin. Di çarçoveya vê kampanyayê de, Tevgera Hîlal Zerîn rêze çalakî û çalakiyên hunerî û çandî yên cihêreng da destpêkirin.

Ji destpêka kampanyayê ve, gelek çalakî û daxuyaniyên hevgirtinê û piştgiriya ji bo Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) ji aliyê kesayetên navdar û tevgerên jinan ên li seranserê Rojhilata Navîn û cîhanê ve hatine lidarxistin.

Di vê çarçoveyê de, Navenda Baqî Xudo îro çalakiyek muzîkê li dar xist, ku bi atmosferek bi coş û têkiliyek berbiçav ji temaşevanan ve hate xemilandin.

Çalakî bi deqeyek bêdengiyê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir.

Piştre, fermandara YPJ li Kobanê Dilbrîn Kobanê, axaftinek pêşkêş kir û tê de silav da girseyê, û tekezî li ser pabendbûna berdewam a yekîneyên parastina jin bi rol û berpirsiyariyên xwe kir. û wiha got, “Em silavê li gelê xwe yê hêja dikin û soz didin wan ku em ê heya dawî wan biparêzin. Me bedelên giran dane û qehreman pêşkêş kirine, û em ê heta dawiyê bi sozên xwe re dilsoz bimînin, û em ê hêjayî fedekariya bêhempa a şehîdan bin.”

Dilbirîn wiha pêde çû û got, “Mafê kesî tune ku rewatiya Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) bipirse. Ger gelê me ,me wekî hêzek rewa bibîne û qebûl dike, wê demê em li kêleka gelê xwe radiwestin û hewl didin ku baweriya wan bi serketinê pêk bînin. Dema ku dayikek destê keça xwe digire û wê dispêre YPJê da ku bi ewlehî bijî, ev ji bo me çavkaniya serbilindî û rûmetê ye. Kes dê ji bo me biryaran nede; em çarenûsa xwe bi xwe diyar dikin.”

Di berdewamiya axaftina xwe de tekez kir, ku”Mafê me yê rewa heye ku em gelê xwe biparêzin. Dema ku hêzên tarîtiyê, ku bi DAIŞ’ê têne temsîlkirin, êrîş kirin, YPJ’ê xwe kir mertal da ku pêşî li berfirehbûna wan li herêmê bigire. Ji ber vê yekê, her kes ji bo vê ruhê pêşeng ê berxwedan û fedakariyê deyndar e. Em ê xwe ji artêşa xwe dûr nexin; em xwedî hêz û hişmendiya ku em çarenûsa xwe bi xwe biryar bidin, berdewam kir.”

Çalakî bi stranên şoreşgerî yên ku ji hêla komên girêdayî Tevgera Hîlal Zerîn û Navenda Baqî Xudo ve hatine pêşkêş kirin, berdewam kir. Van stranan rihê berxwedanê û rola pêşeng a jinan di warên cûda yên jiyanê de nîşan dan, û piştgiriya wan a berdewam ji bo kampanyayê û pabendbûna wan ji bo xurtkirina peyama wê di nav civakê de piştrast kirin.

Related Articles

Back to top button